Navenda Nûçeyan |
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ku koma 47’emîn dewr girt, di roja 230’emîn de berdewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ket asteke din û dê ji îro şûn ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî dorveger bikevin çalakiya greva birçîbûnê.