Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

1’ê Mijdarê encama berxwedanî û fedakariyê ye

‘Ne hêsan e ku mirvo ji tunebûnê hebûnê ava bike. Ji ber hem fedekarî dixwaze, hem kedê dixwaze.Bila xelkê cîhanê hemû baş bizanibin ku hema 1’ê Mijdarê ji ber xwe ve çênebû. Piştî berxwedanî û fedekariyên hêja 1’ê Mijdarê kirin Roja Kobanê ya Cîhanê.’

Nêrgiz Ismayîl |

Yek ji wan berhemên şoreşa berxwedaniya Kobanê damezirandina Radyoya Dengê Kobanê ye. Di nava şert û mercên bêderfetî de ava bû. Rewşen Berkel ku di beşa kurdî de cihê xwe digire, bi rêya Nêrgiz Ismayîl behsa wê azmûnên destpêkê ji rojnameya me re kir.

Rewşen Berkel diyar kir ku dema şoreş tê gotin divê bê zanîn ku mirov bi derfetên kêm destkeftiyan bi dest dixin û wiha got: “Ne hêsan e ku mirvo ji tunebûnê hebûnê ava bike. Ji ber hem fedekarî dixwaze, hem kedê dixwaze. Ne ji bo me tenê weke xebatkarên Radyoya Dengê Kobanê, ji bo hemû beş û saziyên ku hatine avakirin dibêjim. Bila xelkê cîhanê hemû baş bizanibin ku hema 1’ê Mijdarê ji ber xwe ve çênebû, ji ber xwe ve bi nav nebû. Piştî berxwedanî û fedekariyên hêja 1’ê Mijdarê kirin Roja Kobanê ya Cîhanê.”

Radyo dengê gel e

Berkel destnîşan kir ku wekî xebata ragihadinê di 2012’an de hat damezirandin û ev tişt anî ziman: “Ew hevalên ku bûn xwedî ked û avakirin em spasiya keda wan dikin, lê keda wan vala neçû, me jî berdewam kir. Radyoya dengê gel e, me jî xwest em bibin dengê berxwedanê yê Kobanê. Me xwest em bibin dengê berxwedanê. Li kêleka ku bi şoreşa Rojava re dimeşiya, şoreşa zihnî jî ji bo gelê xwe dida pêkanîn. Yanî ew kepûra civaka Kobanê jî ku ji hêla jinan ve pîvanên eşîrtî hene zehmetî tê de hebûn, me jî di wan hêlan de tevlibûna xwe çêkir û ew pîvan bêbaweriyê şikandin. A herî zehmet ku jinek kamere rakiriba, maykekê bixistiba destê xwe, Radyoya Dengê Kobanê vê şoreşê jî dida meşandin. Di hêla mafê jinan de kar kir.

Bandora şoreşa Rojava bi awayeke giştî kir, lê bi taybet jî şoreşa Kobanê hîn bi kûranî bandoreke ya mezin li dîrokê hişt. Heta di demê şer de jî Radyoya Dengê Kobanê weşana xwe nesekinand. Li cihê navenda ragihandinê weşana xwe dikir. Milet jî hêlekî kêfxweş dibû, ji ber di rêka radyoyê de dikarî bû agahiyan bigire, bizanibin çi dibe û rewşa giştî çawa ye. Kêlî bi kêlî nûçe didan. Dengê Kobanê bû çavkaniya gelek saziyên cîhanî û kurdî. Dema çeteyên DAIŞ’ê ketin, di radyoyê de jî wê demê xelkê Kobanê fêmkirin ku şer nêz bûye.”

Rêya nasandina herî baş çapemenî ye

Di axaftina xwe de Rewşen Berkel da zanîn ku ger bixwazin gelek bidin nasandin ew jî herî baş bi rêka çapemeniyê çê dibe û wiha pêde çû: “Ne ji çapeniya kurdî ba evqasî rastî nedihatin zanîn. Hêzeke bi navê YPG -YPJ’ê tev li berxwedaniyeke dîrokî kirin. Her çendî di demeke kin de hat rawestandin, lê bi mîksereke biçûk jî dest bi weşanê kir. Careke hêvî li gel xelkê Kobanê vejand. Wê demê bi taybetî ji bo şervanan weşan dikir. Hemû agahiyên ku ji eniyê ango ji deverên şer dihatin yekser didan, ji ber wê yekê baweriyeke mezin qezenc kir. Heta bi şervanên ku li ser tepeyan bûn li dengê Kobanê guhdarî dikirin û agahiya wan ji hemû rewşan çêdibû.

Car caran jî li ser radyoyê stran diyarî hev dikirin. Ev yek jî moral û heyecaneke gelekî xurt dida wan. Piştî wê jî careke din weşana xwe berfireh kir, belkî zehmetî hebûn, di aliyê peydakirina endaman de pirsgirêk hebû, di warê zimanê kurdî de jî lewazî hebû. Tê zanîn li rojavayê Kurdistanê jî ji bo çewisandina ziman û çanda kurdî çendî rê û rêbaz hatine bikaranîn ji hêla wan rejîmên li ser axa Kurdistanê. Ji ber dibistanên kurdî nebûn, lewma wê demê piştî şoreş destpê kir ciwanên ku baş bizanibin bi zimanê dayikê weşanê bikin, nebûn.”

Şoreşa ziman

Her wiha Berkel di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser şoreşa ziman jî û wiha bi dawî kir: “Ez dikarim bibêjim ku li kêleka şoreşa Rojava şoreşa ziman jî destpê kir. Ev jî gaveke serkeftî bû. Kelecaneke xweş bû, bi kurdî nûçeyan bixwîne, bi kurdî bernameyan pêşkêş bike, bi kurdî çanda xwe bide naskirin. Jixwe zarê Kobanê jî balkêş e. Astengiyeke me ya din jî hebû, ew jî ji ber nêzî sînor bû, dewleta tirk pêla radyoyê dibirî, qenalê tirk diavêtin ser frekansa wê. Lê Radyoya Dengê Kobnê xwedî dîrokeke. Tu herî kolanê û ji kê bipirsî dizane Radyoya Dengê Kobanê bi şoreşê re destpêkiriye, nesekiniye. Hevalên me jî weke şehîd Dilîşan Îbiş gihişte asta heqîqetê, ew jî ji me re ronîdariyê tînin. Heta em li ser vê erdnîgariyê hebin dê ragihandina kurdî jî bidome. 1’ê Mijdarê ji bingeheke berxwedanî hat binavkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar