Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...
Çarşamba - 9 Ekim 2024

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê...

Ocalan 21 sal in zindanê dike dibistan

Rêber Abdullah Ocalan dema dîl hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê gotibû “Hêzên navdewletî bi destê Tirkiyeyê ez avêtim gorek bê bibînî û ser min beton kirin. Ez bi saxî defin kirim. Lê min bi parastinên xwe û hilberina xwe ev zindan kir dibistan.” Rêber Ocalan 21 sal in vê zindana reş û tarî ya di nava deryayê de dike dibistan. Kiriye akademî. Ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên cîhanê yên bindest kiriye dibistan, zanîngeh û akademî.

Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan tecrîdkirina gelê kurd, Tirkiye û gelên bindest ê cîhanê ye. Rêber Ocalan di Parastina Gelekî de dibêje “Civakîbûn, şertê hebûna mirov e. Civakîbûn nebe mirov nikare hebûna xwe bidomîne. Bihêzbûna cureyên mirov, bi temamî bi civakîbûna wî ve girêdayî ye. Tişta mirovan lawaz dike û dike kole tenêhiştina li ser wî tê ferzkirin e. Tecrîdkirin e. Kesên tenêtî û tecrîd li wan tên ferzkirin, dem bi dem serî hildidin û hebûna xwe didin bi bîr anîn. Li aliyê din tenêbûn, fêrkerê herî yaman e. Di dîrokê de hemû zanyarên pêşengî ji civakê re kirine jî demekê ketine înzîvayê û bi tenê mane. Ev pêvajoya înzivê ya pêxember, feylozof û aliman jî vê rastiyê tîne ziman…”

Hemû pêşeng, alim, zanyar û rewşenbirên navdar ji bo rê nîşanî civakê bidin û bibin pêşengê civakê fikr û raman pêş xistine. Analîz û tahlîlên dîrokî û civakî kirine. Rê nîşanî civakê dane û ji bo pêşerojek baştirîn a civakê serê xwe êşandine. Ji ber vê yekê gelek feylozof û alim hatine cezakirin û sirgûnkirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ji bo rê nîşanî gelê kurd, tirk, ereb û hemû gelê Rojhilata Navîn da û ji bo yekitiya gelan paradîgma pêş xist radestî Tirkiyeyê kirin û 21 sal in dîl tê girtin. Her çend hêzên navdewletî ewil xwest Ocalan di aliyê fîzîkî de ji civakê dûr bixin û tecrîd bikin jî, niha di aliyê fikr û ramanêde tecrîd dikin û ji hemû agahî, ragihandin, hilberîn û afirandinê dûr dixin û bêpar dihêlin. Temasa Ocalan a bi jiyanê re qut dikin. Ocalan 21 sal in di zindana (goristana) betonî de tê tecrîdkirin. Lê Ocalan 21 sal in vê goristanê dike dibistan. Her çend beden tecrîd be jî mejî azad e. Diafirîne û rê nîşan dide. Her tim wekî cira û şepalê geş dibe. Tîrêjên ronahiyê dide der. Ji ber vê yekê hemû têkiliyan qut dikin û nahêlin tîrêjê vê ronahiyê belav bibin.

Ewil beden tecrîd kirin, niha mejî tecrîd dikin. Niha mejî tecrîd dikin û dixwazin bedena mezin tecrîd bikin. Yanî gelan tecrîd dikin, ziman û çandê tecrîd dikin. Jin û ciwanan tecrîd dikin. Dixwazin partî, komele û sendîkayan bigirin. Dixwazin zindanên nû vekin û bi deh hezaran kesên muxalif bigirin. Bi tecrîdkirina mejî (Ocalan) dixwazin civakê bê hiş û raman bihêlin. Dixwazin civakê bê perspektif û agahî bihêlin. Dixwazin civakê bitevîzînin û bê bertek bihêlin. Her roj bi hezaran ciwanên kurd tiryakê (esrar, eroîn, krîstal û gelek tiştên xerab) dikişînin. Ciwanan betal dihêlin û sewqî esrar û eroînê dikin. Piştre wan bi xwe ve girê didin û dixin nava tora sîxuriyê. Ciwanan di nava civakê de bi tenê dihêlin. Mejiyê ciwanan ji bedena ciwanan qut dikin û bi pêlên bayê teknolojiyê re belav dikin. Ciwan di nava civakê de bi tenê ne. Li derve tecrîdkirî ne. Ji ber ji hilberîn, afirînerî, çand, ziman û xwe dûr ketine. Pergal bi rêya tecrîdê dixwazin ciwan pêşengiya civakê neke û li dijî şaşî, talankirin, tunekirin û înkarê bertek nîşan nede. Dixwaze bedena civakê ya herî çalak perçe bike û bitevizîne. Ji ber vê yekê divê êdî ciwan li xwe vegerin û hişyar bibin. Divê xwe ji tora vê tecrîdê rizgar bikin û li xwe vegerin. Ocalan ji bo civakê û ciwanan 21 sal in li ber xwe dide, divê ciwan jî xwe bi rêxistin bikin û li hiş û ronahiya xwe xwedi derkevin. Divê herî zêde ciwan li dijî tecrîdê têbikoşin û ji dibistan û ilmê Ocalan sûdê bigirin.

Nûçeyên Têkildar