Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Peymanên pûç

Zehra Çelîk

Di serkêşiya dewleta tirk de li Rojhilata Navîn û Kurdistanê hin planên qirej tê amadekirin. Li gel ku serkêşiya vê yekê dewleta tirk dike, PDK jî xwe ji vê serkêşiyê re kir hevrêk, xwe nade aliyeke, berovajî bi bazdan çû. PDK li pey dijminê kurdan berjewendiyê digere. Li ser esasê planên qirêj hin peyman jî tê amadekirin. Yek ji wan jî peymanê li ser Şingalê bû.

Peymana li ser Şingalê peymaneke qirkirinê ye. Bi pênasekirine herî rast a ku gelê me yî êzîdî pêşxist ev yek aşkera bû. Ev yek, encama lihevkirina komara qirkirinê û komara nîjadperestiyê a Tirkiye, pêşengê xiyanet û cahştiyê PDK’ê hat pêşxistin. Wer bû ku, bi berxwedaniya gelê Şingalê, bi israra êzidiyan dema ku ev peyman hat pûçkirin, PDK bi dengeke bilind da ber qîran, li der û dora xwe pirsî ku ev peyman bo çi pêk nayê. Diyar e PDK xwe jî kevneşopiya “ez benî” xilas nekiriye, berovajî vê kevneşopiyê de kur bûye. Hin kevneşopî dema ku mirov derbas neke, tiştên nû nedeyne li şûna van, ev kevneşopî weke xefikên dîrokê tê bêxin nava xwe û bixeniqînin. Ev yek jî wiha ye. PDK bi kevneşopiyên ku nedihişt civaka kurd azad bijî, kurd ê kole, dîl her hebe û mêtîngeran xwe li ser bide jîn, dimeşe. Ya rast ev e ku PDK dibêje qey kurd hê kurdê berê ye.

Xwe xapandina herî mezin ev e ku pêşketinên di nava gelê kurd de çêbûye hin derdor nebînin. Ji bo ku mirov vê yekê bibîne, divê mirov di serî de destpêka dîroka serberjêr bûyî bi derketine Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê çawa serpêya hat hiştin, bizane. Bêyî ku bikeve deruniyeke binî ya piçûkbûyî, divê vê yekê bipejirîne.

Em dizanin ku ji bo pêxembertiya pêxemberan bê pejirandin pir zehmetî hatiye jiyîn. Şerên mezin rû dane, nakokiyên duvûdirej derketine. Ev yek ne sosret e. Lê ya sosret ev e ku li gel hemû cîhan rastiya Rêbertî û Tevgera Azadiyê dîtin û ev yek pejîrandin, jê wêdetir wek rêberê xwe pênasekirin, PDK hîn dixwaze xwe li ser înkarkirina Tevgera Azadiyê rêxistin bike. PDK dive vê yekê bizanibe ku ger ev xanî hilweşe PDK ne xanî, nikare pînîkeke jî çêbike.

Peymana Şingalê peymaneke pûç e. Civaka êzidî civakeke azad e û ji niha ve ev peyman vala derxistiye. PDK neçare, ev vîna pîroz bibîne, bipejirîne, rêzdarî nîşan bide. Dive PDK hesabên li ser hilweşandina kurdiniya resen jî neke. Hesabên vê rengî ji niha ve, li PDK’ê ziviriye û hê jî berdewam bike.

Ji niha ve tê dîtin ku hesabên PDK’ê berovajî bû. Ne li Başûr, ne li Bakur, ne jî li Şingal û Rojava hesabên PDK’ê li gor dilê wan derneket. Li gel ku parastina gelê kurd esas bigire, PDK di vê rewşê de ket liv û tevgerê ku ‘ka çima ev peyman neket meriyetê?’ û rojên ku gelê Şingalê di nava berxwedaniyeke bênavber de ne, pirsên vê rengî bi caran kirin. Şermeke mezin ku wê neye jibîrkirin.

Di hişmendiya PDK’ê de berxwedan tune ye. Ji bo vê yekê dibetiyeke wiha nefikiribû. Li ser vê yekê  mixabiniya kurdan bi PDK’ê tê. Lê dive mixabiniya PDK jî xwe bi xwe were ku ev hişmendiyeke dûrî berxwedanê vê çawa li Kurdistanê pêşerojeke ji xwe re ava bike.

Diaya êzidiyan pir balkêş û pîroz e. Çi tiştê ku ji xwedayan dixwazin, hemû tiştên baş, ji bo herkesî dixwazin, herî dawî jî ji xwe re dixwazin. Li hember civakeke wiha, mirov encax dikare bejna xwe bitewîne, rêzdar bê û ji bo parastina nirxê vê civakê çi pêwîst be, bike.

Peymana Şingelê pûç derket. Yên ku çêbûna vê peymanê de tiliya van heye jî gaveke din pûç bûn. PDK jî weke mezinên xwe divê xwe amadeyî pûçbûneke kurtir bike. Ji ber ku berxwadana Şingalê bi berdewam bimeşê û diyar e dê êzîdî nehêlîn ferman dubare bibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar