Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

1’ê Îlonê Roja Aştî ya Cîhanê

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Gelo ev roj jî weke gelek rojên din ên navdar, li gorî navê xwe tê pêşwazîkirin an pîrozkirin? Ka em bala xwe bidinê.

Li gorî sedemên ev roj wisa hatiye binavkirin, ji ber ku rojek pir hêja û watedar e. Her wiha diviya li gorî van sedemên xwe, pir bi rûmet bihata pêşewazîkirin, bihata bibîranîn û pîrozkirin.

Êrîş û dagirkirina Arteşa Nazî ya Polonyayê di 1’ê Îlona sala 1939’an de pêk hatibû. Her wiha ev roj weke dîroka destpêkê ya Şerê Cîhanê ya Duyemîn jî tê naskirin. Weke tê zanîn di vî şerê cîhanî de bi milyon însan hatin kuştin û ji vê hejmarê zêdetir jî hatin birîndarkirin.

E ha ji bo mirovahî, ji vî şerê mirovkuj dersan bistîne, ji bûyer û siyasetên wisa qirêj dûr bisekine, li pêşiya van armancên xerabkar bibin asteng û bend, vê roja ku bûye nîşana şerekî wisa malxerab ê mirovahiyê, her wext nebe jî,  ji bo mirovahî qene salê carekê be jî bîne bîra xwe, bi navê Roja Aştî ya Cîhanê ji aliyê saziya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve, di sala 1981’an de hatiye pejirandin.

Wê wextê 1’ê Îlona sala 1939’an bû, niha 1’ê Îlona sala 2021’an e. Di navberê de 82 sal derbas bûye. Di 1’ê Îlona wê salê de, Şerê Cîhanê ya Duyemîn destpêkiri bû, di 1’ê Îlona vê salê de pêvajoya Şerê Cîhanê ya Sêyemîn destpê kiriye. Gûman heye ku vê carê,  ji her du şerên cîhanê zêdetir mirovahî zirar û ziyanê bibîne. Ji ber ku çekên mirovkujiyê zêdetir bûne!

Ev tê çi wate yê?

Tê wateya ku li gorî wan gotinên li destpêkê hatin kirin, ev roj nehat watedarkirin, nehat pêşwazîkirin û qedrê wê nehat girtin. Dewlet û sazî û hêzên ku erkdar û peywirdar bûn bi vê roja pîroz û hêja ve, li gorî dihat xwestin bi karê xwe ve ranebûne! Nexasim rêxistina yekser erkdar û peywirdar bû bi vê roja qedirbiha ve, Neteweyên Yekbûyî(NY) bû. Helbet rexneya mezin jî dibe para vê rêxistinê.

Bêgûman rêxistinên wisa di asta cîhanî de xwedî erk û peywir, di encama gelek hewldan û xebatên rêzdar de hatine damezrandin. Her wiha vê rêxistinê jî di çaxên destpêkê de hinek karên bi rûmet jî kirine. Lê mixabin sal bi sal, bandora dewletên giregirên cîhanê li ser zêdetir bû û gav bi gav ji naveroka xwe dûr hat xistin.

Jixwe mijarek sereke ya vê rêxistinê, ji navê wê ve destpê dike. Ji ber ku navê wê ne rast e; ev rêxistin nûnertiya netewan nake, nûnertiya dewletan dike. Lewma divê were sererastkirin; Neteweyên Yekbûyî (NY) rabe, şûna wê rêxistina Dewletên Yekbûyî (DY) were danîn. Hema ji nav jî bêhna xapandinê jê tê. Eger rast bûya, diviya di wê rêxistinê de cihê nûnerên neteweyên kurd, asûrî-suryanî, filistînî û hwd. hebûna. Bi tenê nûneren dewletan li wir cih digirin û biryaran ji bo hemû cîhanê distînin!

Lewma niha rûmeta vê rêxistina di nava gelan de, hema hema nema ye. Jixwe, ger karibe carekê biryarek baş bistîne jî, ger ne bi dilê filan dewletê be, ew dewlet dikare wê biryarê nasneke û pêlêkê derbas be!

Ger ji bo Kurdistanê em bala xwe bidinê, gelo çi biryarek hêja hatiye standin? Ma li her deverê Kurdistanê, her roj komkujî, qirkerî, talan û wêran pêk nayên? Ev sûcên mirovahî li ber çavê hemû cîhanê û bi taybetî li ber çavê NY’yê pêk nayên, ma ka yek gotinek tal ji van dewletên mêtinger û qirkeran re dibêje?

Hema niha di vê Roja Aştî ya Cîhanê de jî, rayedarên payebilind ên van dewletan ew ê rabin gotinên qelew bikin, pesnê vê rojê bidin lê kiryarên wan hemû li dijî cewherên van rojên pîroz in.

Êdî divê herkes van siyaset û kiryarên rast û nerast ji hev derxin û ne bendewarên tu hêz û kes û dewletan bin, hêvî û baweriya xwe bidin ser hêza xwe û îradeya xwe ya azad.

Li ser vê bingehê bila hemû roj bibin rojên aştiyê ji bo gelê me û hemû mirovahiyê!

Nûçeyên Têkildar