Kurdan her ji bo dostaniyê û peywendiyên baş xwe nêzî her kesî kirine û di niyeta xwe ya dostaniyê û peywendiyê de rast û durûstbûn û durûst in.
Bi şerê li dijî DAIŞ’ê re ku ji Kobanê dest pê kir, peywendiya kurdan li gel welatên xeteriya DAIŞ’ê li ser xwe didîtin geş bû û desteka ku hat dayîn şervanên kurd girt. Kurd jî bi vê nêzbûn û peywendiyê kêfxweş bûn û germ nêz bûn. Ji ber ku armanc ew bû ku dawî li zilmê were anîn. Êdî gihişte asteke wisa ku van welatên rojavayî yên ketin nava hevkariya bi kurdan re, ji bo têk birina DAIŞ’ê hemû tişt pêşkeş kirin. Vê berxwedana ciwanên kurd jî li hemû welatiyên rojavayî deng veda, bandor kir û hişt ku ciwanên van welatan jî berê xwe bidin nava refên şervanên kurd. Vê jî dilê kurdan ê mezin ku pêşwaziya her kesî kirin bo DAIŞ ji holê rabe da xuyakirin.
Bi taybet em werin ser tevgera Fransayê di mijara nêzbûna ji kurdan re û siyaseta ku ew dixwazin dostaniyê li gel kurdan bikin. Kurdan jî ev nêzbûn bi dilxweşî pêşwazî kir û berdevk û rêveberên kurd li nava qesra Îlizê hatin pêşwazîkirin. Serokê Fransayê wê demê derket û çend cara pesna kurdan û qehremaniya wan da û dîsa serokê Fransayê vê demê Macron jî qala deyndariya cîhanê li hember kurdan kir. Ev yek jî hinekî bi mijara insanî ve girêdayî bû, ne mijara berjiwendiyên aborî. Erê rast e kurdan ji bo xwe şerê DAIŞ’ê kir û heta niha jî dikin. Lê Ewropa jî di serî de Fransa wan jî ji bo xwe destek dan kurdan. Lê dema ku ev hêza ku DAIŞ têk dibir rastî êrîşa hevkarên NATO ango dewleta tirk hat, van welatan destekek nedan gelê kurd. Bi taybet Fransa hinekî bertek nîşan dan, lê Efrîn, Serêkaniyê û Girêsipî hat dagirkirin. Di vê dagirkeriyê de her çiqasî bibêjin ku ew ne pê re bûn, lê me tu dijberiyeke cidî jî nedît.
Ji ber van helwestên Fransa li hember êrîşkariya dewleta tirk ser kurdan, hinekî rûyê dostaniyeke baş dixuya û kurdan rêz ji vê helwestê re girt. Bo hevkariyeke baş û rast saz bikin jî şandeyan pêşwazî dikin, serdana vî welatî dikin û dixwazin ew hîn baştir berjiwendiyên hev biparêzin. Lê carekê de kurdan rûyekî din ê Fransayê dîtin ku êrîş li ser navendên wan û hin cihan çêbû. Vê yekê hinekî hişt ku kurd li siyaseta Fransayê ya li hember xwe re careke din lê vegerin.
Hinekan ev helwesta desthilata Fransayê weke nêzbûna wê ji Tirkiyeyê re nirxand û ji bo Macron di hilbijartinan de dengê tirkên francî winda neke kurd kirine hedef pênase kirin, ji bo ji kurdan re jî bibêje ez dijminatiya we nakim û dostaniya min li gel we didomin jî pêşwaziya serokê Herêma Federal a Kurdistanê Neçirvan Berzanî kir. Lê ev, wê ji aliyê kurdan bi giştî ve were qebûlkirin gelo?
Dîsa ciwanên kurd ên ji ber bêdengiya CPT’î ji rewşa Rêber Ocalan berê xwe dan navenda vê saziyê û çalakî li dar xistin ku rastî êrîşa polîsên fransî hatin ew ê çi be? Tê qebûlkirin ku were gotin, ji kurdên Rojava û Başûr re dostanî û yên parçeyên din re dijminatî bo razîkirina dewleta tirk? Na, ne xêr; ger dostaniyek hebe divê bi kurdan re be ne bi parçeyekî re erê û yê din jî re na bila bibe qurban. Di vir de siyasetmedarên kurd û çalakvan dikarin bi çalakiyên xwe yên li vî welatî hin tiştan zelal bikin.