Navenda Nûçeyan |
Bi hezaran penaber li ser sînorê Belarus û Polonyayê asê mane û dixwazin berê xwe bidin welatên Ewropayê. Piraniya penaberan kurd in û bi gotina wan ew ji ber nebûna azadiya li başûrê Kurdistanê reviyane.
Soran Umer di hilbijartinên dawî yên Iraqê de rêjeya dengên pêwîst a ji bo parlamenteriyê bi destxistiye û piştî li Parlamentoya Iraqê sonda yasayî xwendin, dê bi fermî bibe parlamenter.
Parlamenterê kurd Soran Umer der barê helwesta hikûmeta Başûr ya dijî penaberên kurd ên ser sînorê Belarus û Polonyayê asê mane, agahiyên girîng parve kir.
Soran Umer li ser malpera xwe ya facebookê ragihand ku hikûmeta herêmê bi rêya nûnertiyên xwe, ji welatên Ewropayê re name şandiye û got ku hikûmeta herêmê di nameya xwe de koçberên kurd ên ser sînor weke terorîst û sûcdar binav kiriye.