Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Operasyona şoreşgerî: 7 dagirker hatin kuştin

HPG'ê diyar kir ku li Metînayê di operasyona şoreşgerî de 7 leşkerên tirk ên dagirker hatin kuştin û got ku operasyona şoreşgerî ya serkeftî ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê hatiye lidarxistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

15’ê Tebaxê dagirkerên li qada Girê Koordîne ji aliyê hêzên me ve hatin şopandin. Li dijî dagirkerên ku hatin kontrolkirin saet di 18:30’î de çalakî hat lidarxistin. Di vê operasyona şoreşgerî de herî kêm 7 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa tirk a dagirker bi helîkopteran kuştiyên xwe ji herêmê bir.

Ev operasyona şoreşgerî ya serketî bi ruhê serketinê yê fermandarê nemir Egîd ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê hat lidarxistin.

Li herêma Avaşînê;

15’ê tebaxê li qada Girê Sor çeperên şer bi çekên giran hatin bombekirin.

15’ê tebaxê saet di navbera 06:00-19:00 de artêşa tirk a dagirker 4 caran bi gazên kîmyewî êrîş bir ser tunelên şer ên li qada Werxelê.

15’ê tebaxê saet di 21:30’î de li qada Werxelê, tunelên şer bi teqemeniyan hatin bombekirin. 16’ê tebaxê ji serê sibehê û pê ve bi gazên bi jehr bombe li tunelên şer têne barandin. Liv û tevgera keşfê ya li ser qadê dewam dike.

15’ê tebaxê saet di navbera 20:00-01:00 de li qada Qaşûra ya Metînayê helîkopter geriyan. Heman rojê danê nîvro li nehiya Kanî Masî ya navçeya Amediyê bi obus û hawanan bombe li gundê Hirorê hatin barandin. Ji ber bombardûmanê agir bi qadê ket û şewat dewam dike.

14’ê tebaxê saet di 19:30’î de li herêma Zapê qada Karker bi balafirên şer, 16’ê tebaxê saet di navbera 03:30-04:30’î de jî qada Çemço bi obusên ji qereqolên li ser sînor hatin avêtin, hat bombekirin.

15’ê tebaxê saet di navbera 22:00-22:40’î de li herêma Avaşînê artêşa tirk a dagirker hêzên xwe yên li qadên Mervanos û Tabûra Ereban bi helîkopteran guhert.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar