Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Dagirker ji tirsan nikarin derkevin pêşberî mîlîtanên Rêbertî’

Yek ji fermandara Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê Devrîm Hejar got ku artêşa tirk li gel hemû derfetên artêşê jî heq ji gerîla dernakeve û di vî şerî de serkeftî dê ya gerîlayan be

Berxwedana dîrokî ya gerîlayên HPG û YJA Starê yên dijî dewleta tirk a dagirker didome. Di vê têkoşîna berxwedanê de hêzên YJA Starê bi berpirsyariyeke mezin tevdigerin û li eniyên pêş şer dikin, derbê li dagirkeran didin.

Ji fermandarên YJA Starê Devrîm Hejar têkilî taktîka serdema nû ya gerîla axivî û wiha got: “Li ku derê, kengî wê derkeve holê û derbê lê bide, dijmin tu caran wê bi vê nizanibe. Gerîla bi şêwaza lêdanê dijmin dibehitîne. Ji ber vê 5 hezar kesan dişînin ser 5 kesan. Vîneke qeyîm a gerîla heye ku naşkê. Îdeolojiya Rêbertî nayê şikandin. Em jî ji vê îdeojiyê sûd werdigrin û em hêza vê xetê di şerê xwe de nîşan didin. Teknîka herî mezin aqilê mirova e û em bi vî aqilî şer dikin.”

Bêçarebûna hêzên dagirker

Fermandar Hejar wiha behsa vîna mezin a gerîla ya li nav şer û bêçarebûna hêzên dagirker kir: “Mirov dema ku dikevin şer rastiya xwe derdixin holê. Ji bo ku xaka Kurdistanê û mirovên li vir mezin mezin bûne dewletmend in, di şer de jî ev vîn derdikeve holê. Dijmin her carê tirsiyaye û wê bitirse jî. Dema êrîşên giran ên hewayî tînin ez tirsa dijmin zêdetir dibînim. Di van operasyonan de leşkerekî wêrek dernekete pêşberî me. Yek leşkerekê wêrek tune ku derkeve pêşberî milîtanên Rêbertî. Dijmin dibêje ew ê di du mehan de encamê bistîne lê gerîla wê diyar bike bê ka ev şer wê çi qasî bidome.”

Îdiaya gerîlayan

Hejar herî dawî li ser îdîaya gerîla ya di vî şerî de ev tişt anî ziman: “Ya me şerekî wiha ye ku naqede. Dijmin wê têk biçe. Xeta Rêbertî li bara faşîzmê wê bi ser bikeve. Ev êrîş wê bi serfiraziya Xabûrê bi encam bibe. Operason her ku dirêj dibe tirsa dijmin zêdetir dibe. Îdîaya me jî ew e ku li ser xeta PKK û PAJK’ê em şer bikin û serfiraz bibin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar