PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘1’ê Gulana 2024’an wê bibe lûtkeya rabûna sosyalistan’

Dûran Kalkan got, “1’ê Gulana 2024’an wê bibe lûtkeya rabûna sosyalistan.” Ferzat Can, jî got ku divê dirûşmeya “Her der Taksîm, her der berxwedan” li hemû bajarên Tirkiye û Kurdistanê belav bibe.

Dûran Kalkan, bi bîr xist ku 1’ê Gulanê bûye roja ku bi sed hezaran karker û kedkar û hêza sosyalist li hev bicivin, ji bo dawî li faşîzmê bînin, li dijî zext û zordariyê li ber xwe bidin, hevgirtin, rêxistinbûn û çalakiyan li dar bixin. Dûran Kalkan, anî ziman ku ruhê 1’ê Gulanê îro li Tirkiyeyê zindî ye û destnîşan kir ku hemû karker û kedkarên Tirkiyeyê, jin û ciwanan û hemû bindest wê teqez 1’ê Gulana 2024’an bikin roja hesabpirsîna ji sîstema faşîst, mêtinger û qirker.

Rêveberên Tevgera Demokratîk a Yekbûyî ya Gelan Ferzat Can û Dûran Kalkan tev li Bernameya Taybet a 1’ê Gulanê ya Medya Haber TV’yê bûn.

Hevpeyvîna bi rêveberên HBDH’ê re wiha ye:

Li ser derketina 1’ê Gulanê, wateya wê ya dîrokî û îro çi hîn dike, çi dikare bê gotin?

FERZAT CAN: Di destpêkê de ez 1’ê Gulanê bi taybetî jî li karkerên Tirkiye û Kurdistanê û çîna karker ên cîhanê, bindestan, kedkaran û gelê me pîroz dikim. Di şexsê 34 kedkarên ku di sala 1977’an de ji aliyê hêzên dewleta Tirk faşîst ve hatin qetilkirin de  hemû şehîdên 1’ê Gulanê bi rêzdarî bi bîr tînim. Her wiha weke Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî diyar dikin ku em ê ji kujerên faşîst hesabê bipirsin.

Ji bo rastfêmkirinan wateya dîrokî û girîngiya 1’ê Gulanê kurt jî be hewce ye em li diroka wê binêrin.

Di sala 1886’an de li Amerîkayê bi daxwaza kêmkirina saetên kar çalakiyên karberdanê dest pê kirin. Û ev çalakî li seranserê Amerîkayê belav dibe û vediguhere têkoşîneke mezin.

Piştî demekê ji daxwaza kêmkirina saetên karkirinê wêdetir di heman demê de vediguhere serhildana reşikan a li dijî faşîzma nîjadperest a li Amerîkayê.

Vediguhere têkoşîneke ku bi rojan li kolanan berdewam dike. Ev têkoşîn bi zext û tundiyê tên serkutkirin. Di êrîşan de 4 karker tên qetilkirin. Her wiha di sala 1889’an de bi pêşniyara nûnerekî karkeran ê Fransî 1’ê Gulanê weke Roja Yekîtî Têkoşîn û Hevgirtina Çîna Karkerên Cîhanê tê îlankirin.

1’ê Gulanê her wiha sembola bertek û hêrsa karker, kedkar û bindestan ya li dijî ji mêtînkar, kapîtalîst û faşistan e.

1’ê Gulanê li Tirkiyeyê di çarçoveya wateya xwe de em dikarin bibêjin ku di salên 70’yî de tê pîrozkirin. Di sala 1976’an de li Tirkiye û Kurdistanê cara yekem bi awayekî girseyî tê pîrozkirin.

Yanî bi giştî piştî ku di sala 1977’an 34 karker ji aliyê dewleta tirk ve tên qetilkirin, li Tirkiye û Kurdistanê çîna karkeran xwedî li 1’ê Gulanê derdikevin û piştî wê salên bi awayekî rêk û pêk tê pîrozkirin.

Li gel faşîzma 12 Îlonê jî 1’ê Gulanê ji wateya xwe tê dûrxistin û ew cejna ku weke cejna bihar û kulîlkna jî hatibû binavkirin jî tê qedexekirin. Û demeke dirêj li Tirkiyeyê 1’ê Gulanê tê qedexekirin.

Lê belê tevî van hemû zext û êrîşan Jî her çend qedexekirî jî be 1’ê Gulanê bi taybet ji aliyê şoreşger û sendîkayên karkeran ên demokratîk ve bi awayên cuda tê pîrozkirin. AKP ji bo ku alîgirên xwe zêde bike û cewher û naveroka 1’ê Gulanê ji wateya wê dûr bixe di sala 2008’an de biryar da ku 1’ê Gulanê weke roja ked û hevgirtinê were pîrozkirin. Di sala 2009’an de bi yasayekê 1’ê Gulanê weke betlaneya fermî îlan dike. Lê belê hem li Tirkiyeyê û hem jî li Kurdistanê tim têkoşîna ji bo 12’ê Gulanê di çarçoveya wateya xwe de were pirozkirin, heye.

Hewce ye 1’ê Gulana sala 2024’an cudatir be

Helbet wate û girîngiya 1’ê Gulanê zêde ye. Pirsgirêk û daxwazên bingehîn ên pir cidî hene ku hewce ye em di vê 1’ê Gulanê de wan derxînin pêş û ji bo wan têbikoşin. Ji ber vê yekê hewce ye 1’ê Gulana sala 2024’an cudatir be.

Ev 9 sal in ev dewleta tirk a faşîst û dagirker û desthilatdariya wê ya faşîst a AKP û MHP’ê, bi taybet Tevgera Azadiya Kurd li dijî hemû partî û rêxistinên şoreşger polîtîkayên tasfîyekirinê dimeşîne. Her wiha ev 9 sal in ev êrîşa bixwîn û terora dewletê bênavber berdewam dike. Hewce ye bê dîtin ku encamên vî şerê polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd ne tenê ji bo gelê Kurd derbasdar e, her wiha ji bo karker û kedkarên tirk jî derbasdar e.

Ji ber vê yekê hewce ye 1’ê Gulana sala 2024’an ji daxwazên karkeran ên di çarçoveya aboriê de wêdetir be.  Çimkî heya ku ev şerê dagirkeriyê bi dawî nebe, jiyana çîna karker û kedkarên Tirkiyeyê wê xirabtir bibe. Dagirkerî, zilm û zext wê zêdetir bibe. Çimkî gelek nirxên nirxên karker û kedkaran ji bo vî şerê qirêj ê ji aliyê dewletê ve tên xerckirin. Ne tenê ji bo tang û top û çekan di heman demê de ji bo endamên xwe yên ku şerê psîkolojî kûrtir dikin û terîqatên xwe jî xerc dikin.

Hemû jî girêdayî vî şerê qirêj polîtîkayekê dimeşînin. Fatûreya van kiryarên xwe yên qirêj jî ji karker û kedkaran re tê birîn. Ji ber vê yekê jî tiştên ku hewce ye di 1’ê Gulanê de werin pêşxistin, ev in.

Ruh û hişmendiya 1’ê Gulanê her tim zindî maye

Di têkoşîna azadî, demokrasî û sosyalîzmê ya gelên Tirkiye û Kurdistanê de cihê 1’ê Gulanê çi ye?

DÛRAN KALKAN: Ez 1’ê Gulanê Roja Yekîtî, Hevgirtin û Têkoşînê li hemû karker û kedkaran, jin û ciwanan û gelên kedkar pîroz dikim. Di şexsê şehîdên Taksîmê de hemû şehîdên me yên 1’ê Gulanê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bibîr tînim.

Di nava 35 salên dawî de, gelek tişt li ser nirxên sosyalîzmê yên li cîhanê nîqaş çêbûn. Em dikarin bêjin ku hema hema her tişt hatiye nîqaşkirin û tê nîqaşkirin. Lê belê nirxê herî girîng ê ku nayê nîqaşkirin, bê nîqaş tê qebûlkirin û ji girîngî û nirxê xwe tiştek winda nekiriye, 1’ê Gulanê ye. Ew hişmendî û ruhê ku weke roja yekîtî û têkoşînê ya çîna karker tê pênasekirin, di rastiyê de îro jî bi heman rengî ye.

Ji hemû nîqaşên din wêdetir, gelek derdor neçar dimînin ku hêz û nirxê 1’ê Gulanê qebûl bikin. Bindestan; Karker û kedkar, gelên kedkar, jin û ciwan hîn zêdetir vê hişmendiyê bi dest dixin. Hê bêhtir xwedî li vê nirxê derdikevin. Em hêvî dikin ku di 1’ê Gulana 2024’an de ev rewş derkeve asta herî jor. Ji ber çi? Helbet ji ber wateya wê ye.

Nirxê sereke yê 1’ê Gulanê ew e ku roja bîranîna şehîdan e. Ev nirx bi ked, xwêdan û xwînê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê hêzên desthilatdar çi bikin jî nikarin bindestan û kedkaran ji hişmendiya rast dûr bixin.

Serî li gelek lîstikan hatiye dayîn û hîle hatine kirin, lê belê hêza bandorê ya 1’ê Gulanê ya ku hişmendiya gel bilind dike, xurt dike û dixe tevgerê, ti carî ji holê ranebûye. Heman tişt ji bo Tirkiye û Kurdistanê jî wisa ye.

Di dema ku me jiyan fêm kir û fikrên çep nas kir de, ji bo vê rojê digotin ‘Cejna biharê.’ Dîsa jî betlane hebû, em xwendekar bûn. Ciwanan di wan şert û mercên 12’ê Îlonê de karîn cejnê veguherînin hişmendî û rêxistinbûyînê. Min cihê xwe di nava vê de girt. Ji bo pîrozkirinê em diçûn çolan, lê ne mîna cejneke biharê me pîroz dikir. Mîna roja li hev kombûnê, roja perwerde û naskirina fikrên sosyalîst, fikrên azadiyê, fikrên rizgariya karker û kedkaran bû. Di 1’ê Gulanê de em fêrî heqîqet, rastiya jiyanê, rastiya cîhanê, kedxwarî, bindestî, zordarî, faşîzm, kapîtalîzm, emperyalîzm, sosyalizm bûn. Hema hema di 1’ê Gulanê de em fêrî her tiştî bûn. Eger em bala xwe bidin Tirkiyeyê; di pêşketina tevgera karkeran, tevgera sosyalîst de gelek faktor hene, lê ruh û hişmendiya 1’ê Gulanê yek ji faktorên herî bingehîn e. Ruh û hişmendiya Roja 1’ê Gulanê her tim zindî maye, rastî maye. Her tim di kesayet, hişmendî û ruhê karker û kedkaran de jiyaye.

Îro jî ruhê 1’ê Gulanê ya herî zindî ye

Ya ku îro li Tirkiyeyê herî zêde zindî ye, ruhê 1’ê Gulanê ye. Em hema hema her sal vê rastiyê dibînin. Em ê vê 1’ê Gulana 2024’an zêdetir bibînin. Ji ber ku şert û merc ji bo wê guncaw in. Li aliyekî zilma faşîst, zordarî, kedxwarî heye. Li aliyê din, li dijî faşîzmê têkoşîneke gelekî xurt tê meşandin.  Ji bo hilweşandina faşîzma AKP û MHP’ê li Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîneke mezin heye. Bi kurtasî faşîzm pêl bi pêl hildiweşe. Di vir de têkoşîn diyarker e. Têkoşîna li dijî sîstema faşîst, mêtinger, qirker, zîhniyet û siyasetê ev yek raxistiye pêş çavan. 1’ê Gulanê jî di vê têkoşînê de roleke bingehîn lîst. 1’ê Gulana îsal wê bibe lûtkeyeke nû ya vê têkoşînê.

Têkoşîn li dora berxwedana çekdarî bi pêş ket. Hişmendiya 1’ê Gulanê her tim di berxwedana çekdarî de rolek pêşvebirinê ya xurttir lîstiye. Her 1’ê Gulanê têkoşîn bêhtir bi pêş xist. Çalakiyên mezin ên gerîla çêbûn. Me şehîdên mezin dan. Gerîla jî xwedî şehîdên Mezin ên Meha Gulanê ye. Di dema amadekariya pêngava gerîla de, 2’ê Gulana 1983’an fermandarê me yê gerîla Mehmet Karasûngûr şehîd bû. Dikare weke şehîdekî 1’ê Gulanê bê dîtin. Piştî 15’ê Tebaxê gerîla her di 1’ê Gulanê de hemle kir. Di sala 85’an de li Garzanê şehadeta Ramazan Kaplan û koma wî pêk hat. Mehmet Emîn Aslan di sala 88’an de li Mêrdînê şehîd bû. Endamê komîteya navendî ya partiya me bû. Di encamê de 1’ê Gulanê bû meha me ya şehîdan. Ev hişmendî, ev rastî îro jî dewam dike. Yanî hêzên desthilatdar çi dikin bila bikin wê nikaribin 1’ê Gulanê ji hişmendiya bindest û karkerên Tirkiyeyê, an jî gelê Kurd jê bibin. Ruhê 1’ê Gulanê û têkoşîna ku bi vê hişmendiyê re mezin dibe û belav dibe, wê hê xurtir be.

Niha rewşa têkoşîna çîna karkeran çawa ye? Der barê têkoşîna gelan a li Tirkiye û Kurdistanê, cihê wê di têkoşîna demokrasî û sosyalîzmê de û bandora wê ya li ser gelan dikare çi bê gotin?

FERZAT CAN: Bi giştî rewşa tevgera çîna karker a cîhanê û yên li Tirkiye û Kurdistanê dişibe hev. Îro şert û mercên me yên ji duh gelekî cudatir hene, ji bo geşkirina têkoşînan şert û mercên me zêdetir in. Di vî warî de divê xebatên 1’ê Gulanê ji bo polîtîkayek rast û ajîtasyon-propaganda bibe wesîle. Yanî divê em hêza hilweşîner û avaker a çîna karker, hêrsa xizanan, vîna azadiyê ya jinê ya di 8’ê Adarê de derket holê, her wiha vîna gelê Kurd a xwedîderketina li Rêbertiya xwe û azadiya xwe di Newrozê de, bi awayekî girseyî di 1’ê Gulanê de nîşan bidin.

Divê em bixebitin ku ekolojîstan tevlî vê têkoşînê bikin. Ji ber ku AKP’ê ne tenê jiyana karker û kedkaran tine kiriye, cîhana lê dijîn jî herimandiye. Erdnîgarî xera kir, erdnîgariya Tirkiye û Kurdistanê tine kir. Wan hemûyan yek bi yek firot emperyalîstan û yekdestiyên hevkar ên herêmî. Yanî em bi xeteriyeke mezin re rû bi rû ne. Bi taybetî Hêzên Têkoşîna Yekbûyî, Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan neçar in di vê nuqteyê de têkoşîneke gelekî xurttir bimeşînin.

Li Kurdistanê şerek diqewime. Li Rojava şerekî ya dagirkeriyê, mêtingeriyê tê meşandin. Li Başûrê Kurdistanê jî heman tişt e. Fatûreya van hemûyan bi karker û kedkarên li Tirkiyeyê tê dayîn û ev yek dibe sedem ku karker û kedkarên li Tirkiyeyê hîn bêhtir bi hilweşînê re rû bi rû bimînin. Di vî şerê qirêj de ne tenê zarokên xwe winda dikin, siberoja wan jî tê tinekirin. Bi taybetî divê hêzên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan xebatek xurt bidin meşandin û vê rastiyê bi çîna karker û kedkaran bide fêm kirin. Hûn dizanin, em dibêjin “siberoj di sosyalîzmê de ye”, yanî rizgariya mirovahiyê di sosyalîzmê de ye.

1’ê Gulanê nêzîk dibe. Di pêvajoyeke wiha de gelê Tirkiyeyê, kedkar û gelên Kurdistanê û dikarin bersiveke çawa ji vê pêvajoyê re peyda bikin û berpirsiyariyên wan çi ne?

DÛRAN KALKAN: Hewce ye wateya 1’ê Gulanê rast were fêmkirin. Ji bo ku 1’ê Gulanê ji wateya wê rastîn dûr bixin, serî li her cure polîtîka û kiryaran didin. Êrîşên li dijî vê rojê gelek in. Her çend 1’ê Gulanê roja têkoşîna li dijî êrîş, komkujî û zextên serdest û hêzên dewletparêz jî be yên ku hewl didin ku 1’ê Gulanê weke nirxekî xwe nîşan bidin jî hene. Hewce ye tu kes bi vê yekê nexape.

Têkoşîna li dijî wan kiryarên qirêj gelekî girîng e. 1’ê Gulanê roja karkeran, daxwaza mafên kedê, berxwedan, yekitiya karkeran û hevgirtinê ye yanî  roja rêxistinbûn û hevgirtina zêdetir e. Nêzîkbûna ras ya ji vê heqîqetê re şert e.

Em tevgereke kedê ne û xwedî yekitiyê ne

Heya ku desthilatdarî û pergala dewletê hebe wê di nava civakê de cudahiyên çînî jî hebin. Desthilatdar, hêzên ku  zilmê dikin hene lê belê bindest, karker, kedkar û jin jî hene.  Her wiha ciwan weke beşeke pêşeng a bingehîn a vê civakê ne.  Ji ber vê yekê jî têkoşîna çînî jî heye.

Em têkoşîneke bi vî rengî jî dimeşînin. Jixwe navê partiya me; ‘Partiya Karkeran e.’ Ango em tevgereke kedê ne. Em tevgereke mezin a yekîtiyê ne. Em têkoşîneke fedaî dimeşînin. Em hêzeke şervan in. Ji ber wê yekê hewce ye em wateya wê baş fêm bikin. Hewce ye em girêdayî bingeheke rast û kartêker binirxînin. Hewce ye em hemû cudahiyên çînî bibînin û fêm bikin.

Mezinbûn, kartêkerbûn û serkeftina têkoşîna jinan a girêdayî bingeheke rast jî têkildarî bingeha çînê ye ku ew jî alîyekî gelekî girîng ê têkoşîna îdeolojîk e. Em dikarin 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji vê yekê re weke mînak nîşan bidin.

Di vê çarçoveyê de em hewl didin ku nirxên 1’ê Gulanê rast fêm bikin û dîsa hewl didin ku bi awayekî xurt temsîl bikin. Her wiha pratîkbûn, rêxistinbûn û çalakî jî gelekî pêwîst in. heye. Tew ji bo vê pêvajoyê gelekî pêwîst in. Em hêvî dikin ku pêvajoya 1’ê Gulanê wê bibe wesîleya vê yekê. Me weke Partî û Tevgera Şoreşger a Yekbûyî heya niha têkoşîneke wiha bi awayekî xurt û kartêker meşandiye. Ji niha û pê ve jî em ê li ser xeta serkeftinê  vê têkoşînê bimeşînin.

Me di pêvajoya derbasbûyî de ev yek dît. Hevrêyê me Ferzat ev yek bi kurtasî bilêv kir. 8’ê Adarê bi rastî jî bû lûtkeya vê yekê.  Newroz jî wisa.  Encamên van weke têkçûna AKP û MHP’ê ya di hilbijartinan de derdikevin pêşiya me ku derbeyeke mezin xwar faşîzma AKP û MHP’ê.

Niha 1’ê Gulanê wê bibe lûtkeya sosyalîstan ya ku rizgarbûna bindestan û hevgirtina kedkaran îfade dike. Ji bo vê jî em bi hemû hêza xwe, xwe seferber dikin û têkoşînê girêdayî vê bingehê dinirxînin. Em di wê baweriyê de ne ku 1’ê Gulana sala 2024’an wê têkoşîna pêvajoyên derbasbûyî pêştir bixîne  û wê têkoşînê bigihîne lûtkeyeke nû.

Em her cihî veguherînıi Taksîmê, bikin roja hesabpirsîna ji AKP’ê

1’ê Gulana 2024’an nêz dibe. Di vê çarçoveyê de peyamên we çi ne?

