Lê hîna jî bi qasî ku klam û çîroka jiyana Mihemed Arif Cizîrî tenetiya wî jî, her dem weke birînek biêş di singa hûnera kurdî de zindiye.
Her gelek bi navdarên xwe tên naskirin û dîroka gelan bi pêşengiya van navdaran tê nivîsandin. Ji berê heta roja îro dengbêjan bi klameyên xwe yên herî giran biha, êş, evîn, hesret û têkoşîna gelê xwe û xwe vegotine. Mihemed Arif Cizrawî jî yek ji wan dengbêjên navdare. Dengbêj Mihemed Arifê Cizîrî di şerê yêkemîn ê cîhanê de, di sala 1912’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê çavê xwe li dinê vedike. Mirov ji dengbêj Cizîrî gelek klamên çîrokên kuştin, ferman û bidûrxistina kurd û ermeniyan a ji hev dibihîze û di heman demê de bavê wî yek ji wan kesane ku di “Seferiya” cenga cîhanî de çûn şer û carek din paşve ne zîvirîne.
4 Salan di zindanê de dimîne
Dengbêj Cizîrî di temenê xwe yê biçûk de, feqîrî û hejariyê nas dike û di wê hejariyê de, li gorî kevneşopî û adetên Botanê zarokatiya xwe derbas dike. Di heman demê de, Cizîrî piştî têkçûna serhildana Sêx Seîd çar sal di zindana Amedê de dimîne. Pişt re Cizirî, di sala 1928’an de, tê berdan û vedigere Cizîrê. Cizîrî piştî ku tê berdan ji dengê diya xwe Edla yê bi bandor dibe û gelek sûd ji stranên dayika xwe digire.
Berê xwe dide başûr
Mihemed Arifê Cizîrî, ji nêçariya xwe berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û li bajarê Zaxo bi cih dibe û li wir dest bi hûnermendiyê dike. Cizîrî pê re jî, stranan di dîwanên axa û began de dibê û bi vî awayî rewşa wî hinekê pak dibe. Dûre li bajarê Duhokê kargehek ji bo xwe vedike.
Dengê wî li Kurdistanê belav dibe
Cizîrî, di sala 1949’an de, berê xwe dide Baxdêyê û di Radyoya Bexdayê de li derdora 100 stranan tomar dike. Cizîrî di vê naberê de bi Almas Xan, Hesen Zîrek, Tahir Tewfîq, Nesrîn Sêrwan, Meryem Xan û Elî Merdan re dikeve têkiliyê û di navbera wan de dostaniyek xurt çêdibe. Bi çûyina Bexdayê re qonaxek nû ji bo Cizîrî dest pê dike û navê Mihemed Arifê Cizîrê li tevahiya Kurdistanê pel bi pel belav dibe.
Heya îro zindiye
Cizirî di sala 1986’an de li bajarê Dihokê ya girêdayî Başûrê Kurdistanê diçe ser dilovaniya xwe. Ligel ku 34 sal bi ser mirina wî re derbas bûn jî, lê belê stranên Cizîrî, weke duh zindîne û di muzîka kurdî xwedî cihek girînge. Cizîrî bi klamên xwe yê herî xwerû, evînî, hesret û xemgîniyan vedigihêje roja me ya îro.
‘Em weke dengbêjên botanê li pey şopa wî ne’
Bi minesebeta salvegera wefata Dengbêj Kurd Mihemed Arifê Cizîrî, hunermend Umut Botan axivî. Botan, anî ziman ku di mûzîka kurdî de Arifê Cizîrî xwedî ciheke girînge û wiha vegot: “Em Arifê Cizîrê bi rêzdarî bibîrtînin. Bi rastî jî di hûnera kurdî de Cizîrî xwedî ciheke girîng û bi wateye. Arifê Cizirî heta emrê xwe yê dawî ji bo muzîka kurdî xebitî. Hewlêdana wî ya herî sereke pêşxistina çand û mûzîka
Kurdî bû. Di vê çarçoveyê de xebatên wî yên bi nirx jî hebûn. Arifê Cizîrî di mûzîka Kurdî de şewazeke nû afirand. Mirov nikare bi çend peyv û hevokan dengbêj Arifê Cizîrî bîne ziman. Jiyana wî hemû bi zor û zehmetiya derba bûye. Hesreta dengbêj Arifê Cizîrî ewqas mezin bû ku nekarî welatê xwe terik bike biçe. Ji nêçariya xwe çû Başûrê Kurdistanê. Lê armanca Dengbêj Cizîrî ya herî sereke pêşxistina mûzîka Kurdî bû. Dengbêj Mihemed Arif Cizrawî çand û mûzîka Kurdî bû. Li ber keda wî û berxwedana wî bejna xwe ditewînin û em weke hûnermendên Botanê dibêjin ku em ê pey şopa wî bin.”
Dengbêj Rêzanê Batûyî jî, bi wî dengê xwe yê xweş û dilşewat ku her tim di dîwanan de starên Mihemed Arifê Cizîrî dibêje, stareneke Cizîrî got. ŞIRNEX / Zeynep Dûrgût