Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” di hefteya 622’yemîn de, li ser înternetê onlînê li dar xist. Di çalakiya vê heftê de, aqûbeta Recep Bûttanri yê ku di 3’yê Nîsana 1999’an xwest ji Amedê biçe Konyayê û carek din agahî jê nehat girtin hat pirsîn. Endamê Lijneya Rêveberiya ÎHD’ê Yakûp Guven, çîrok windabûna Bûttanari vegot.
Yakûp Guven, bal kişand ser serpêhatiya windabûna Recep û wiha got: “Bûttanri berî winda bibe li Konyayê leşkertî dikir û hatibû destûra malê. Bûttanrî ji bo ku paşve vegere yekîneya xwe di 3’yê Nîsana 1999’an de ji malê derdikeve û diçe otogara Amedê. Ji wê rojê û şûnde bi tu awayî agahî ji Bûttanri nayê girtin.”
Guven da zanîn ku piştî 4 roj windabûna Bûttanri 3 kesên biçên sivîl wan tê malbata wî û wiha domand: “Ev kes derdora 06.00’ê sibehê bi zorê dikevin mala Bûttanri. Ev kes hemû endamên malbatê di odeyekê de kom dikin. Dûre dest bi lêgerîna malê dikin. Li gorî îdîayên malbatê ev kes 40 milyar pere û çeka bi rûxsat a malbatê bi xwe re dibin û diçin.”
Dema ku polîsan teşhîs kirin
Di axaftina xwe de Guven bal kişand ser lêgerîna malbatê û wiha pêde çû: “Dayika Bûttanri ji ber vê rewşê serî li Şaxa Miduriyeta Polîsan a Amedê dide. Ji rayedarên polîsan re dibêje, kesên ketin mala wê polîs bûn. Dayika Bûttanri, kesên ketina mala wê bi wêneyan teşhîs dike. Polîs piştî teşhîskirina 3 kesan dikevin nava fikaran û malbatê bi darê zorê ji Miduriyeta Polîsan derdixin.”
Her wiha Guven pirsa aqûbeta Bûttanri kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di serdegirtina malê de, zarokên çopê kom dikin, dibînin ku Bûttanri di wesayeta wan kesên bi ser malê de girtin, dest û milên wî girêdayîn e. Zarok agahiyê didin malbatê û vê rewşê ji malbatê re vedibêjin. Malbat jî li ser vê yekê bi nivîskî serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dide. Lê ji bo serdegirtina malê xemla dizîtiyê tê dayîn û biryara ne şopandinê ji bo lêpirsînê tê dayîn. Bi vî awayî, ligel hemû hewldanên malbatê jî, carek din agahî ji Recep Bûttanri nayê girtin.”
Dayikên Şemiyê
Dayikên Şemiyê jî di hefteya 824’emîn de çalakiya heftane bi rêya online li dar xist. Dayikên Şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser 11 welatiyên li navçeya Basan a Şirnexê di 15’ê Çileya 1996’an de di dolmîşekê de hatin kuştin û şewitandin.
Emîne Kaya ya bavê wê Ahmet Kaya di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da beşdarî daxuyaniyê bû û diyar kir ku bavê wê ji aliyê dewletê ve hatiye înfazkirin, ew bi salan e li aqûbeta bavê xwe dipirse û ji bo kujer werin darizandin têdikoşe û wiha got: “Li gel bavê min hat kuştin jî em aştiyê dixwazin. Em naxwazin kes were kuştin. Bi salan e em di bin zilmê de dijîn. Heta ku wê ev zilm berdewam bike? Em dibêjin êdî bes e.”
‘Bila kes vê zilmê nebîne’
Piştî Kaya, hevjîna Halît Kaya yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Menîce Kaya û keça wê Hatîce Kaya axivîn. Hatîce Kaya bi bîr xist ku di komkujiyê de bav û apê wê jî di nav de 11 kes hatin înfazkirin û cenaze ji aliyê leşkeran ve hatine definkirin û got ku heta ew sax bin, dê li aqûbeta windayan bipirsin.
Menîce Kaya ya 25 sal in li aqûbeta hevjînê xwe dipirse jî wiha got: “Em ê dest ji heq û têkoşîna xwe bernedin. Ez naxwazim kes bi vê zilmê re rûbirû bimîne. Heta ez sax bim ez ê têkoşîna xwe berdewam bikim. Me vê zilmê dît lê bila kesek din nebîne.”
Tirkiye hat mehkûmkirin
Daxuyaniya vê hefteyê ji mirovên Şemiyê Gulay Bakişkan xwend û bi bîr xist ku komkujiya Basan 25 sal li pey xwe hişt û raporên derbarê komkujiyê de hatine amadekirin ji bo edalet were temînkirin heta niha bêencam mane.
Bakişkan behsa hûrguliyên qewimandina komkujiyê kir û destnîşan kir ku laşê her 11 welatiyan jî şewitîne û veguherîne komirê. Bakişkan anî ziman ku bêyî xizm û gundî cenazeyan bi wecîbeyên olî oxir bikin ji aliyê leşkeran ve bi awayek komî hatine veşartin û destnîşan kir ku li Tirkiye li gel hemû hewldanên darazê jî tu encam jê derneketiye û parêzeran bûyer veguhezandiye Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û Tirkiye li wir hatiye mehkûmkirin.
JÎTEM’ê kiriye
Bakişkan da zanîn ku piştî komkujî qewimî 13 sal şûn ve di sala 2009’an de ji wezîrên wê demê Adnan Ekmen gotibû ku komkujî ji aliyê JÎTEM’ê ve pêk hatiye û destê dewletê di nav de heye û xwestibû meqamên darazî lêpirsînek bi bandor birêve bibin û diyar kir ku ew dixwazin komkujiya Basan were ronîkirin, edalet were temînkirin û ew ê qet vê komkujiyê nedin jibîrkirin. AMED / STENBOL