FERZAT CAN: Di serî de ez vê bêjim. 1’ê Gulanê ku roja yekîtî, têkoşîn û hevgirtina çîna karker a Tirkiye û Kurdistanê ye, her tim bûye rojeke têkoşînê, kêliyeke pir taybet û siyasî ya têkoşînê. Ez hêvî dikim ku ev 1’ê Gulanê di derketina têkoşîneke pir xurttir a karker û kedkaran, bindestan û gelên me de li dijî hilweşandin, zext û terora ku faşîzma AKP-MHP’ê afirandiye bibe wesîle.

Bê guman Taksîm qadeke ku bi xwînê hatiye qezençkirin. Bê guman divê li Taksîmê berxwedan bê kirin. Divê li ber xwe bidin, lê di heman demê de pêwîste li hemû bajarên Tirkiye û Kurdistanê dirûşma me ya “Her der Taksîm e, her der berxwedan e” bi cih bînin. Îro divê hemû karker û kedkar, bi taybetî gelê Kurd, pêşverû, şoreşger, Elewî, jin, ciwan û rewşenbîr, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ku şer îlan kiriye, her cihî veguherînin Taksîmê û di bin banê yekîtî, hevgirtin û têkoşînê ya 1’ê Gulanê de li ber xwe bidin. Di vî alî de teqez pêwîst e ruhê serhildana Gezî, berxwedanên Kobanê, ruhê Newrozê, 8’ê Adarê û ruhê jinên kedkar ên cîhanê biherikin qadên 1’ê Gulanê. Divê veguhere rojeke hesabpirsîna ji AKP’ê. Ez careke din 1’ê Gulanê li çîna karker a Tirkiye û Kurdistanê pîroz dikim.

DÛRAN KALKAN: Bi rastî jî 8’ê Adarê û Newroz derketineke girîng bû. Em di wê baweriyê de ne ku karker, kedkar, gelê Kurd, hemû gelên Tirkiyeyê, jin û ciwan wê 1’ê Gulanê vê derketinê derxin asta herî jor. Ji 10’ê Cotmehê û vir ve em pêngava azadiyê bi armanca çareseriya pirsgirêka Kurd û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku belavî hemû cîhanê bûye dimeşînin. Em di wê baweriyê de ne ku di 1’ê Gulana îsal de wê gelê me, jin û ciwanên me vê pêngavê bigihînin astek nû. Banga me li ser vê bingehê ye. Pêngava me ya azadiyê, pêngava şoreşa demokratîk a Tirkiyeyê ye.

Azadiya Kurd û demokrasiya Tirkiyeyê mîna goşt û neynûkê di nav hev de derbas bûye. Şoreşa azadiyê ya Kurdistanê û şoreşa demokratîk a Tirkiyeyê bi vî rengî di nava hev de ne. Hevrêyên HBDH’ê bi vî rengî fêm dikin. Hişmendiya HBDH’ê li ser vê bingehê ava bû. Li ser bingeha têkoşîna şoreşgerî ava bû. Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne ku 1’ê Gulanê pêngava azadiyê ya ku em li Kurdistanê dimeşînin wê bi xurtî bi pêş bikeve û weke pêngava şoreşa demokratîk a li Tirkiyeyê bigihêje lûtkeyê. Hemû karker, kedkar, jin, ciwan û hemû bindestên li Tirkiyeyê wê teqez vê 1’ê Gulanê bikin roja hesabpirsîna ji sîstema faşîst, mêtinger û qirker. Baweriya me li ser vê bingehê ye. Li ser vê bingehê ez bang li gelê me, jin, ciwan, karker û kedkaran dikim ku bi awayekî xurt tevlî çalakiyên 1’ê Gulanê bibin û 1’ê Gulanê bikin lûtkeyeke nû ya pêngava me ya azadiyê ya cîhanî. Ez bawer dikim; Di 1’ê Gulanê de li Kurdistan, Tirkiye û tevahiya cîhanê bi mîlyonan mirov wê dirûşma ‘bijî azadî, bijî 1’ê Gulanê, bijî sosyalîzm’ berz bikin. Li ser vê bingehê ez 1’ê Gulanê li hemû bindestan pîroz dikim û şehîdên me bi rêzdarî bibîr tînim.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar