Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Li Nemrûdê jîngeha perperokan tên tunekirin

Li Çiyayê Nemwûdê ji ber çêkirina avahiyan nifşên perperokan ber bi tunebûnê ve diçe. Ji Komela Xwezayê Dîcle Tûba Kiliç diyar kir ku şeş cureyên perperokan ber bi tunebûnê ne

Navenda Nûçeyan

Komeleya Xwezayê di hesabê xwe yê twîtterê de ragihand ku di mehên havînê de ji ber bertekan çêkirina avahiyên li Çiyayên Nemrûdê, hatibû sekinandin, niha ji nû ve hatin destpêkirin. Çêkirina avahiyan ji bo tunebûna şeş cureyên perperokan xetereke mezin e.

Derbarê mijarê de endama komeleyê Dîcle Tûba Kiliç destnîşan kir ku di derheqê çêkirina avahiyan de tu agahiyek ji saziyên fermî nehatiye û wiha got: “Armanc çi dibe bila bibe neraste ku li cihek wek Çiyayê Nemrûdê avahî bên çêkirin. Niha avahiyên ku tên çêkirin dê bi xwe re avahiyên cur bi cur jî bîne. Ji ber vê yekê ji bo çêkirina avahiyan bertek hene.”

Jîngeha perperokan tê tunekirin

Komela Xwezayê ragihand ku xebatên çêkirina avahiyan li gel ku statuyên parastina fermî dîsa jî didome.

Çiyayê Nemrûdê ji bo perperokan jîngehek girîng e. Nifşa perperokên bi navê Pyrgûs cîrsîî ber bi tunebûnê ve diçe. Perperokên ku di bin rîskê de ne Spialia osthelderi, Nymphalis xanthomelas, Muschampia proteides, Muschampia proteides û Anthocharis damone.

Perperok ji bo ekolojiyê girîng in

Her wiha Dîcle Tûba Kiliç diyar kir ku perperok ji bo xwezayê girîng in û perperok tunebin dê hevsengiya xwezayê jî xera bibe û wiha got: “Li devereke perperok tune bibin ev nîşan dide ku xwezaya wê deverê jî di bin xetereyê de ye. Perperok gerikan di van kulîlkan de dibin û tînin, ji ber wî ji bo xweza û ekolojiyê girîng in.” Çavkanî: Yeşîl Gazete

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar