Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Bi hinceta ‘heqareta li Serokkomar’ ceza li dayika 96 salî birîn

Tevî ku rapora wê ya ‘nikare ceza bigire’ heye jî der barê Aliye Yabansû ya 96 salî de bi hinceta ‘heqareta li Serokkomar’ doz hat vekirin. Yabansû ku der barê wê de biryara ‘Tevdîra ewlehiyê ya ji ber nexweşiya mêjî’ hatiye dayîn û rapora wê ya ‘nikare seyahet’ bike jî heye dixwazin ji bo nexweşxaneyê wê bibin Qayseriyê

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li navçeya Siwêregê ya Rihayê, bi hinceta ku ‘heqaret’ li serokkomarê tirk Tayyîp Erdogan kiriye, doz li dayika 96 salî Aliye Yabansû ku di konteynerekê de dijî hat vekirin. Dayika ku rapora wê ya ‘nikare ceza bigire’ heye, di 9’ê çileya 2019’an de bêyî ku destûra wê bê girtin dîmenekê wê tê kişandin û li ser medyaya dîjîtal tê parvekirin. Li ser vê yekê kesê bi navê M.Î. serî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê dide û giliya dayikê dike. Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê, der barê dayika 96 salî de dozname amade dike û doz lê vedike. Di doznameyê de tê angaştkirin ku dayika Aliye bi rûmet û rêzgirtina serokkomar leyistiye û hatiye xwestin ku ji ber ‘nexweşiya wê ya mêjî tevdîra ewlehiyê’ lê bê pêkanîn.

Di 1’ê kanûna 2020’an de danişîna dozê li Yekemîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Siwêregê hatiye dîtin. Parêzerê Yabansû Celîl Taniş, di danişînê de diyar kiriye ku muwekîla wî nexweşa li nav nivînan e û di dîmenên ku hatiye kişandine de ne diyar e ku muwekîla wî gotin ji kî/ê re dibêje û beraeta wê xwestiye. Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê jî rapora ‘nikare ceza bigire’ ku ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Ersoy girtiye pêşkêş kiriye û xwestiye ku ji ber ‘nexweşiya wê ya mêjî tevdîra ewlehiyê’ li Yabansû bê pêkanîn.

Biryara dadgehê

Li ser vê parastin û daxwazê dadgehê diyar kiriye ku berpirsyariya ceza ya dayikê tune ye û biryar daye ku heta talûkeya wê ya ji civakê re ji holê rabe li nexweşxaneyeke herî nêz bê tedawîkirin û parastin. Rexmî ku dagehê biryar daye ku li nexweşxaneyekê nêz bê tedawîkirin jî Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê, di 26’ê cotmehê de ji Miduriyeta Polisan a Siwêregê xwestiye ku herî dereng heta 1-5’ê mijdarê Yabansû sewqî Nexweşxaneya Bajar a Qayseriyê bê kirin û ji nexweşxaneyê rapora ku pêwistiye dayikê bi tedawiyê heye yan tune yê bê xwestin.

Îtîraza parêzer

Parêzerê Yabansû Celîl Taniş, biryarê îtîraz kir û îtîraza wî ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.  Celîl di serlêdana xwe de destnîşan kiriye ku temenê biyolojîk ê muwekîla wê 10 sal e û nikare bi tena serê xwe pêwistiyên xwe pêk bîne. Parêzer diyar kiriye ku rewitiya bi qasî 8 saetan û şandina wê ya bajarekî kesî lê nas nake ji îşkenceyê ne cudatir e û weke wê bi saxî bikin gorê ye û xwestiye ku ji ber sedemên diyar kiriye biryara ji bo muwekîla wê hatiye dayîn bê rakirin. Piştî îtîraza xwe ya li dadgehê,  parêzer duh ji bo îtîrazê serî li Serdozgeriya Komarê ya Siwêrege jî da û bal kişand ser temen, tenduristî û rewşa muwekîla xwe ku nikare ceza bigire û got ku seyaheteke muhtemel dê tenduristiya wê bike talûkeyê. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar