Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Enqereyê êrîşa nijadperest: Li ber polîsan êrîşî malbata kurd kirin

Z.D. ku li Elmadagê êrîş lê hat kirin, da zanîn ku beriya 2 rojan cîranê wan bi gotina ‘Ez ê te li vir bin ax bikim’ gef li keça wê ya 12 salî xwariye û diyar kir ku di dema êrîşê de jî polis wan binçav nekirine û li cem wan sekinîne

Di 27’ê tîrmehê de li kuçeya Derya ya li taxa Îsmetpaşa ya navçeya Elmadagê ya Enqereyê, saet di 22.30’an de bi çêrên zayendî û gotinên nîjadperest li dijî malbata kurd êrîş pêk hat. Êrîş li dijî mala Z.D. (38) a ji navçeya Geverê ya Colemergê pêk hat. Dema êrîşê Z.D. û zarokên xwe F.D. (21), S.D. (17), E.D. (12), Z.D. (6) û O. D (4) li malê bûn û tevahiya şevê ji ber êrîşê ranezan û kel û pelê xwe dan hev. Roja piştî êrîşê jî ji ber ku ewlehiya wan nema ji neçarî taxê terk kirin.

Têkildarî êrîşa nijadperest malbat axivî û diyar kri ku polis ne aliyê wan li aliyê êrîşkaran bû.

Z.D. ku dayika 5 zarokan e, diyar kir ku beriya 4 salan ji navçeya Bala ya Enqerê hatine li Elmadagê bi cih bûne û wiha got: “Destpêkê em li Uçevlerê bi cih bûn û 2 sal in jî em li Îsmetpaşayê dijîn. Kurê min bê kar e, hin caran li înşaetê dixebite. Keça min a 17 salî jî li cefekê dixebitî û niha ji kar derketiye. Ez jî diçim paqijiya malan. Ev hefteyeke cîranên me çêrên zayendî û nîjadperest li me dikin. Dema destpêkê em hatin taxê me got em ji Balayê ne lê me nikaribû kurdbûna xwe veşarta. Piştî ku hîn kirin em kurd kes bi me re neaxivî. Dema ku ez diçim kar hin caran zarokên min stranên kurdî vedikin. Ew jî ji vê aciz dibin.”

‘Em kurdan naxwazin’

Der barê dema êrîşê de jî Z.D. bi lêv kir ku dema ji kar hatiye cîrana wan a bi navê Încî, bi dar êrîşê wê, kurê wê yê biçûk O.D. û keça wê ya ji kar hatiye S.D. kiriye û ji wan re ev tişt gotiye: “Bicehimin biçin kurdên rojhilat, PKK’î, em we li Elmadagê naxwazin. Hûn terorîst in. Bi cehimin biçin.”

Z.D. got ku dema êrîşê cîranên wan ên din jî ji wan re gotine ‘Em kurdan naxwazin, em PKK’ê naxwazin, bicehimin.’

Li gorî agahiyên ku Z.D. dan; piştî vê êrîşê Z.D. gazî polîsan dike û dema ku polîs tên jî birayên Încî yên temenê wan derdora 30’yî êrîşî malbatê dikin.

Polîs: Heke bixwazim dikarim gule berî te bidim

Z.D. destnîşan kir ku êrîşkaran hewl dane êrîşê kurê wê bikin û ev tişt anî ziman: “Polîs û çend notirvanan bi wan girtibû. Yek ji wan heta ber deriyê min jî hat. Di vê navberê de çêra kirin. Kurê min jî ji bo parastina min kêrê kir destê xwe. Di vê navberê de polîsên ku hatibûn ne li êrîşkaran gefê li me xwarin. Ji kurê min re gotin, ‘Tu çima êrîşî wan dikî? Heke bixwazim dikarim gule berî te bidim’. Wan destdirêjî mala me kirin lê polîsan qala gule reşandina li me dikirin. Min jî ji wan re got, ‘Hûn li cem dewlendan e. Heke wesayît, mala min hebûna we yê li cem min cih bigirta. Me gilî bikira jî tiştek nediguherî. Herkes li cem wan bû. Ji ber ewlehiya canê xwe me giliya wan nekir.”

‘Edalet tune ye’

Di berdewamê de Z.D. ev tişt anîn ziman: “Dewlet li cem kesên ku perê wan hene ye. Ji ber ez ji Geverê bûm paxav bi min nakin. Kurdan dieciqînin. Edalet tune ye, bêyî edalet mirovan davêjin girtîgehê. Tiştekî bi sûcdarên wiha jî nakin. Ez bi edaletê ne bawer im. Wan binçav nekirin. Tenê îfadeyên wan girtin. Lê timik li cem wan bûn. Polîs li cem wan sekinîn. Duh bi şev em ji ber ewlehiyê ranezan. Xêrek ji polîsan nayê.”

Ttundiya li zarokê

Z.D. agahî da ku di 25’ê tîrmehê de cîrana wê Încî li keça wê ya 12 salî E.D. daye û ev tişt gotin: “Cîrana min ji bo berhevkirina tirî gazî keça min a 12 salî kir. Milê wê badide û ji bo ku ji kesî re nebêje gef lê dixwe. Piştre me bihîst. Ji bo girtina rapora derpkirinê min wê bir nexweşxaneyê lê bijîjk rapor neda. Got ku heta polîs neyê wê nede.”

E.D. ku tundî lê hatibû kirin jî têkildarî tundiya lê hatibû kirin ev agahî da: “Dema ez çûm milê min şidand û ji min re got, ‘heke tu ji dayika xwe re bibêjî ez ê te bi xîz bikim’.”

Çêrên zayendperest

Zarokê herî mezin ê malê F.D. jî diyar kir ku beriya hefteyekê cîranên wan Erdînç P. û Davût K. ji bo derxistina wan a ji taxê îmze kom kirine û wiha got: “Piştî ku çêrên zayendî û nîjadperest li dayik û xwişka min kirin, me gazî polîsan kir. Min çêran ku jinêkê kir bi guhên xwe bihîst. Piştre xizmên jinikê jî hatin. Ji ber ku heqaret li dayika min kirin min gazî polîsan kir. Li cem polîsan jî êrîş kirin. Ez jî aciz bûm û rakir kêrekê. Polîs ji min re ev tişt got, ‘Ez dikarim li wir berî te bidim. Di destê te de çek hebû’. Lê ew heta ber derê me hatin. Zilamê ku heta ber derî hat piştî ku kêrê di destê min de dît paşde gav avêt. Li cem polîsan gotin ku ew kurdan naxwazin.”

‘Tax me naxwaze’

Zaroka duyemîn a malbatê S.D. jî da zanîn ku beriya çend hefteyan bi gotinan êrîşên wan kirine û ev tişt anîn ziman: “Ji ber ku em kurd in li taxê me naxwazin. Roja duşemê jina bi navê Încî bi ser min de hat û êrîşî min kir. Çêr bi min kirin. Ji ber ku em kurd bûn berî me dan. Şeva êrîşê ji tirsa ku wê dîsa êrîşî me bikin heta serê sibejê em ranezan. Dema êrîşê ji tirsa lerzê bi min girt.”

Her wiha HDP’a Enqerê jî çû cem malbata ku êrîş lê hatiye kirin û ji wan re mal dît û mala wan bar kir. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar