Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Çima qey kurd bloka Sovyetê ne?

Êrîşên dewleta tirk çar hawirdor li ser kurdan û Kurdistanê dewam dikin. Her wiha dûr an nêzik li ser welatên cînar û yên ji bo serweriya xwe guncav dibîne jî. Li Rojava, Sûriye, başûrê Kurdistanê, Kavkasya (Ermenistan-Qerebax), Lîbya, Yewnanistan û hwd. Dewleta tirk di bin serweriya Erdogan de li van welatan hespê xwe dibezîne, pirsgirêkan derdixe, tev li hev dike, piştre artêşa xwe, dron û SÎHA’yên xwe, keştiyên xwe dişîne, şer dide destpêkirin an jî şer sor dike.

Rastiyek heye, van çend salên dawîn dewleta tirk ji bo cînar û hin hevalbendên xwe yên berê bûye dijmin, çavkaniya kaos û xeternakiyê.

Ji her mijarê pêşdetir kurd û berxwedana kurdan kiriye devê lûla topa xwe, dibêje bihayê wê çi dibe bila bibe ez ê kurdan ji ber xwe rakim. Ji Şingal, Biradost, Maxmûr, Heftanîn, Efrîn, Serêkaniyê heta her hêlên Bakur; ji partiyên siyasî bigirin heta komelayên xebatên ser kurdan di devê topa qirkirinê de ne. Çar aliyên Kurdistanê bi artêş û îstixbarata dewleta tirk hatiye dagir û dorpêçkirin. Hovîtiyên wisa pêk tên ku ancax di serdema engîzisyonê de qewimîne. Heta îro bi milyonan mînakên wan pêk hatine ku êdî li dosya û klasoran, li arşîvan hilnayên.

Hê hilm û gulma Heftanînê, peymana li dijî Şingalê, rewşa Mexmûrê li ser e niha jî dixwaze li Rûsya, dewleta Sûriye û Iraqê re li hev bike êrîşeke dorfiref li dijî bexwedana kurdan bi taybetî jî di şexsê Eyn Îsayê de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike, bike dojeh ji bo kurdan û pêkhateyên niştecih.

Eyn Îsa herêmeke pir girîng e. Pêkhateyên aşûr, ermen, ereb û kurd li wê derê dijîn. Li ser riya M-4 e. Li başûrê wê, diçe ser Reqayê, li bakur û rojavayê wê herêma Kobanê û Minbicê ye. Dewleta tirk mebest ev e ku van girîngiyên stratejik bi kar bîne, herêmê dagir bike û navbera Kobanê, Minbicê, Reqayê kontrol bike, Bakur û Rojavayê Sûriyeyê ango serweriya rêvebiriya xweser bifetisîne, bi demê re ji holê rake.

Rêveberiya dewleta tirk ji 2005’an vir ve har bûye, şer û dagirkerî ji xwe re kiriye bingeha polîtîkayê. Tercîha xwe ji aliyê nijadperestî û êrîşkariyê ve kiriye. Li Ewropayê DAIŞ’ê hem weke rim hem mertal bi kar tîne. Seranserê Ewropayê têkilhev dike, Almanya, Fransa, Îngiltere, Awusturya, Belçîka, Holanda di bin xetereyên mezin de neçar dimînin.

Kes nikare bêje ku dewletên Ewropayê, Amerîka û yên din kor in rewşa Tirkiyeyê nabînin. Wisa dibînin ku weke kefa destên xwe. Dicivin, cidî pêşniyaran tînin, biryaran jî digirin lê ji noxteyekê şûnde asê dibin. Heta radeyekê Tirkiyeyê weke serê rimên xwe bi kar tînin. Êrîşkarî û harbûna hikûmeta tirk li polîtîkayên wan ên demê re li hev dikin. Ji ber ku dixwazin pergalê li gorî şert û mercên demê li dar bixin, lê gelek sirtikiyên û êrîşên hikûmeta tirk weke zêdegaviya li dijî xwe jî dibînin. Hikûmeta tirk hatiye li quncikekî teng asê bûye. Digel vê dîsa jî pê li frêna xwe dikin û helwesta dawiyê li hember harbûn û hovîtiyên hikûmeta tirk nîşan nadin. Çavên xwe li her tiştî digirin.

Belê lê çima?

Dibêjin, dewleta tirk mutefîkê me ye. Çiqas har û hov be jî rûyê me yê veşartî ye. Ew bi xwe tênagihîjê lê em dizanin gelek tiştan li ser navê me dike. Ew, roj matoşqe ne, em jî şev. Em bi şev li ser heman cihî dinivin, dikevine paşila hev! Ew har û hov bin em jî fahîşe ne! Ma qey çi bûye? Welatê kurdan hatibe dagirkirin, talan û wêrankirin, bi sed hezaran mirov hatibin koçberkirin, bi demografyayê hatibe lîstin çi xem e? Ew hesasiyeta me ya berê bû, dinyayeke din hebû, wêga wisa ji me re dest dida, lê îro em li bazara xwe, berjewendiyên xwe dinêrin. Em li şev, roj û pêşeroja xwe dinêrin. Eger em wisa nekin Tirkiye wê qels bibe, wê bikeve destê Rûsyayê, em ê mutefîkekî xwe yê stratejîk winda bikin. Çîn û Rûsya wê mezin bibin, divê em rê nedin vê yekê.

Ma ev heq e?

Madem wisa ye, çima Rûsya endamê we yê NATO’yê yê çavdêr e? Hûn çima gelên bindest dixapînin, li ser erdnîgariya wan govenda xwe digerînin?

Ma eger per û baskê kurdan hinek pûrt bigire, hinek tav bibînin pergala we têk biçe? Ma NATO wê hilweşe? Ma deriyê Asyaya Navîn wê li we bên girtin? Fîlo û keştiyên we wê ji kendava Besrayê, tengava Hurmiz peravên Ûmanê, Behra Sor, Behra Spî, balafirên we yên Încîrlikê, Hewlêrê; peykên we yên li ser atmosferê, firoka we ya çûye ber bi Marsê û galaksiyê wê têk herin?

Ma kurd bûne hêzeke wisa ku ji bo we xetereyeke gewre ne, bûne qasî Pakta Warşowayê, bûne Bloka Sovyetê? Hûn ji kurdan ewqas xof digirin?

Temam, erê berjewendiyên we hene, em dizanin we ji bo berjewendiyên xwe çend welat xira kirin di şerên cîhanan de lê hinek jî wijdan navê? Kurd hem gel hem weke welat bindest in, tenê azadiyê dixwazin, statuyê dixwazin. Welatê kesî dagir nekirine, tu welat nekirine bindest û daxwazeke wisa nekirine.

Gelo kurdan çi li we kiriye hey matoşqeyên şev û rojan, hey ‘yawşax’ên keysperest?

Nûçeyên Têkildar