Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

1’ê Gulanê, Cejna Remezanê û berxwedana kurdan

Cejn ji bo hemû neteweyan rojên pîroz û girîng in.  Wextê mijar dibe kurd her tişt diguhere. Di cejnan û rojên girîng de jî neyarên kurdan dest ji  faşîzma xwe benadin û bênavber êrîş dikin. Ne neyarê kurdan wekî neyarên din e û ne jî xayinên kurdan wekî xayinên din e. Îsal jî kurd di bin bombeyên çekên kîmyewî, xayintiya malbata Barzanî û partiya wan PDK’ê de cejnê pêşwazî dikin. Gelê kurd wekî her sal dîsa di nava şerekî dijwar de cejnan pêşwazî dike.

Dewleta dagirker a tirk ji bo kurd negihêjin mafên xwe û azad nejîn serî li hemû cureyên faşîzan dide. Ji bo vê jî tu pîvanan nas naske.  Dewleta dagirker a tirk tenê êrîşî neteweya kurd nake, ew êrîşî her tiştên gelê kurd dike û dixwaze ji holê rake.  Çiyayên Kurdistanê yên bi xêr û bereket bi çekên kîmyewî jehrî dike. Ajal û nebatên Kurdistanê tune dike. Gerîla li hemberî hoveke ku ewqasî ji mirovahiyê dûr ketiye li ber xwe didin. Ev berxwedana gerîla êdî hatiye asta têkbirina vê faşîzmê. Ev faşîzm dixwaze bi destên xayinên mîna malbata Barzanî emrê xwe dirêj bike. Jixwe ev malbat bûye cerdevanê ev pergala têkçûyî. Duh êşîrên xwefiroş didan pêşiya dagirkeran û êrîşî kurdan dikirin, îro malbata Barzanî jî bûye yek ji wan xwefiroşan.

Ev malbata xayin heta tayê porê xwe ketiye xizmeta dewleta dagirker a tirk. Ji çapemeniya wan bigirin heta leşkerên wan (Bi zanebûn ez nabêjim pêşmerge. Ji ber ku pêşmerge cangoriyên Kurdistanê ne. Ev malbat û leşkerên wan ên xwefiroş vî navî heq nakin) mîna gurên har êrîş dikin. Çend roj berê bawer im bala we tevan kişand. Nûçeyek di çapemeniya vê malbatê de hat weşandin. Ew nûçe mejiyê wan bê çiiqasî qirêj bûye û di xizmeta neyarên Kurdistanê de ye nîşan dide. Xuya ye ew nûçe ji hêla şerê taybet a tirk ve hatiye amadekirin. Berê belgeyên ku çapemeniya wan ji hêla sîxurên tirkan ve hatine avakirin, derketibû holê. Bi vê nûçeyê ev belge careke din piştrast bû. Di nûçeyê de angaşt dikin ku wan hezar û 200 maskeyên gaza kîmyewî yên ji gerîla re diçûn desteser kirine. Ev malbat heta tayê porê xwe ketine xizmeta dagirkerên Kurdistanê.

Ev jî tê vê wateyê; dewleta tirk çiqasî çekên kîmyewî bi kar tîne jî nikare berxwedana gerîla bişkîne, bi desteserkirina van maskeyan hewl didin ku vê berxwedana ji pola têk bibin. Ne gelên Kursditanê û ne jî erdnîgariya Kurdistanê heta niha xayintiyeke wisa vekirî û aşkera nedîtiye. Destê vê malbata xayin di xwîna her kurdên şehîd dikevin de heye. Destên wan di xwîna kurdan de ye, dilê wan di xizmeta dagirkeran de ye û deqa xayintiya her tim li ser eniya wan e.

Ligel bikaranîna çekên kîmyewî, xayintiya malbata xayin ku bi neyarên Kurdistanê re êrîşî gerîla dike û ji bo gerîla bi çekên kîmyewî şehîd bikevin maskeyên gaza kîmyewî desteser kirin jî  gerîla bi berxwedana xwe destanê dinivisîne. Tişta ku dagirker û malbata xayin fêm nakin ev berxwedan ji pola ye. Bêguman gerîla vê hêzê ji hêz û berxwedana Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û dîroka gelên Kurdistanê digire. Ji ber vê yekê çiqasî hejmara xayin û dagirkeran zêde bin û çiqasî hovane êrîş bikin jî li berxwedana gerîla asê dimînin. Emrê wan pir kurt maye.

Niha tişta divê baş were fêmikirin û kêm mayî ev e; berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn, Metîna û seranserê Kurdîstanê tê meşandin, dagirker û xayinên Kurdistanê aniye ber têkçûnê. Êdî em ketine pêvajoya encamgirtina têkçûna wan. Em çiqasî bi awayeke xurt xwedî li berxwedana gerîla derkevin ewqasî wê zû wê têk biçin.

Bi hêviya dagirker û xayinên Kurdistanê di demeke herî zû de têk biçin, deriyê zindanan vebe û gelên Kurdistanê azad bijîn, Cejna Karkeran û Cejna Remezanê li hemû berxwedêrên ji bo mirovahiyê têdikoşin û gelên bindest ên ji bo azadiyê têdikoşin bi dil û can pîroz be.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar