Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Sancar ji bo ‘bloka demokrasiyê ya berfireh’ bang kir

Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar bal kişand ser faşîzma AKP-MHP'ê û ji bo pêkanîna 'bloka demokrasiyê ya herî berfireh' bang kir

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma xwe ya partiyê de axivî.

Sancar bal kişand ser forûma ‘Edalet ji bo îradeya gel’ a ku Desteya Rêveberiyaên Xwecihî ya HDP’ê di 31’ê Adarê de li Mêrdînê li dar xist. Sancar diyar kir ku wan forûm di serdema duyemîn a hilbijartinên xwecihî de pêk anîne û wiha got: “Beriya du salan wê demê desthilatdariya siyasî bi rengekî dîrokî têk çû. Faktorê bingehîn ê ku desthilatdarî li bin xist, stratejiya hilbijartinê ya HDP’ê bû. Me nîşanî tevahiya cîhanê dan ku di hevsengiyên siyasî yên Tirkiyeyê de em xwedî giraniyeke çawa ne û dikarin bi roleke çawa rabin. Desthilatdarî kete nava krîzeke jêneveger ku di vê mijarê de rola wê têkçûnê diyarker e.”

Desthilatdara heyî çavkaniya pirsgirêkan e

Sancar anî ziman ku ji bo desthilatdariyê tiştek wê mîna berê nemîne û wiha domand: “Em timî dibêjin; her ku em bi hev re tevdigerin, em xurt dibin û desthilatdarî jî ji hêzê dikeve. Her ku ditirsin dikevin nava panîkê, her ku dikevin nava panîkê bi hêrs dibin û hewl didin tolê hilînin. Çi dikin bila bikin em ê têkoşîna hevpar dewam bikin, bi civakê re nîqaşên xwe dewam bikin.”

Hevserokê HDP’ê destnîşan kir ku desthilatdariya heyî hêza çareseriyê nîne, desthilatdariya heyî çavkaniya pirsgirêkan e, navenda krîzan e û ev tişt anî ziman: “Dema ku li ber destê wan tiştek namîne dest bi siyaseta mexdûriyetê dikin. Deshilatdarî her tim firsendan bi rengekî zexel bi kar tîne. Belavokek heye ku amîralên teqawîtbûyî weşandine. Desthilatdarî mîna her carê bi zexeliya siyasî gefa darbeyê hilberand û dest bi bikaranîna vê yekê kir. Yanî dest bi mexdûriyetê kir. 19 sal in ew li ser desthilatdariyê ne, 19 sal in jî ew mexdûr dibin. Eger bi rastî jî dixwazin ji mexdûriyetê rizgar bibin bila dest ji desthilatdariyê berdin.”

Demokrasiyê betal kirine

Her wiha Sancar diyar kir ê ku îro demokrasî betal kiriye, siyaset ji hev xistiye û têk biriye, yê ku niha bûye sparteya darbeyê desthilatdarî bi xwe ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Vê desthilatdariyê mekanîka darbeyê afirandiye. Ji bo rizgariya ji van nîqaşên darbeyê tenê çareyek heye; demokrasiya xurt, edaleta xurt. Dema ku me ev kir, kes nikare bi tu awayî bikeve nava nîqaşa darbeyê. Bikeve nava vê nîqaşê jî nikare tiştekî jê werbigire. Sekna rasteqîn a HDP’ê bi vî rengî ye. Sekna rastî ya demokrasiyê jî wiha ye. Lewma li dijî vê desthilatdariyê û zîhniyeta darbekar em ji bo bloka demokrasiyê ya herî berfireh bang dikin. Ji bo senaryoya tarî ji holê rake, ji bo zemîna demokratîk a rasteqîn û edaleta rasteqîn em li vir in û em di vê rêyê de dewam dikin.” ENQERE 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar