Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...
Çarşamba - 9 Ekim 2024

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

‘Eyn Îsa di navbera herêmên xweser de wek pirekê ye’

Navenda Nûçeyan

Derbarê geşedanên dawî, kar û xebatên MSD’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de me hevpeyvînek bi Serokê buroya têkiliyên giştî yê MSD’ê Cîhad Omer re kir.

Cîhad Omer kar û xebatên MSD’ê, mijarên navxweyî, êrîşên dewleta tirk ên li ser Eyn Îsayê, nêzîkatiya dewletên garantor, rewş û helwesta rejima Sûriyeyê nirxand.

Xebatên MSD’ê çawa derbas dibin? Hûn ji asta xebatên xwe razî ne?

Wekî tê zanîn di destpêka sala 2019’an de di meha sibatê de me li Brukselê atolyeyek li dar xist. Armanca atolyeyê bi hev re karkirina muxalefeta Sûriyeyê bû, li ser vê bingehê komîteyeke amadekar hat diyarkirin. Bi vê komîteya amadekar me xebatên xwe heta sala 2020’î jî didomand. Bi nexweşiya koronayê re gelek xebatên me hem li welat hem jî li derveyî welat sekinîn. Dîsa jî wek MSD’ê me kar û barên xwe bi awayekî onlîne meşand. Çi li navendên me yên li Amerîka çi li Ewropa û çi jî li Misirê û li derdorên dîtir me xebatên xwe li gor derfetan berdewam kir. Ji bo fêmkirin û çareserkirina pirsgirtêkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me havînê gelek rêzecivîn lidarxistin. Piştî encamên van civînan me fêm kir ku divê li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîn bên kirin. Me li ser esasê bername û plansaziyekê hema bêje bi hemû beşên civakêre civîn lidarxistin. Me di 13 semîneran de li rewşenbîr, siyasetmedar, kesayetên civakî û gel guhdar kir. Ji sedî 60’î kesên ku tev li civînan bûn ji yên derveyî fikira Rêveberiya Xweser û Neteweya Demokratîk bûn. Yanî fikrên wan ên cuda hebûn. Armanca van semîneran ew bû ku hemû kes bikaribe nêrînên xwe bi awayekî azad û serbest ne li ser torên medyaya civakî, rûbirû bînin ziman. Me hewl da ku bi van fikir û rexneyan pergala neteweya demokratîk xurtir bikin.

Hûn rewşa Rojava bi giştî çawa dinirxînin û di qada navneteweyî de eleqeyek çawa heye?

Encamên van xebatan di kongreya ku 25’ê cotmehê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê çêbû hatin nirxandin û komîteyeke şopandinê hat avakirin. Me xwest di vê kongreyê de hemû pêşniyarên ku di di 13 semîneran de hatine kirin komê ser hev bikin û sererastkirinekê di pergal û xebatên xwe de çêbikin. Ev hemû di însiyatîfa MSD’ê de çêbûn. Dîsa bi alîkariya Rêveberiya Xweser, Heyeta Rûspî û Yekitiya Rewşenbîran ev xebat hatin meşandin. Ji bo xebatên me yên pêşerojê rewşeke erênî derket holê. Di heman demê de xebatên me yên ji bo herêmên di bin kontrola rejima Sûriyeyê de jî hebûn. Bi gelemperî 2020 salek pir zehmet bû. Gelek xebatên cuda hatin kirin, lê dîsa jî li gor ku me dixwest nebû. Plansaziya ku di sala 2019’an de me dabû ber xwe ji ber koronayê me nikaribû bicih bînin. Em wek MSD’ê di biryarên xwe de bi israr in. Armanca me ya sala 2021’an ew e ku li Sûriyeyê hinek guhertinên bingehîn çêbikin yanî em dixwazin xwe bigihînin hemû kesên li Sûriyeyê. Bikaribin têkiliyên xwe li her derê û bi her beşên civakê re deynin. Projeya Rêveberiya Xweser bikin projeya giştî. Em ê xebatên xwe yên siyasî bidomînin. Di aliyê dîplomasiyê de jî em hewl didin ku di civata navneteweyî de projeyên çareseriyê yên ku ji bo Sûriyeyê tên kirin de beşdar bibin. Wekî din jî em bibin hêza lobiyek xurt a dîplomasiyê ku bikaribin kiryarên çeteyên dagirker li Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê, Cerablûs, Bab û heremên ku dagirkirine li dijî wan jî bisekinin. Em dixwazin xebat û lîstikên dewleta tirk li ser tevahiya Sûriyeyê û bi taybet li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vala derbixin. Em ê di sala pêşiya xwe de van xebatan bimeşînin.

Nêzikatiya we wekî MSD’ê ji bo problemên navxweyî çawa ye û derbarê wê de hewldanên we çi  ne?

Niha ji bo pirsa Rojava yanî xebatek tê meşandin, asta şoreşa Rojava di nav cîhanê de cih girtiye çi ye? Bi teybet piştî tunekirina DAIŞ’ê asteke wê çêbûye, lê weke hûn jî dizanin hêzên derve bi teybet wekî Tirkiyeyê û hevkarên wê nahêlin di qada navneteweyî de ev herêm pêşengiya şoreşa Sûriyeyê bike û asteng dike. Niha şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûmûneya herî rast a serkeftî û herî bi ispat e di cîhanê de û ew li ser linga ye. Ispata wê jî ew e ku terefên mûxalefetê yên ku bi me re dikevin têkiliyê ji me re dibêjin “projeyên me îflas kirine û divê hêviya pêşeroja Sûriyeyê hûn bin”. Aliyek meseleyê wiha ye, ji aliyê din ve di nav kurdan de jixwe projeyek a lihevhatinên hin grubên siyasî yên kurd hene. Êdî kes nabêje diyalogên kurdî-kurdî, yên dibin diyalogên partiyên siyasî ne. Dibe ku carnan diyalog pêş bikevin dibe ku carnan asteng bibin û bisekinin, gelek caran siyaset li gor hêvî û daxwazan çênabin. Tu carna di medyaya civakî de dişopînî tu dibêjî qey wê siyaset tim bi pêş de here, na carna aliyên ku bi hev re rûdinin tiştên ne makul, şaş, nerast dibêjin, wê demê ji mecbûrî diyalog tê sekinandin. Hinek diyalog hene ku bi salan berdewam dikin. Lê di rewşa me de çiqas diyalog bibe û çiqas xîtaba kurdî yek be, wê hêzeke wê ya zêdetir çêbibe û ev ji bo me gavavêtineke, lê zehmetiyên van pêvajoyan jî hene. Divê mirov bi rêyên makûl nêzî meseleyan bibe, ne ji rastiyan dûr be. Yanî rastiya mirov çi be mirov li gor wê nêzîk bibe. Ku hêza min tune be û ez tiştên mezin bixwazim, dibêjin “rahiştina kevirê mezin ne elameta avêtinê ye” yanî ez bawer im rewşeke wiha tê jiyîn.

Niha di pirsa navxweyî de du nêzîkatî hene: yek problemên kurdan ên navxweyî ne û ya din jî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  ye. Em wek MSD’ê dixwazin hemû pirsgirêkên pêkhateyên Sûriyeyê bi diyalogê çareser bikin, ne bi rêyên çekdarî. Di nav ereb, kurd û sûriyaniyan de dixwazin problemên heyî çareser bikin. Gavên ku tên avatên baş in lê nebes in. Em hêvîdar in ku hîn bêhtir nêzî me bibin. Di sînorê makûl de nêzî hev nebin jî divê dijminatiya hev jî nekin. Em mudexale nakin ji ber ku Mezlûm Ebdî û Amerîka vê însiyatîfê girtine û bi hev re dimeşînin. Em tim dixwazin karê wan hevala bi ser bikeve. Em dixwazin modela Rêveberiya Xweser bibe modela giştî.

Hûn van êrîşên dawî yên li ser Eyn Îsayê çawa dinirxînin û armanca van êrîşan çi ye?

Di derbarê êrîşên li ser Eyn Îsa hûn jî dizanin dewleta tirk nêzikatiyên xwe yên dagirkeriyê ji bo axa Sûriyeyê û bi teybet ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nedaye sekinandin. Divê tim ev di bala me de be ne tenê Eyn Îsa, fersend hebe dewleta tirk wê êrîşî hemû herêmên me bike. Ji ber ku du rastiyên ber bi çav hene; yek dewleta tirk naxwaze li ser navê kurdan tiştek hebe, ya din naxwaze li herêmên din jî pergala Rêveberiya Xweser a neteweya demokratîk bi ser bikeve. Nikaribû hemû di carekê de bide ber xwe ji bo wê beş beş da ber xwe. Piştî hilbijartina Jeo Bîden hesabên Tirkiyeyê li hev ketin.

Tirkiye li Eyn Îsayê dixwaze rêya M4 bi temamî têxe bin kontrola xwe. Yanî navbera Kobanî, Cizîrê û Reqqayê qut bike. Di navbera herêmên xweser de Eyn Îsa weke pirekê ye. Dixwaze hêza siyasî ya Rêveberiya Xweser bişkîne, bi girtina Eyn Îsa Rêveberiya Xweser hilweşînin. Bi vê yekê dixwazin bibêjin bi navê Rêveberiya Xweser tiştek nemaye. Tişta ku dewleta tirk fêm nake ev e, Rêveberiya Xweser bi girtina bajarekî hilnaweşe. Di bajarekî de be jî wê bimeşe, di gundekî de be jî wê bimeşe. Ji ber ku Rêveberiya Xweser bi gel û hêza zarokên gel hatiye avakirin û hemû pêkhate di nav de ne. Ji ber vê tu dagirker wê nikaribin Rêveberiya Xweser hilweşînin.

Çima  welatên garantor, Rûsya û Amerîka dengê xwe dernaxin, dema hûn nerazîbûnên xwe li hemberî van êrîşan nîşan didin çi bersivê didin we?

Hêzên garantor tifaqên hatine kirin li gor berjewendiyên xwe çêkirine. Ne  Amerîka û ne jî Rûsya naxwazin Tirkiyeyê ji destê xwe berdin û siyaseta wan tim a dar û gizêrê ye. Tirkiye dewletek NATO’yê ye û ji bo Amerîkayê girîng e. Bi hemen awayî Tirkiye ji bo Rûsyayê deriyê Ewropayê ye. Lewma her du jî dixwazin Tirkiye li aliyê wan be. Siyaseta Erdogan a binkeftî rê da Tirkiyeyê ku bêhtir ber bi Rûsyayê ve biçe. Ji ber vê çavên xwe ji kirinên Tirkiyeyê re digirin. Tenê ne li vir li Îdlib, li herêmên din jî pêk hat. Artêşa çeteyan gihiştibû nêzî Şamê, tifaqa Soçî ya ku li Astanayê pêk hat, hêzên tirk û rûs lihev kirin û çeteyên xwe li Îdlibê bicih kirin.

Ên ku ketin hundir êdî nikarin derkevin, fatûra ji bo yên ku bixwazin derkevin giran e. Ji bo wan Tirkiye girîng e yan bajarokek. Helbet ji bo wan Tirkiye girîngtir e, ji ber ku gelek tiştên wan ên cuda bi hev re hene.  Xebata esasî hêza me ya cewheriye ku em wê bi hêztir bikin. Yanî xebatên bi dewletên garantor re ne xebatên esasî ne, xebatên esasî xebatên cewherî, şoreşgerî û parastina gelê me ye. Heke hêza me ya cewherî nebe ne gengaz e ku hêzên garantor li me xwedî derkevin an jî li sozên dane xwedî derkevin.

Helwesta rejîma Sûriyeyê ji bo êrîşên li dijî Eyn Îsayê çawa ye?

Jixwe di Sûriyeyê de tiştek nemaye, Sûriye nikare xwe biparêze, eskerên wê rojane li her derî tên kuştin, nikarin parastina xwe bikin. Heke Sûriye ji Rûsyayê re bêje êrîşan bide sekinandin Rûsya dikare bide sekinandin, lê hêzeke Sûriyeyê ya ku karibe Rûsyayê îkna bike jî tune. Ev jî problemeke Sûriyeyê bixwe ye. Tiştên ku dibêje tenê di gotinê de dimîne û êdî kes qîmetê nade gotinê. Pêwist e Sûriye êrîşên li ser axa wê dibin qebûl neke û axa xwe biparêze, lê mixabin nikare van tiştan bike û kes jî jê hêvî nake.

Hevdîtinên we bi rejîma Sûriyeyê re berdewam dikin an na û heke hebin di çi astê de ne?

Hevdîtin bi rejîmê re demek dirêj e sekiniye. Hinek nîqaş çêdibûn, lê rejîma Sûriyeyê zîhniyeta xwe neguheriye û Sûriye tev ji dest biçe jî dîsa dibêjin reîsê vî welatî em in. Saddam, Yemen û Tûnûs jî eynî zihniyet bû. Ji ber wê deriyê dogmayên wan ji nîqaşan re girtiye. Rejîm hê jî dibêje ez li ser pêya me û bi wê baweriyê nîqaş dike û xwe dixapîne. Rewşa me ya demokratîk û baş sûîstîmal dikin. Dibîne ku em dixwazin Sûriyeyê biparêzin û wê demokratîk bikin, ne wekî grûbên dîtir xera bikin. Heta ku rejîm zihniyeta xwe neguherî ne tu diyalog pêşde naçin. Em ê tim hewldanên xwe bidomînin lewre têkoşîna me du aliye. Aliyek tu dixwazî dijberên xwe biguherî û aliyê din tu dixwazî destkeftiyên gel biparêzî.

Baş e, em spas dikin

Em jî spas dikin, di kar û xebatên we de serkeftinê dixwazin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar