Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê de li Osmaniye, Hatay, Mêrsîn, Kilîs, Amed û Dîlokê 15 kesên ji Efrînê hatin binçavkirin.
10 kesên ji Efrînê piştî îfadeyê hatin berdan û ji bo ku werin dersînorkirin ew şandin Navenda Şandinê ya Osmaniyeyê.
A.F., A.D., B.B., Ş.M.S. û A.M. bi îdîaya ‘endamên rêxistinê ne’ sewqî Hakimtiya Cezayê Sulhê ya Nobedar a Osmaniyeyê hatin kirin. Hakimtiyê ji bo 5 kesên ji Efrînê biryara girtinê da. OSMANIYE