Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pêşmergeyên dêrîn: Niha PDK berê çeka xwe daye zarokên me

Pêşmergeyên dêrîn ê PDK’ê bertek nîşanî sekna PDK’ê dan. Pêşmergeyan diyar kir ku ew bi salan li dijî Sadam di nav PDK’ê de pêşmergetiyê kirine û gotin ku niha jî PDK’ê berê çeka xwe da ye zarokên wan

Li Kurdistanê nerazîbûna li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re, mezin dibe. Li başûrê Kurdistanê hem gelek fermandarên pêşmergeyan, hem jî pêşmergeyên dêrîn şerekî nava kurdan red dikin.

Li bakurê Kurdistanê pêşmergeyên dêrîn ên bi navê Lezgîn Yunden (70) û Bedel Bîngol (73) ên ji gundê Jiyanîş ê bi ser navçeya Çelê ya Colemêrgê ve ye, 5 salan li başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Saddam şer kirine, diyar kirin ku tekane rêya rizgarkirina gelê kurd yekitiya neteweyî ye û bang li partî û rêxistinên kurdan kir ku neyên lîstika dagirkerên axa Kurdsitanê.

Em bi hawara birayê xwe ve çûn

Pêşmergeyê dêrîn Lezgîn Yunden anî ziman ku di serdemên herî krîtîk de ji gundê Jiyanîşê ji bo alîkariya birayên xwe yên Başûr wan sînor derbas kirîne û ji bo li dijî rejîma Sadam şer bikin tev li pêşmergeyên PDK’ê bûne.

Yunden diyar kir ku di wê demê ji gund nêzî 70 mêr derbasî Başûr bûne û wiha domand: “Xelkê me yê Başûr di komkujiyan re dihat derbaskirin û zilmek mezin li ser kurdan hebû. Ji gund em gelek mêr kom bûn û me biryar da ku em bi hawara xelkê xwe ve biçin. Dema ku em birêketin jî çek û guleyên xwe me bi xwe re bir. Wê demê hejmara pêşmergeyan jî gelek kêm bû û xelkê Başûr bi xwe jî her yek bi cihekê ve çûyî bûn. Piştî ku em dîtin gelek ji wan ji nûve dest avêt çekan û bûne pêşmergeyên PDK’ê. Li gelek herêmên Başûr me li dijî rejîmê şer kir.”

Berdêla xizmeta me şerê li dijî zarokên me ne gelo?

Di axaftina xwe de Yundan destnîşan kir ku wî bi salan pêşmergetiya PDK’ê kiriye û wiha pêde çû: “Li zinar û çiyayan bi salan me ji bo PDK’ê pêşmergetî kir. Niha jî PDK’ê berê çeka xwe da ye zarokên me. Ma ev çêdibe? Dema ku ew di zoriyê de bûn, me zarokên xwe û mala xwe hişt ji bo alîkariyê me sînor derbas kir û ji bo PDK’ê xizmet kir. Berdêla xizmeta me şerê li dijî zarokên me ne. Bi tu awayî ez weke pêşmergeyê kevin vê qebûl nakim û divê her kurdek welatparêz li dijî şerê kurd bi kurd derkeve”

Her wiha Yundan da xuyakirin ku divê di serî de Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî her kes ji bo yekitiya neteweyî destê xwe dirêj bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke em nebin yek gelê me û zarokên me yên di zindanan de wê ji dîlgirtinê rizgar nebin. Gotinên wekî ‘Ez kurd im lê tenê li karê xwe mêze dikim’ şaş e. Divê em ji her demê zêdetir têbikoşin. Çi ji destê kî tê divê ji bo nirxên xwe têbikoşe. Xwedê ji yekrêziyê hez dike. Heke em çar parçe bibin yek, wê xwedê jî alîkariya me bike. Di serî de ez bang li PDK’ê û hemû partî û kurdistaniyan dikim ku ji bo yekitiyê bixebitin û bi yek dengê li dijî dagirkeriyê derkevin.”

Divê her kes cihê xwe di parastinê de bigire

Pêşmergeyê dêrîn Bedel Bîngol jî da zanîn ku ji bo parastina destkeftiyên başûrê Kurdistanê, di sala 1982’yan de sînor derbas kir û tev li refên pêşmergeyan bû.

Yundan diyar kir ku ji bo xaka Kurdistanê şer kir û ev tişt anî ziman: “Li başûr û rojhilatê Kurdistanê min 9 salan xizmet kir. Li aliyekê ez li eniya şer bûm û li aliyê din jî ji bo pêdiviyên jiyanê û cebilxaneyê ez dihatim Bakur min alîkarî dibir ji Başûr re. Her gava ku êrîş li ser Kurdistanê hebe, divê her kurdek welatparêz cihê xwe di parastina xaka Kurdistanê de bigire. Di sala 1982’an de min cihê xwe di nava pêşmergeyan de girt. Lê niha pêşmergeyên girêdayî Mesûd Barzanî hêzên xwe dikêşin qadên gerîla û dixwazin êrîş bikin. Ez weke pêşmergeyek kevin vê hewldanên şermezar dikim, divê rojek zû dest ji vê hewldana şerê kurd bi kurd bê berdan û ji bo yekitiya neteweyî xebat bên meşandin.” COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar