Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Dewleta tirk û çeteyên wê di nava du rojan de 24 sivîl revandin

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn, Ezaz û Girê Spî di navbera 10-12'ê tebaxê de yek jê pitik herî kêm 24 sivîl revandin û 20 mal xera kirin

Navenda Nûçeyan |

Ji adara 2018’an û vir ve li Efrînê ya ku dewleta tirk dagir kiriye, rejîmeke terorê heye. Bi rêk û pêk sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin, mirov tên revandin, kuştin, îşkence li mirovan tê kirin, talan û koçberiya bi zorê tê ferzkirin.

10’ê tebaxê li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê çar sivîl hatin revandin. Navê kesên hatine revandin wiha ye: Azad Fadil Erebo, Elî Bekir Elo, Îbrahîm Xalid Elo û Delîl.

Li gorî agahiyan, çeteyên dewleta tirk çar kesên revandine birine zindaneke li gundê Îskayê yê li Şêrawayê û ji bo berdana wan jî fîdye ji malbatên wan xwestine.

Li Ezazê 2 efrînî û li Şêrayê 15 sivîl hatin revandin

10’ê tebaxê li Ezaz û Idlibê 2 efrînî ji aliyê dewleta tirk ve hatin revandin.

11’ê tebaxê li gundê Qurtqulana mezin a navçeya Şera ya Efrînê çeteyên Sûltan Mûrad 15 sivîl revandin.

Li gorî Ajansa ANHA’yê navê 9 ji kesên hatine revandin wiha ne: “Mihemed Berekat (60), Îbiş Berekat (20), Luqman Hemade (20), Ehmed Ednan Mistefa (26), Ednan Mistefa (55), Ednan Berekat, Ebdîn Elî Şebab, Mihemed Şêx Ehmed û Luqman Şêx Ehmed.”

Hat ragihandin ku çeteyên avêtin ser mala Mihemed Berekat û tevî kurê wî ew revandin, her wiha 20 xaniyên li heman gundî jî xera kirin.

Li Girê Spî 2 jin û pitikek hatin revandin

11’ê tebaxê li bajarokê Hemam El Tirkmen ê li Girê Spî 2 jin û pitikek hatin revandin.

Li gorî agahiyan kesên hatine revandin Maya Xelef Xelîl û pitikê wê yê 40 rojî ye ku ji eşîra El Bakîrat (eşîreke tirkmen) e. Li gorî agahiyan Rewda Ebduleh jî ji eşîra tirkmen a bi navê El Tobal e.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê Şukirî Ehmed Kindî (30) 7’ê tebaxê dema ku ji Helebê vedigeriya gundê xwe hat revandin.

Bavê Şukirî Ehmed Kindî anî ziman ku kurê wî ji bo vegere gundê xwe 20 hezar dolar dabû çeteyan.

8’ê tebaxê li gundê Xilko yê navçeya Bilbilê ya Efrînê Mihemed Xelîl Hecî Hisên (40) û hevsera wî ya ku navê wê nehate hînbûn hatin revandin û aqûbeta wan nayê zanîn.

Di meha tîrmehê de 37 sivîl hatin revandin

Li gorî Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo, tenê di meha tîrmehê de herî kêm 37 sivîl hatin revandin.

Şêxo anî ziman ku li Efrînê guhertina demografiyê dewam dike û 21 mal û kargeh bi bahaneyên cuda hatine desteserkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar