Polîsan di duh bi şev bi ser mala Omer Farûk Gergerlîoglû yê HDP’î de girtin û bi derbkirinê binçav kiribûn. Gergerlîoglû yê ku rewşa wî nebaş bû, rakirin nexweşxaneyê û li Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê anjiyo bû. Gergerlîoglû yê tansiyona wî bilind bû, di beşa çavderiyê de dihat girtin.
Hat diyar kirin ku Gergerlîoglû yê ku tedawiya wî dewam dikir, ji nexweşxaneyê hatiye derxistin û wî birine girtîgehê.
Kurê Gergerlîoglû, Salih Gergerlîoglû, derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medya civakî ev parvekirin kir: “Bavê min ji nexweşxaneyê revandin.”
Her wiha li gorî agahiyên ku parlamenterê HDP’ê Abdûllah Koç da, tedawiya Gergerlîoglû di nîvî de hat qutkirin û Gergerlîoglû birine Girtîgeha Sîncanê. ENQERE