Hevserok û nûnerên KCD, TJA, DBP û HDP’ê, ji bo fînala xebatên Yekitiya Neteweya Kurd li Parka Ataturkê ya Êlihê bi girseyî meş li dar xist. Girsê xwest li Parka Ataturkê daxuyaniyê bidin. Lê beriya daxuyaniyê polîsan hemû ketin û derketina parkê girtin û park dorpêç kirin. Polîsan bi hesinan dora parkê dorpêç kir. Girseya ku Hevserokên KCD’ê Berdan Ozturk, aktîvîstên TJA, hevserokên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û parlamenterên HDP’ê jî di nav de xwestin daxuyaniyê bidin lê polîsan ew asteng kirin. Piştî polîsan destûr nedan ku girse li parkê daxuyaniyê bide, girsê bi dirûşme, çepikan ber bi avahiya HDP’ê ya Êlihê ve meşiyan. Polîsan her çend mudaxale kir jî girsê meşa xwe berdewam kir. Meşa girsê û mudaxaleya polîsan didome. ÊLIH