Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Mam Zekî li Şengalê hat bibîranîn

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî di salvegera 3'emîn a şehadeta xwe de li Çiyayê Şengalê bi merasîmeke girseyî hat bîranîn

Mam Zekî Şengalî 15’ê Tebaxa 2018’an dema ji merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya Gundê Koçê yê Şengalê ku di sala 2014’an de rastî êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ’ê hatibû, vedigeriya Şengalê, li Geliyê Şilo bibû hedefa balefirên dewleta tirk a dagirker û şehîd bû.

Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî di salvegera 3’emîn şehadeta xwe de, li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş bi merasîmeke leşkerî hat bîranîn.

Li ser navê fermandariyên YBŞ û YJŞ’ê Arîf Şengalî li merasîmê axivî û wiha got: “Mam Zekî dema ku ji bo parvekirina êşa malbatên şehîdên Koço diçû gundê Koço bû hedefa dewleta tirk a dagirker.

Mam Zekî ji bo civaka êzidî nirxekî mezin bû. Em wî tenê weke şexsiyetekî nabînin. Ew ji bo me dibistanek bû. Îro bi hezaran şervan û şagirtên Mam Zekî li ser rêya wî têdikoşin.”

Mam Zekî yekî pêşeng bû, ji bo civaka xwe bi şev û roj dixebitî. Dijminên ku nekarî xwe li vê kedê rabigire êrîşî wî kirin. Mam Zekî ji bo civaka êzidî, ji bo ewlekarî û xwerêveberiya civakê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê xwedî rol bû, xwedî mîsyon bû. Ji ber vê yekê dijmin êrîş bir ser Mam Zekî û xwest civaka êzidî bêparastin û bêtifaq bihêle. Mam Zekî her tim ji bo tifaq û yekitiyê xebitî. Dewleta tirk a dagirker xwest 15’ê Tebaxê cejna vejînê di bin siya komkujiya Koço û şehadeta Mam Zekî de bihêle. 15’ê Tebaxê li dijî faşîzma dewleta tirk qêrîna berxwedanê ya gelekî bû. Ji niha û pê ve jî em ê ruhê 15’ê Tebaxê Mam Zekî û Mahîran bi bîr bînin, em ê tola şehîdan hilînin.”

Şengalî anî ziman ku civaka êzidî ne mîna ya beriya sala 2014’an e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Yên ku ji wan heye ku vê civakê dikarin ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin, bila zanibin ku şaş difikirin.

Bila her kes zanibe ku em ê dest ji têkoşînê bernedin. Yên ku dibêjin ku berxwedana me ya ji bo civaka me nerewa ye, bila baş zanibin ku ger ji vê rêya şaş venegerin wê civak hesab ji wan bipirse. Rewatiya me ya YBŞ û YJŞ’ê ji gelê me ye. Ji bo parastina civaka xwe em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Piştî merasîmê serdana şehîdgehê hat kirin.

Her wiha dê Mam Zekî Şengalî tevahiya rojê bi çalakiyan bê bîranîn. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar