Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

KCK: Dê tu carî neyê jibîrkirin

KCK’ê ji bo Haydar Işik peyameke sersaxiyê weşand û wiha got: “Gelê Dêrsimê, gelê kurd û hevrêyên wî yên di nav têkoşîna azadiyê de tu carî wî ji bîr nekin!”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Haydar Işik ê ku rehmet kir, peyameke sersaxiyê weşand.

Di peyamê de ev tişt hat diyarkirin:

“Em bi xemgînî pê hesiyane ku nivîskarê kurd ê hêja û hevalê me yê têkoşîna azadiyê rehmet kiriye. Em ji malbata wî û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Ew zarokekî Dêrsimê bû, wî qirkirina Dêrsimê ji dil, mejî û hemû şaneyê xwe ve hîs dikir, heta kêlîka dawîn a jiyana xwe jî hêrsa wî ya li hemberî vê qirkirinê kêm nebûbû. Wî cangoriyên qirkirina Dêrsimê ji bîr nekir û neda jibîrkirin. Ew li gorî gotina ‘Jibîrkirin îxanet e’ tevgeriya û her dem li ser qirkirin û polîtîkayên qirkirina Dêrsimê nivîsand. Daxwaza wî ya herî mezin ev bû ku gelê Dêrsimê û nifşê nû yê Dêrsimê vê qirkirinê ji bîr nekin. Dixwest ciwanên Dêrsimê di serî de hemû gelên Dêrsimê di nav têkoşîna Kurdistana Azad û Dêrsima Xweser cih bigirin. Bi romana ‘Memik Axayê Dêrsimî’ wî hewl da şehîdên qirkirinê û kesên zilm dîtine tu carî neyên jibîrkirin.

Wî temenê xwe da têkoşîna azadiya gelê kurd. Li ser esasê paradîgmaya nû ya Rêber Apo ew jî delegeyê Kongra-Gel a di sala 2003’an de bû. Ev tev li vê kongreyê bû û di têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de berpirsyarî girt. Hemû hevrêyên wî yên di nav KONGRA-GEL de ji Haydar Işik hez kirin. Ketin bin bandora hestên wî yên xurt ên welatparêz.

Ji ber nexweşiyê Haydar Işik nedikarî bi awayekî çalak tev li nav têkoşînê bibe lê wî bi hest û hebûna xwe piştgirî dida têkoşînê. Ji bo wî wateya jiyanê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bû.

Gelê Dêrsimê, gelê kurd û hevrêyên wî yên di nav têkoşîna azadiyê de tu carî wî ji bîr nekin, wê têkoşîna azadî û demokrasiyê geş bikin û ji hesreta wî re bibin bersiv. Bila ruhê wî şad be.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar