Nêrgiz Îsmayîl
Bimbarek be… bimbarek be
Cejna Êzî bimbarek be
Sal heta salê
her kes li benda vê malê
Êzî were bimbarek e vê malê
Ev e.. ev e cejna Êzî ye
Bi xêr û xweşî hatiye
Li vî baxş li vî warî
Îro cejn e îro cejn e
Em ê herin Diyarê Felekê
Em ê xêr û bêra miriyên xwe
Li xelk û derdora xwe belav bikin
Pîroz e Diyarê Felkê
Ya rebî me bistirîne
Ji qeda û bela
Tu rehma xwe li me bike
Şengal biparêze
Cejna Êzî li her deverî bi xêr derbas bike
Amîîîn… Ya rebî el alemîînnnn
Bi van duayan jinên êzîdî cejna Êzî pêşwazî dikin. Li gundê Otilce ya dikeve rojhilat û bakurê bajarokê Tirbespiyê, îro hemû xelkên êzîdî û bi taybetî jî jinên êzîdî li ser tirbên miriyên xwe li Diyarê Felkê civiyan.
Her salê li rojavayê Kurdistanê roj 17’ê meha kanûnê, jin li Diyarê Felekê bi gotinên xweş û duayên jidil dest bi pîrozbahiyan dikin. 18’ê kanûnê jî cejin e. Diyarê Felekê li gorî bîr û baweriya civaka êzîdî bi wateya (Diyarê Axretê) ye, cihê ku miriyên xwe lê vedişêrin. Ew bi xwe her roja pêncşemê diçin miriyên xwe ziyaret dikin, lewra di cejna Êzî de ku dikeve roja înê di meha berfenbarê de dibe rojeke taybet, bi xêr û bereket. Di vê cejnê de her malek şekiran dikire, jin bi destê xwe jî sewikan çêdikin û fêkiyan jî dikirin. Her wiha malbatên ku bikaribin xwedî derfetên madî bin berxan jî di vê rojê de serjê dikin, hem weke xwarin dixwin, hem jî li cîranên xwe û malên xizanan belav dikin.
Li Diyarê Felekê gorên miriyên wan hene û ya herî balkêş jî ku jin gelekî bi rê û resmên cejnê ve girêdayî ne, yek ji wan jî “Dara Mirada” ye. Ev dara miradan li gorî pîrikan dibêjin navê wê “ Dara Meqsed û Miradan”e. Hemû jin roja pênşemê diçin gel vê darê û terîşekê pê vedikin, meqsed û miradên xwe dibêjin, dua dikin ku rebilalemîn duayên wan qebûl bike, lê belê di şeva cejna Êzî de dema jin li hev komdibin hîn bêhtir meqsed û miradên xwe ji bo aramiyê, ewlehî û parastina Êzidxanê jî dibêjin.
Gelekî girîng e dema jin li ser goristana Diyarê Felekê dicivin şekir, sewik û fêkiyên ku bi xwe re anîne dayikek bi temen mezin dixe nav hev, paşî ew pîrik mîna perekê dide her jinekê. Jina ku ew para şekir, sewik û fêkiyan bi xwe re tîne malê weha hizir dike ku ew bereketa Êzî aniye malê.
Di roja cejnê de jinên êzidî cil û fîstanên xweşik li xwe dikin taybet jî rengê spî li xwe dikin ji ber ku rengê spî hem pak bûne, hem jî aştî ye. Di cejna Êzî de hemû xelkê êzidî di wê baweriyê de ne ku gerdûn di vê mehê de kamil bûye. Ji ber wê kamilbûnê, rê û rismên xweş dikin. Di vê cejnê de hemû jinên ku di navbera hev de dilmayîn hebe, divê li hev bibihurin û her kesek dilê xwe ji hev re safî bike.
Heta roja îro jî cejna Êzî bi rê û risman li rojavayê Kurdistanê tê pîroz kirin. Bêguman di sala 2020’an de hîn balkêştir bû. Jinan ji rebê xwe re dua dikirin û digotin;
Bila ev cîhan bi şewq û kemala te şad be
Bila xweşî û aştî bi ser me êzîdiyan de were
Ya rebelalemîn…
Tawusê melek me biparêze ji xeman û derdan
Ji şeran û fermanan
Li ser me dûr bike
Yaaa rebelalemînnn…
Em dikarin bi aşkerayî bibêje ku hetanî vê kêliyê jinên êzîdî bi rê û rismên ola xwe ve girêdayî ne. Her çiqas li vî parçeyî jî zehmetî û tengasî hebin jî lê dîsa jî jin di xwezaya xwe de aştîxwaz e, berketxwaz e, wekhevîxwaz e û di hişmendiya xwe de gerdûneke aram û bi xweşî lava dike. Bila ev cejna Êzî ji bo hemû xelkê me yê êzidî bi berekt be û taybetî li jinan bumbarek be.