Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Bi xwe birêxistinkirinê ciwan dê ji tiryak û fuhûşê rizgar bibin

Ji bo civakek bê jinavbirin û ji doz û deweya wê bêkirin, siberoja wê ango destpêkê ciwanên wê tê hedefgirtin.

Yê bikare doz û dewê bimeşîne û pêş bixe, ciwan û nifşê nû ne. Hêzekî amade ku bikare tim civakê zindî bihêle û bide domandin e. Ji bo wê, ciwan û nifşê nû çawa şekil bigire, siberojê jî civakek wiha tê hilberîn.

Gava em îro li siyaset û polîtîkaya dijminên kurd dinêrin, ne tenê li parçeyekê li her çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin. Bi awayekî sîstematîk, ciwan bi hemû rê û rêbazên biçûkkirin, ji hev kirin û ji dozê kirinê tê bikaranîn.

Di serî de ji van rêbazan, fêrkirina tiryak-madeyên hişbir, fuhûş, destdirêjî-destavêtin, sîxurtî û reva ji welat, tê.

Li bakurê Kurdistanê demek dirêj e, ev siyaseta qirker-mêtinger ku ciwanên kurd biçûk dixe û bê rûmet dihêle, di meryetê de ye.

Ji bo pêşiya ciwanan a nava Tevgera Azadiya Kurd bê girtin, dîsa xwe rêxistin nekin û nebin hêzeke potansiyel a tim li ber zilm û zordariyê rabe; bi destê polîs, qeymeqam û leşkerên tirk ciwan fêrî tiryak û fuhûşê tên kirin.

Dewleta tirk bi vê yekê dixwaze ciwanan ji rewşa civakê ya heyî dûr bixe û dîsa pêşerojê civakek ji hevketî hilberîne. Kolan û kuçeyên ku ruhê serhildanê lê hatine avakirin, vegerînin cihê fuhûş û destdavêtinê.

Li hemberî jinên ciwan ên kurd û dîsa ciwanan polîtîkayên pir qirêj ên bi destê şerê taybet ku di çarçoveya polîtîkaya çokdanînê de hatî amadekirin tê meşandin. Jinên ciwan tên revandin, bi destavêtin-destdirêjî sîxurî lê tê ferzkirin. Ber bi întixarbûnê ve tê dehfdan. Dema ku bi vê yekê encamên baş negirt, bi rêya polîs û leşkeran ku taybet li ser rêbazên qirêj hatin perwerdekirin li bakurê Kurdistanê xistin dewreyê. Bi rêya heskirin û evîneke sexte berê xwe dane jinên ciwan ên kurd û wan dixapînin. Mînaka vê ya herî şênber Îpek Er a ku çawîşê pispor Mûsa Orhan tecawizê wê kiribû û ew ber bi întixarê ve dehfdabû û jiyana xwe ji dest dabû. Bi sedan mînakên wiha hene hê jî nehatine aşkerakirin.

Taybet li metrepolên Tirkiyeyê û dîsa li ser ciwanên malbatên şehîd û şervanan hê zêdetir ev planên qirêj xistine dewreyê. Dixwazin malbatên şehîdan û şervanan ku rûmeta xwe parastine, bi van cûre rêbazên qirêj û şantajan bixînin û di çavê civakê de biçûk bixin. Ji bo vê taybet li metrepolan malbat û ciwanên kurd tên hedefgirtin û bi ziravî li ser kar dikin ku ji rê derbixîn.

Li dijî vê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), 10’ê îlonê ji bo ku ciwan xwe rêxistin bikin û xwe li ber vê biparêzin dest bi kampanyeke ‘Em tiraykê bişikînin û jiyana nû ava bikin.’ kirin. Ev helwestek di cih de ye, mirov dikare bêje heta pir direng maye.

Lê dîsa jî ji bo her tiştî ne direng e. Hewldan û xebateke rêxistinkirî hebe wê hemû jî bê valaderxistin. Ji ber ku ciwanên kurd ên îro li Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê nêzî 6 meh in li ber xwe didin, hevalên wan ciwanan ku li bajar û kuçeyan li dijî dijmin rabibûn bûn. Ev ruh wê hêzê mezin bide jinên ciwan û ciwanên kurd.

Dîsa Şoreşa Rojava ku berdêlên pir giran ên hatin dayîn û îro tevî her tiştî li ber xwe dide. Çavkaniya îlhamê ye. Ciwanên ku ji rex wan çûn, hê di rojên yekem de gav avêtibûn nava şoreşê, şehîd ketin; bila ji bîr nekin. Her wiha bi sedan ciwanên kurd û jinên ciwan li kolanên Şirnex, Cizîr, Wan, Colemêrg, Amed, Sûr û hwd. li dijî dagirkeriyê li ber xwe dan û heta nefesa xwe ya dawî xwe radestî qirêjiya dewlet û însafa polîs û leşkerên tirk nekirin.

Ev hemû têrê dike ku mirov ji nû ve xwe rêxistin bike û li ser vî mîrateyî pêngavek nû ya vejînê bide destpêkirin. Ji ber ku divê ev rastî êdî pir aşkera bê zanîn, ne polîs, ne leşker û ne jî dewlet ne heskiriyê çavên keç û xortên kurdan in. Heskiriyê kurdên mirî yê li ber destê wan in. Heskiriyê ciwanên ketî, serxweş, ji doz û dewê dûr in.

Ji bo vê kampanyayê jî divê hemû sazî û dezgeh, dîsa taybet malbat hevkarên Meclisa Ciwanan a HDP’ê, dîsa xwedî li ciwanên xwe derkevin. Ev erk û pîvaneke exlaqî ya her ferdeke kurd e.

Gelo çima li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê fuhûş û tiryakê li ciwanên tirk nayê parvekirin? Çima li kolanên Amadê fuhuş û tiryak serbest e, çima li Sakarya, Sînopê qedexe ye? Ger ku ev li her derê qedexe be, çima li Kurdistanê serbest e.

Ji vê divê bê zanîn ku ev yek ji bo valakirin, ji rê derxistina ciwanên kurd tê kirin.

Ciwanên kurd taybet divê êdî vê siyasetê baş bibîne û hew qebûl bikin. Bi ruhê şoreşa Rojava, bi biryardarî û têkoşîna Berxwedêrên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosa û Cenga Xabûrê serî hildin.

Ji bo her tiştî ne dereng e, îro sîstema tirk bi xwe li ber hilweşîn û sekeratê ye. Ji bo ji nû ve avakirinê û xwe parastinê, her şert û merc heye. Her kolan û tax dikare xwe bi rêxistin bike, kemîn dane. Kengê polîs û leşkerên tirk serî li van rêyan dan, di çarçoveya parastina rewa de bersiv bidin. Ev mafekî herî rewa ye.

Kengî ev yek bû, wê demê dê dijmin jî bê şikandin û rêbazên ku dijmin li ser ciwanan jî dide kirin, bi dawî bibin.

Eger ku ev polîtîka li bakurê Kurdistanê hat têkbirin, teqez dê li Îranê jî, Başûr jî û Rojava jî hemû rêbazên qirêj ên dijmin li ser ciwanan têk biçe.

Ev kampanyaya ku Meclisa Ciwanên HDP’ê li bakurê Kurdistanê dayî destpêkirin, dikare li parçeyên din jî li gorî şert û mercên heyî, bê birêvebirin. Ji ber ku heman polîtîka û siyaset bi rêbazên cihê li Sûriye, Iraq û Îranê tê birêvebirin. Ji bo wê pêwîstî pê heye ku pêngavên wiha xurt û biryardar bên avêtin.

Nûçeyên Têkildar