Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Delîl Zîlan: Dibe ku serdana heyetê amadekariya naskirina Rêveberiya Xweser be

Têkildarî naveroka serlêdana heyetê rojnameger Delîl Zîlan ku li herêmê bûyeran dişopîne axivî û diyar kir ku dibe ku serdana heyeta Amerîkayê amadekariya naskirina Rêveberiya Xweser be

Navenda Nûçeyan |

Du roj berê heyeteke payebilind a Amerîkayê li rojavayê Kurdistanê bi rayederên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hevdîtinek pêk anî.

Wezaretiya Karên Derve ya Amerîkayê vê hevdîtinê bi awayekî fermî ragihand.

Têkildarî naveroka serlêdana heyetê rojnameger Delîl Zîlan ku li herêmê bûyeran dişopîne ji ajansa Ahvalê re axivî. Zilan diyar kir ku HSD li dijî DAIŞ’ê têdikoşe û wiha got: “Nasîna vê têkoşînê ya ji aliyê siyasî ve, ji bo naskirina Rêveberiya Xweser tişteke gelek girîng e. Pêkhatina hevdîtineke bi vî rengî ya di vê pêvajoyê de dibe wek pêş amadekariyê jî bê nirxandin.”

Axaftina Delîl Zîlan a der barê mijarê de wiha ye: “Hevdîtinên ku di sala 2014’an de piştî şerê Kobanê dihatin kirin gelemperî di asta leşkerî de bûn. Hêzên Koalîsyona Navneteweyî hem li Iraqê hem jî li Sûriyeyê hebû. Piştî hatina serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden hem ji aliyê leşkerî ve hem jî ji aliyê siyasî ve hevdîtin tên kirin. Hevdîtinên ku li ser Wezareta Derve ya Amerîkayê tên kirin, peyama di polîtîkayên li hemberî kurdan de dê nêzîkatiya rêveberiya nû ya Amerîkayê çawa be, dide. Ev di heman demê de têkildarî têkoşîna Rêveberiya Xweser jî peyam di nav xwe de dihewîne.

Em behsa HSD’ê ku DAIŞ’ê têk biriye dikin. Divê tenê ji aliyê leşkerî ve neyê nirxandin. Li bakur û rojhilatê Sûriyeyê pergalek hatiye avakirin. Pergala gel heye, hikûmeta wê, rêveberiya wê, rêvebirên wê û qanûnê wê hene. Serdana heyeta payebilind a Amerîkayê ji aliyê herêmê ve tişteke erênî ye.

Lê belê divê ev fikar jî bên bilêvkirin. Mînak, Amerîka ji aliyekê ve dibêje ‘Em Qirkirina Ermeniyan’ nas dikin, ji aliyê din ve bi hevdîtina telefonê ya Erdogan re êrîşên li hemberî Tevgera Azadiyê erê dike. Kurt û kurmancî li Rojhilat Navîn hevsengî pir tevlihev in.

Her çiqas polîtîkayên rêveberiya Biden ên li hemberî Rojava wek erênî bê nirxandin jî polîtîkayên wan ên li beramberî gelemperî Kurdistanê û Tevgera Azadiyê mirov nikare bi erênî binirxîne.”

Zîlan têkildarî pirsa ‘Gelo serlêdana heyeta Amerîkayê gaveke naskirina statuya Rojava ye’ jî wiha bersivand: “Mirov dikare li ser polîtîkayên niha yên Amerîkayê tişteke wisa bêje. Qet nebe wek Trump polîtîkayên guhêrbar nameşînin. Polîtîkayên hîn şênber hene. Heta niha ji aliyê leşkerî ve dîtin, têkoşîna li hemberî DAIŞ’ê, meşandina têkoşînê ya kurdan ji aliyê raya giştî ya cîhanê girîng bû, kurd têkoşîneke ku bikaribin sempatiya raya giştî ya cîhanê bi dest bixe, meşandin. Bê guman naskirina vê têkoşînê ya ji aliyê siyasî ve, ji bo naskirina Rêveberiya Xweser tişteke gelek girîng e. Pêkhatina hevdîtineke bi vî rengî ya di vê pêvajoyê de dibe wek pêşamadekariyê jî bê nirxandin.

Di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de hîn rageşî hene. Diyar e ku Biden mîna hikûmetên beriya xwe nêzîkatiyeke bi Erdogan re danayne. Em dibînin ku bi tu awayî bi Tirkiyeyê re têkilî danayne. Serdana heyeta Amerîkayê ya di vê pêvajoyê de pêk hat dibe ku Erdogan aciz bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar