Îro 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cihanê ye, ku yek ji pîrozbahiyên herî berbelav ên cihanê tê hesibandin. Ji ber ku li 132 welatan her sal ji bo vê rojê çalakiyên taybet tên lidarxistin û tê bîranîn. Her wiha li hinek welatan bêhndana gişt tê dayîn. Lê li erebistana Siûdî, Eman û Afganistanê bi tu awayî wek roja cihanî ya karkeran nayê destgirtin, ne bêhndan tê dayîn ne jî ji bo rêzgirtina li karkeran çalakiyet tê lidarxistin.
Kevneşopiya 1’ê Gulanê
Roja 21’ê nîsana sala 1856’an de karkerên Awustralya ji bo 8 saetan karbikin ku 12 heta 14 saetan kar dikirin xwepêşandanek li darxistin. Dema ku karkeran zanîn çalakiya wana encama bi xwe re tîne, hemû salek di wê rojê de ji bo bicihanîna xwestekên xwe xwepêşandan lidarxistin. Ev yek weke çandek lêhat û li welatên din jî belav bû.
Bi pêşkeftina pîşesaziyê re karkirin zêde bû, lewma karkerê bi yek dolar û 50 sentan rojane 10 heta 16 saetan kar dikirin. Tu şert û mercên tendirustiyê yên karkirinê nebûn. Selametiya karkeran nebû. Bi awayek ne mirovane nêzî karkeran dibûn.
Di sala 1866’an de Komeleya Karkerên Navneteweyî dema karkirina karkeran 8 saet diyar kir û diyar kir ku sînorê yasayî yê dema karkirina rojane mercê pêşine.
Di 1’ê Gulana sala 1886’an de li Amerîka zêdetirî 340 hezar karkeran dest ji kar berdan û grev ragihandin. Piştî çend rojek polîsan di 4’ê Gulanê de li bajarê Haymarketê de êrîşê ser karkeran kirin û gelek karkeran jiyana xwe ji destdan.
Di sala 1889’an de Kongreya Karkeran a Navneteweyî hat lidarxistin. Di kongreya ku 400 delege tê de beşdar bûyîn de biryara dema kar a 8 saetî di rêza yekem de cih girt. Kongreyê jî daxwaza nûnerê karkerên Bordeauxê Lavîgne erê kir û 1’ê Gulana sala 1890’î wek roja karberdan û pîrozkirina roja kedkaran a cihanê hat qebûlkirin. Roja 1’ê Gulanê bû roja yekîtî, piştgirî û têkoşîna Karkeran. Ji wê demê heta niha di vê rojê li seran serî cihanê karker dadikevin qadan û bi çalakiyan daxwaza mafên xwe dikin. Heta niha jî li gele welatan li dijî karkeran êrîş pêk tên û berdêlê didin.
Nêzîkatiya hikûmeta başûrê Kurdistanê ya li hember 1’ê Gulanê
Li başûrê Kurdistanê, ji ber nebûna yasaya kar, karkerên di destê xwediyên sektora taybet de, bi mûçeyên kêm, bêyî şert û mercên herî bingehîn û alavên ewlehiyê, bi giranî dixebitin.
Salane karkerên Herêma Kurdistanê ji bo bi destxistina mafên xwe di roja karkerên cîhanê de çalakiyên renga reng dikin. Lê, agahiya gelekan ji vê rojê nîne û li ser mafên xwe bêdeng in.
Salane li başûrê Kurdistanê karker li ser kar bi bûyerên cuda rû bi rû dimînin. Ji ber bûyeran hinek jiyana xwe ji dest didin û hinek jî seqet dimînin.
Her wiha ne hikûmeta Herêma Kurdistanê ne jî xwediyên sektora taybet, tu tazmînatek ji bo karekerên ku seqet dimînin yan jî malbatên karkerên jiyana xwe ji dest didin, nadin.
Heta niha li Herêma Kurdistanê yasaya taybet a kar nîne. Salene hikûmeta başûrê Kurdistanê û Wezareta Karûbarên Civakî di merasîm û çalakiyên 1’ê Gulanê de, propagandeya nivîsandina yasa kar û misogerkirina mafê karkeran dikin, lê heta niha ew sozên ku dane, di gotinê de mane.
Hêjayî gotinê ye ku Weşana Dengê Karker bi daxuyaniyekê ragihand ku di sala 2022’yan de 24 karker li Hewlêrê, 21 karker li Silêmaniyê, li Helebce 5 û Dihokê jî 9 karker li ser kar jiyana xwe ji dest dane. Her wiha diyar kir ku ji serê sala 2023’yan ve jî li Hewlêrê 5 karker, Silêmanî 6, Helebce 1 û Dihokê 2 karker li ser kar jiyana xwe ji dest dane. Herwiha li dervey herêmê jî 6 karker jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daxûyaniyê bi giştî di nava 16 mehên borî de 79 karker li cihên kar jiyana xwe ji dest dane.