Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

KJK’ê Bêrîtan bi bîr anî û banga tevlêbûna nav refên gerîla kir

Koordînasyona KJK'ê gerîlaya PKK'ê Bêrîtan ku sala 1992'an di şerê Başûr de şehîd bûyî bi bîr anî û li dijî pergala qirker û nokeran banga tevlêbûna li refên gerîla kir

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ku sala 1992’an di şerê Başûr de şehîd bû, bi bîr anî û wiha got: “Di şexsê hevrê Bêrîtan de ku li dijî dagirkeriya faşîst a dewleta tirk û nokeriya teslîmiyetkar, milletgiriya hoveber di şerê Başûr ê 1992’an de bi lehengî li ber xwe dayî û şehîd bûyî, hemû şehîdên me yên berxwedêr ên jin û mêr, bi bêrîkirin, minet bi bîr tînin, ji bo bîranîna şehîdên me yên mezin em sond dixwin ku têkoşîna azadiyê geş bikin.”

Temamiya daxuyaniya KJK’ê wiha ye:

“Hevrê Bêrîtan, keça dilêr, esîl û birûmet a Dêrsimê, bi jiyan û çalakiya xwe bersiva herî mezin daye dîroka qirkirinê ya li ser gelê kurd û jinên kurd. Li dijî dagirkeriya faşîst a TC’ê û xeta nokeriya kurd û teslîmiyetkar heta bi guleya xwe ya dawî şer kiriye, ji bo ku teslîm nebe xwe ji kendavan avêtiye. Dîroka berxwedana bêhempa a Besêyan ku 1938’an li dijî TC’ê ya qirker heta bi guleya xwe ya dawî şer kirî û ji bo ku teslîm nebin xwe ji kendalan avêtî, ji bo ku di destê artêşa osmanî de nebin hêsîr jinên kurd ên êzidî xwe avêtin Çemê Êlih û Dîcleyê, di kesayat, jiyan û çalakiya xwe de pêk aniye. Ev helwesta ku dîrok û kêliyê di kesayat û çalakiya xwe de tîne cem hev, bûye sembola lixwevegerînê ji bo jinên kurd, jinên elewî ku bi tercîha azad û xwehişmendiyê ji pergalê qût dibin û li dijî polîtîkayên qirker disekinin. Li Dêrsimê ji Besêyan heta Zarîfeyan, Sarayan, Bêrîtanan, Zîlanan  ev xeta berxwedanê û ev çand kiriye ku dijmin jî jê re hurmetdar be, artêşa azadiyê ya mezin a jinan ava kiriye, tevgera vê ava kiriye û bûye şoreşa jinan.

Giyanê berxwedanê yê heval Bêrîtan her wiha nîşan daye li Dêrsimê elewiyên kurd li dijî asîmîlasyon, qirkirinê ya dewleta TC’ê divê çawa têkoşîn were dayîn, berxwedaniyeke çawa were kirin, bi helwesta azadiyê ev hatiye nîşandan. Rizgariya Dêrsimê, geşkirina xebatên Kurdistana azad û jinên azad, bi xurtkirina yekitiya neteweyî wê pêkan be. Xeta heval Bêrîtan her wiha bûye sembol ku gelê me yê elewî dê çawa li xwe vegere.

Di şerê xiyanetê û dagirkirina Başûr ê sala 1992’an de xeta nokerî û teslîmkariyê bi xeta berxwedan û azadiyê ya hevala Bêrîtan hat pûçkirin. Piştî 29 salan ev xeta noker li dijî kurdîtiya azad, li dijî tevgerê û gerîla ketiye nava konsepteke nû ya tunekirinê. Di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê û tevahiya başûrê Kurdistanê ji bo pêşî li jiyana kurdên azad bigire, bi rêbazên siyasî, leşkerî û şerê qirêj êrîşî tevgera me ya azadiyê û gerîla dike, şehîd dixîne, ji bo dagirkeriya dewleta tirk a mêtinger, qirker û faşîst bê bicihkirin ji bo tasfiyekirina tevgera me her tiştî dike. Lê belê xeta azadî û berxwedanê ya hevala Bêrîtan îro jî li Avaşîn, Zap û Metînayê, li dijî vê xiyanetê û qirkeriya dewlet tirk, weke bi sed hezaran Besêyan gerîlatiya jin a serdemê ber bi serketinê ve dimeşe. Li dijî şer-teknîka herî barbar a cîhanê, li dijî teknîka hov û çekên kîmyewî, milîtanên YJA Starê yên bi îrade û dilxwaziya azadiyê, pêşengiyê ji gerîlatiya serdemê re dikin, derbên mezin li dijmin dixin, wasiyeta hevala Bêrîtan, pîvanên wê bi cih tînin û welatê me ji dagirkeran re nahêlin.

Xeta xweparastinê ya jinan ku di şexsê fermandara mezin hevala Bêrîtan de pêk hat û li deşt û çiyê veguherî şerê hebûnê yê jinan, êdî ji bo jinan hemûyan ên ku êrîş li ser tercîha azadiyê, jiyan û têkoşîna jinan tê kirin, bûye çavkanî û hêvî. Çarenûsa xitimî û lanetbûyî ya Rojhilata Navîn têk biriye.

Hevala Bêrîtan bi xeta xwe ya azadiyê, jiyan û çalakiya xwe nayê jibîrkirin. Lêgerîneriya wê ya azadiyê ya bêdawî, kûrahiya wê ya li hişmendiya jinan û dîrokê, milîtaniya jinan a hevgirtî ku li ser xeta Rêbertî pêk anî, jiyana wê ya esîl divê bibe xeta jinan hemûyan û mêrên bi rûmet. Misogeriya hebûna azadiyê, azadiya jinan û civakê bi azadiya Rêber Apo pêkan e ku Rêber Apo afirînerê vê xetê ye. Wezîfeya me ya rûmetê ye ku armancên şehîdên xwe ku nirxên me yên herî mezin e pêk bînin.

Di serî de li dijî sîstema tecrîda giran û dîlgirtina Rêbertî, li dijî her cûre êrîşên înkar û tunekirinê yên li ser gelê kurd û jinan, li hemberî nokerî, xiyanet û teslîmkariya tê ferzkirin, em ê xeta berxwedanê ya Bêrîtan bi serketinê tacîdar bikin.

Di serî de jinên li dijî sîstema qirker, li dijî hêzên noker û faşîzma dewleta tirk, em bang li her kesên dilxwazên azadiyê dikin ku li dora Rêbertî bicivin, li çiyayên azad tev li nava refên gerîla bibin, bi Bêrîtanbûnê bibin milîtanên xeta Bêrîtan.

Em bang li her kes û tevgerên demokratîk dikin ên ku dixwazin li nava civaka demokratîk jiyaneke azad biafirînin,  tev li avakirina civaka azad, mirovên azad, jin a azad ku bi pêşengiya jinan li Kurdistanê pêk tê. Bang dikin ku li dijî şerê qirkirinê yê qirêj ê dewleta tirk ku çekên kîmyewî jî bi kar tîne, deng û çalakiyên xwe bilind bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar