Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Piştî êrîşa DAIŞ’ê PDK hawara xwe digihîne Qendilê

Roja 6’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrîşê navçeya Mexmûr û Guwêrê kirin û dagirkirin. Piştî dagirkirina van navçeyan metirsî ket ser Hewlêrê. Di wê demê de ne dewleta tirk ne jî hêzên hevpeyman tu bersivek ji bo daxwazên PDK’ê yên alîkariyê nadin. Piştre PDK hawara xwe digihîne Qendîlê û gerîla bi hawara Hewlêrê ve tên.

Heman roj dem piştî nîvroyê, Konseya Rêveber a KCK’ê di civînê de bû. Di civînê de telefona Zekî Şengalî lêdixe, Şengalî bi lez ji civînê derdikeve û bersiva telefonê dide.

“Silav heval Zekî, em ji Partiya Demokrata Kurdistanê peywwendî bi were dikin, DAIŞ va ye nêzî Hewlêrê bû û dibe Hewlêr bikeve. Ricayê dikin, tenê daxuyaniyek bidin bêjin em ê şerê DAIŞ’ê bikin, ji bo moralê xelkê Hewlêrê bilind bibe û Hewlêrê vala nekin.”

Piştî vê daxwazê, Zekî Şengalî carek din derbasî civînê dibe û vê peyama PDK’ê di civînê de tîne ziman. Piştre Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek dide û dibêje: “Gelê me li ku derê di metirsiyê de be, em ê wan biparêzin.”

Piştî kêr digihe hestî, hikûmeta herêmê bi veşartî daxwaz ji PKK’ê dike ku bi cilûbergên gerîla û alên PKK’ê ve bi konvoyan di nava bajarên başûrê Kurdistanê re derbas bibin û derbasî çeperên şer bibin. Da ku moral bidin pêşmerge û xelkê Başûr.

Rojek piştî dagirkirina Mexmûrê 7’ê Tebaxa 2014’an hêzek mezin a gerîla ji Qendîlê bi rêketin bi karwanekî wesayîtan di ser Ranyayê re xwe gihandin Mexmûrê. Roja 9’ê Tebaxê jî hêzek mezin a gerîla gihişt Kerkûkê. Di dema hatina konvoya hêza gerîla de, li hemû bajarok û navçeyên Başûr, gel daketin ser cadeyan û bi dilgermiyek mezin gerîla pêşwazî kirin.

Bi dirêjahiya şerê DAIŞ’ê ji Gulale ta Şengalê gerîlayên PKK’ê çeperên xwe bernedan. Di rizgarkirina Gulale, gundên başûrê Kerkûkê, Daquq, Mexmûr û Şengalê de rola pêşeng lîstin. Ji bo parastin û rizgarkirina van deveran bi sedan şehîd dan.

Roja 13’ê Tebaxa 2014’an de Mesûd Barzanî çû Mexmûrê û serdana gerîlayên PKK’ê kir. Li wê derê Barzanî ji bo bi hewarçûna gerîla, spasiya gerîla kir.

Heft sal derbasbûn lê niha heman PDK dor li hêzên gerîla digire, êrîşê gerîla dike û gerîlayan şehîd dixe. Ji gerîla re dibêje ji başûrê Kurdistanê derkevin herin bakurê Kurdistanê.

Lê divê were zanîn PKK kengî û çawan hatiye başûrê Kurdistanê? Heta niha PKK û PDK’ê ji bo hatina hêzên gerîla li Başûr çar lihevkirin îmze kirine. Ev lihevkirin jî wiha ne:

-Di sala 1982’an de Mesûd Barzanî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Sûriyeyê lihevkirin da ku gerîla li deverên sînorî yên başûrê Kurdistanê baregehên xwe ava bikin.

Di heman salê de yekem qonaxa derbasbûna hêzên gerîla ji bo Xakûrk, Lolan û Xinêrê destpê kir û gerîla li wan deveran bi cih bûn.

-Di sala 1992’an de jî PDK û YNK’ê li mala Kerîmxan Biradostî li Sîdekan li gel PKK’ê di civin. Lihevkirinek îmze dikin da ku gerîla li Qendîl û Zelê bi cih bibin. Sekreterê Hizba Sosyalîsta Demokratîk a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmud jî li ser vê lihevkirinê dibêje, “PKK bi xwe nehatiya Herêma Kurdistanê, ew bi wesayîtên hikûmeta Herêmê derbasî wan deveran bûne.”

-Carek din di sala 1995’an de PKK û PDK li hevkirinek din îmze dikin, li gorî vê li hevkirinê hêzên gerîla li herêma Heftenîn, Zap û Xakurkê bi cih dibin.

-Lihevkirina çarem a PKK û PDK’ê di sala 2013’an de pêk hat. Wê demê ji bo pêşxistina pêvajoya aştî û çareseriyê ya li bakurê Kurdistanê, PKK’ê hêzên xwe ji Bakur derbasî başûrê Kurdistanê kir.

Li ser vê lihevkirinê Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murad Karayilan gotibû: “Piştî lihevkirina me û pêxistina şewqa kesk a PDK’ê, hêzên me berbi Başûr ve vekişiyan.”

Niha jî PKK li gel dewleta tirk a dagirker li herêma Zap, Metîna û Avaşîn di nava şerekî dijwar de ye. PDK jî pişt ve dixwaze dor li gerîla bigire û eniyek din a şer li dijî PKK’ê veke. Heta PDK gerîlayan wek hêza dagirker bi nav dike. Yanî mirov dikare niha vê pirsê bike, ‘Çima hawariyê duh bûye dijminê îro?’ Çavkanî: Berhem Letîf / Rojnews

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar