Dagirkeriya dewleta tirk a li ser xaka başûrê Kurdistanê dewam dike, gerîlayên azadiyê dijî dagirkeran li ber xwe didin û Kurdistanê diparêzin.
Li nûçeya Ajansa Rojnewsê îro li gundê Hirûrê ya ser bi bajarokê Kanî Masî ya ser bi Herêma Behdînanê, di navbera gerîlayên azadiyê û leşkerên dewleta tirk a dagirker de şer qewimiye.
Heya vê kêliyê jî HPG’ê der barê şer de tu daxuyaniyek belav nekiriye.
Lê li gorî agahiyên ji herêmê gerîlayên azadiyê ji bo pîrozkirina salvegera damezirandina PKK’ê dijî leşkerên tirk çalakî lidarxistine. BEHDÎNAN