Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Banga gerîlayan: Werin Cenga Azadiyê

Gerîlayan bang li ciwan û jinên ciwan kirin û wiha gotin: “Dem Dema azadiyê ye. Dem dema gerîlatiyê ye. Dem dema azadiya Rêber Apo ye.”

Dewleta tirk a dagirker ji Herêmên Parastinê yê Medyayê heya her qadên ku gelê kurd lê dijîn, bi awayekî hovane êrîş dike û dixwaze gel û ciwanan ji qirkirinê re derbas bike. Li hember vê faşîzmê her cure rê têkoşîna ku were pêşxistin girîng e. Lê belê li hember faşîzmê têkoşîna herî bingehîn şer e.

Gerîlayên ku li dijî vê faşîzmê têdikoşin, ji bo ciwan û jinên ciwan, bangawaziya di vê şerê azadiyê ya dîrokî de cihgirtinê kirin.

Gerîllayên ku bi dirûşma ‘Werin Cenga Azadiyê’ banga tevlêbûnê li ciwan û jinên ciwan kirin.

Bi ruhê ciwantî li hemberî dagirkeriyê bisekinin

Gerîla Brusk Çiya bal kişand ku Kurdistan di qonaxeke krîtîk de derbas dibe û wiha got: “Kurdistan îro di rewşek hesas de ye, li her çar parçeyên Kurdistande êrîş li ser gel heye. Taybet êrîş li ser ciwanan heye. Li ser vê bingehê ciwanan hemleya ‘Werin Cenga Azadiyê’ dan destpêkirin. Bangewaziya me ji bo hemû ciwanên rojhilatê Kurdistan ev e ku tev li vê hemleyê bibin û bi ruhê Apoyî û şoreşgerî çeka xebat û şerefê rakin, tev li refên PKK bibin.

Li hember vî dagirkerî, zilm û zorên ku li rojhilatê Kurdistanê tê kirin, her roj bi komkujî, fihûş û fesadê ku li ser ciwanan dimeşînin, neçin Ewropayê û ji welatê xwe dernekevin û xwe bidin çiyayan û tev li refên gerîla û PKK bibin. Ji bo parastina fikir û felsefeya Rêber Apo, ji bo parastina welatê xwe tene rê jî tevlibûna PKK ye. Cardin bangewaziya me ji bo ciwanên rojhilatê Kurdistan ew e ku tev li hemleya Werin Cenga Azadiyê bibin û bi ruhê ciwantî li hemberî wî dagirkeriyê bisekinin.”

Dem dema gerîlatiyê ye

Gerîla Denîz Baran bang li hemû ciwanên Kurdistanê, ciwanên cîhanê û bi taybet ciwanên Rojava kir û ev tişt anî ziman: “Ji bo tevahî ciwanên Kurdistanê, ciwanên tevahî cîhanê, bi taybet ciwanên rojavayê Kurdistanê bangawazîya me, ji bo beşdarbûna hemleya dem dema gerîlatiyê ye. Bi hemleya Werin Cenga Azadiyê, li dijî êrîşên qirkirinê yên dijmin, li ser gelê me, li ser xwîna hevalên şehîd, ji bo em li beramberî van êrîşan, xwîna hevalên şehîd biparêzin, nirxên hevalên şehîd biparêzin, nirxên gelê xwe biparêzin, gelê xwe biparêzin, pêşengiyê ji gelê xwe re bikin em tev li bibin. Ji ber ku em wek ciwan pêşengên vî gelî ne. Ruhê vî gelî ne, pêşengê vê civakê ne. Bangawaziya me ji bo tevahî ciwanan beşdarê hemleya Werin Cenga Azadiyê bibin. Dem dema azadiyê ye, dem dema gerîlatiyê ye! Dem dema azadiya Rêber Apo ye!”

Werin Cenga Azadiyê

Gerîla Argeş Rojhilat jî bal kişand ku Kurdistan bi sedan sal in ji aliyê dewletên hegemonîk û faşîst ve hatiye dagirkirin û ev bang kir: “Tê zanîn bi sedan sal in Kurdistan, ji aliyê dewletên hegemon û faşîst ve hatiye dagirkirin, her ji bo wî jî rêxistina me hemleya Werin Cenga Azadiyê daye destpêkirin. Ji bo wî jî pêwîst e her ciwanek bi rûmet, her ciwanek kurd tev li vê hemleyê bibe. Werin tev li refên gerîla bibin. Pêwîst e ciwan li hember van qirkirin û dagirkirinan xwedî sekin bin û sekna xwe nîşan bidin. Li dijî dagirker û faşîstan werin tev li refên gerîla bibin. Li hember kuştina kolberan, li hember tecawiz, li hember belavkirina madeyê hişber û li hember dagirker dem dema gerîlatiyê ye, Werin Cenga Azadiyê.” BEHDÎNAN

Çavkanî: Nûçe Ciwan

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar