Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

PDK ji bo bicihkirina dagirkeran gundan vala dike

Dewleta tirk dike nake nikare encamê ji êrîşên xwe yên dagirkeriyê werbigire. Tirkiye bi rêya PDK’ê dixwaze gundan vala bike û zozanan qedexe bike. Waliyê Şirnexê û Duhokê di du mehên dawî de çar caran li hev civiyan û biryara valakirina 38 gundan dan

Tirkiye ji 23’ê nîsanê ve li ser deverên Avaşîn, Metîna û Zapê êrîşên dagirkeriyê pêk tîne. Êrîşên dagirkeriyê du meh li pey xwe hişt. Tirkiye nikare ji bejahiyê ve li pêş bikeve, lê bi teknîka esmanî êrîşan dibe ser van deveran. Hêzên Parastina Gel (HPG) jî li dijî leşkerên tirk ên li ser gir û latan hatine bicihkirin çalakiyan li dar dixe. Tirkiye ji piştevaniya hêzên Zerewanî û Gulan ên girêdayî PDK’ê werdigire. Di rojên dawî de şer li qadên Qeşûra û Orê yên girêdayî herêma Metînayê dijwar bûye.

Îktîdara AKP’ê ku di 24’ê tîrmeha 2015’an de dawî li pêvajoya çareseriyê anî, piştî vê yekê konsepta şer xist dewrê. Ji roja ku AKP’ê pêvajo xera kiriye heta îro bi dehan car êrîşên dagirkeriyê li ser axa Başûrê Kurdistanê pêk anî û bi hezaran car jî êrişî qadên cuda kiriye. Tê gotin heta niha Tirkiye 70 baregehên leşkerî ava kiriye û derdora 30 hezar leşker li wan deran bicih kiriye.

Gerîlayên PKK’ê ji sala 1980’î vir ve ji devera Heftanînê bigire heta devera Xakûrkê ku xwedî herêmek gelek mezin e û wek axa başûrê Kurdistanê tê zanîn, dimînin. Heftanîn li rojava û Xakûrkê jî li rojhilatê herêmê ye. Tirkiye hewl dide vê qada berfireh bi hinceta ku gerîla lê ne li xelkê herêmê teng bike û wan cihûwarên wan bike. Armanca êrîşên dewleta tirk a niha li ser deverên Avaşîn, Zap û Metîna jî ew e ku li tevahiya herêmê belav bibe.

Dema li geşedanên dawî yên li herêmê tê nihêrîn armanca vê êrîşan ew e ku PKK were tasfiyekirin. Ji bo vê yekê jî PDK bi awayek aktîf li qadê ye. Bi taybetî qada Metîna wek qada provokasyonek nû hatiye bijartin. Baregehên leşkerên tirk li deverên wek Kanî Masî, Bêgovê, Bamernê û Şeladizê hatine bicihkirin. Her wiha Metîna, Amediyê û Zaxo di pozîsyonek girîng a stratejîk de ne. Leşkerên tirk ên dagirker dixwazin bi temamî li vê herêmê bicih bibin û plana xwe ya dorpêçkirin herêmê da ku bibe serî. Leşkerên tirk dike û nake nikare li deverên wek Metîna, Zendûra û Kestê li pêş bikeve û demek dirêj e bi piştevaniya PDK’ê amadekariyên bicihkirinek berfire dike û dixwaze vê herêmê bi giştî dorpêç bike û herêma tampon ava bike.

Li aliyekî şer didome li aliyekî jî hevdîtinên di navbera PDK û AKP’ê de pêk tên. Tê xwestin bi destê dewlet tirk demografiya herêmê were guhertin. Ji bo vê yekê jî hêzên paramîlîter û cerdevan jî li herêmê hatine bicihkirin. Li sînorê Derkarê 17 gund, li Batîfa 14 gund û li Kanî Masiyê jî 7 gund hatine valakirin. Qada daristan û eraziyên xelkê herêmê hatiye şewitandin û bi vê yekê re ji 300 şêniyên herêmê ji warên xwe koçber bûne. PDK’ê qedexeya zozanan jî da sepandin. Tê îdiakirin ku armanca Tirkiye û PDK’ê ew e ku di demek kin de herêmek leşkerî û ji bo demek dirêj jî guhertina demokgrafiyê were kirin. Hat zanîn ku ji bo ev plana stratejîk pêk were walîtiyên Şirnex û Duhokê di bin navê projeyên hevpar de xebat dane destpêkirin. Hat îdiakirin ku Waliyê Şirnexê Alî Hamza Pehlîvan û Waliyê Duhokê Alî Tatar têkildarî mijarê di nava du mehên dawî de 4 caran civîn li dar xistine û hevdîtin pêk anîne.

Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê / Erdogan Altan

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar