Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Dengvedaneke dîrokî!

Her qonax xwedî taybetmendiyên gelek girîng in ku guherînên mezin bi xwe re tîne. Yek ji van qonaxan jî avabûna tevgerekî kurdî ya piştî salên dûr û dirêj ê ya piştî qirkirineke mezin û tepisandinê, derketina ser dika dîrokê ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku bi pêşengtiya komek ciwan ji nava pencên qirkirinê ve derketin bû.

Vê avakariyê dengvedaneke mezin bi xwe re anî. Ev deng bû sedem ku hem li navxweyî û hem jî li derve rê li ber serhildan û raperîneke mezin a gel veke. Taybet gelê kurd ji çala mirinê û dîsa sînorê qirkirinê ji nû ve vejand.

Mirov dikare bêje, di dîroka nû de yek ji degvedanên herî mezin e ku bandora wê ewqasî mezin bû. Taybet ji bo Rojhilata Navîn û dîsa gelên di bin pencên qirkirinê de bû çirayeke ku di zilmata tarîtiyê de rêya mirovan ronî dike.

Tevgera PKK’ê di gava yekem de diyar bû ku dê ewqasî dengek mezin bi xwe re bîne û tim di rojeva dîrokê de xwedî cih be. Taybet avakarê wê Rêber Apo bû yek ji sembolên pêşengên gelên hejar û li ber qirkirinê bû. Rêber Apo bû yek ji sembol û nîşaneya serfiraziyê ya gelên Rojhilata Navîn. Rêber Apo bi PKK’ê di serî de gelê kurd, her wiha gelên Rojhilata Navîn ên di bin pencên qirkirinê de ji nû ve vejand û zindî kir. PKK nebû tenê tevgereke leşkerî di heman demê de bû tevgereke îdeolojî û pêşengên têkoşîneke ya li ber zilm û zordariya desthilatdariyê têbikoşe.

PKK bi berdêlên giran, êşên mezin û meşa xwe ya 44 salan niha bûye hêviyek mezin ji bo azadiya gelan. Niha navê PKK’ê li her kuçe û kolaneke her welatî heye. Li her kolanek sê tîpên zêrîn ‘PKK’ heye.

Di roja îro de PKK bi îdeolojî û ruhê fedayî yê di serî de li Avaşîn, Zap û Metînayê li seranserî welat di her kêlî û demê de nefesa dijmin diçikîne. Ciwanên fedayî yên li çiyayan bi her cûre êrîşên kîmyewî, çekên qedexekirî û dîsa kiriyarên dermirovî li ber xwe didin. Hewariyên PKK’ê yên li zindanan, li ber her cûre kiryar û pîvanên dermirovî têdikoşin, çok danaynin. Jin û ciwan li kuçe, kolan û metrepolan dijî destdirêjî-destavêin, tacîz û madeyên hişbirê li ser pêyan e û teslîm nabin.

Partî û tevgerekî wiha, tevî hemû hewldanên dagirkeriyê yên navneteweyî li ber xwe daye û 44 sal in, li ser pêyan e, teqez nêzî serketinê bûye. Ji bo wê êşên niha tên kişandin, nêzîkbûna ji bo serketinê ye.

Ji bo wê divê em di vê demê de ji her demê zêdetir, hêz û rêxistina xwe xurt bikin. Taybet jin, ciwan divê dem û qonaxa bi qasî avabûna PKK’ê girîng e, ji bo vê serketinê jî tişta ji destan bê, bê dudilî û hemû hewl ji bo serketina vê bide. Nabe ciwan ji şoreş û serketinên welat bihêlin û biçin, berovajî divê zêdetir xwe bidin pêş û rola xwe ya di vê qonaxê de bi qasî qonaxa avakirinê bilîzin û cih bigirin. Rêber Apo dema PKK’ê ava kir got: “Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî serbixin”. Ev dirûşm dirûşma serketinê ya demê ye.

Serketin û azadiyek hebe dê bi ciwanan bibe. Ji bo wê ciwan stûn û motora vê tevgerê ne. Ciwan çiqasî xwe bi rêxistin bikin, wê ewqasî bikare cihê xwe di şoreşê de bibîne û bikare serketineke teqez pêk bîne.

Em dikevin sala 44’an a partiyê. Ji her demê zêdetir hêvî û hestên me yên azadiyê nêzîk e. Têkoşîn û berxwedana tê kirin jî ji her demê zêdetir xurt e. Berdêlên tên dayîn, nirx û pîvanên me yên azadiyê û hîmê serketinê xurt dike.

Sala 44’an a PKK’ê divê bibe sala bidawîbûna êş û hemû zextên dagirkeriyê û tunebûna dagirker û desthilatan. Bibe sala azadî û aştiyê ya gelan.

Nûçeyên Têkildar