Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

PKK girêdayê peymanan dimîne

PKK'ê di 24'ê çileya 1995'an de mohra xwe danî binê Konvansiyona Cenevreyê û ev yek li Cenevreyê bi civîneke çapemeniyê ragihand. PKK tim li ser soza xwe ye

PKK weke Konvansiyonên Cenevreyê guh da hemû normên navneteweyî, her wiha li gorî hişmendiya xwe ya siyasî û leşkerî ewlehiya jiyanê ya hêzên dijmin ku êsîr girtî parast, dijî rûmeta mirovahiyê tevnegeriya, dema ku şert û merc çêbûn û navbeynkar ketin dewrê bêyî ku li hêviya tiştekî be, ew teslîm kirin.  Artêşa tirk li Garê leşker, polîs û endamên MÎT’ê ên xwe kuştin.  HPG, KCK û Fermandariya Biryargeha Navendî ya Gel agahî bi raya giştî re par ve kir; Endamê Komîsyona Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar bang li saziyên navnetewî kir ku lêbikole.

Konvansiyona Cenevreyê ku di şer de armanc dike pêşî li sûcê mirovahiyê û sûcê şer bigire 1949’an hat qebûlkirin. Tê mîsogerkirin ku di şer de wê êrîş neçe ser sivîlan, wê ferqa hedefên leşkerî û sivîl were danîn, wê alîkariya li gelê sivîl a saziyên bêalî neyê astengkirin û şervan an jî leşkerên ku êsîr hatine girtin neyên kuştin. Konvansiyon peywira kontrolkirina herêmên şer dide Xaça Sor a Navnetewî. Bi vê çarçoweyê xwedî wê rayeyê ku li herêmên şer û dagirkirî lê rûdanan bikole, ji bo êsîrên şer an jî leşkeran bibîne û ji bo werin berdan xwedî wê rayeyê ku xebatan bike.  Tirkiye ji salên 1990’î û wir ve bi navê ‘têkoşîna dijî terorê’ tim Konvansyona Cinêwê binpêdike, herêma Garê ku êsîr lê bûn bombebaran kir. Li ser hîmê konvansiyonan li şûna ku saziyên navnetewî yên berpirsiyar agahdar bike û alîkarî ji wan bixwaze li ser xaka Iraqê personlên xwe yên êsîr ku bi yasayên navneteweyî tên parastin, kuştin.

Bi navê Ocalan hat îmzekirin

PKK di 24’ê Çile ya 1995’an de dema ku peyman îmze kir navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan (Bi sifetê Sekreterê Giştî yê PKK’ê), li Cenewreyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand.

Daxuyaniya 1995’an

‘Li ber çavê cîhanê li welatê me Kurdistanê şerê îmhayê tê kirin. Komara Tirkiyê ji roja ku ava bûye û heta niha bi polîtîkayên dewletê yên sîstematîk hebûna gelê me înkar kiriye. Dewleta tirk a ku çand, ziman û nasnameya gelê me qedexe dike, şerê qirkirinê dike û hemû amûr û hêzên leşkerî yên berdest seferber dike.

PKK ji bo nirxên gerdûnî yên mirovahiyê rûmetdar dike,  ji bo mafê milî û demokratîk ê gelê me têdikoşe. Şer encama polîtîkaya dewleta tirk e. Di vê avrêka gemar û bixwîn de Tirkiyê gelê kurd kiriye hedefa xwe ya leşkerî ya pêşî û meşrû.

Tirkiye peymanan binpêdike

Dewleta tirk Kurdistanê dide valakirin, 3 hezar gund hatin şewitandin û bi milyonan mirov bêgav man ku birevin. Hêza leşkerî ku bi artêşa gerîla nikare, bi rengekî ku mînaka wê nîne ji sivîlan tolê hiltîne. 15 hezar endamên partiya me niha li girtîhan de li ber darvekirinê ne.

Tirkiyê peymanên navnetewî yên ku îmze kirine tine dihesibîne, nahêle ku Rêxistina Hevkariya Ewlehiyê ya Ewropayê (RHEE) û çavdêrê mafê mirovan ên navnetewî serdana Kurdistanê bikin û rewşa wan bişopînin. Dewletê hewldanên mirovî yên serdana Kurdistanê ya Komîteya Xaça Sor a Navnetewî (ICRC) red kir. Tirkiyê li gel ku îmze avêtiye jî ti caran li gorî Peymana Cenevreyê ya 12’ê Tebaxa 1949’an hatî îmzekirin neçûye û Protokola Pêşî ya 1977’an red kiriye.

Şerê qirêj dimeşîne

Şerê 10 salan bû sedema 34 hezar mirovî. Partiya me tu caran şer nexwest. Li gelê me hat empozekirin. Em bi rengekî kategorîk dibêjin: Em dixwazin şer biqede û em çareyeke demokratîk, wekhev û hiqûqî dixwazin. Ev daxwaza me ji 1993’an û wir ve bi agirbesta yekalî ya 83 rojan hatiye çespandin. Tirkiye li ser şerê qirêj radiweste.

Heta ku em zorê li Tirkiyê bikin ku ber bi çareya siyasî ve were em ê şer bikin. Em bag li Tirkiyê dikin ku li gorî yasayên navnetewî biçe û êrîşên li ser sivîlan rawestîne. PKK, weke aliyê şer her carê li gorî konvansiyonên şer çûye. Serlêdana ku vê qebûlê nîşan dide bi navê Sekreterê Giştî yê PKK’ê Abdullah Ocalan 23’yê Çile ya 1995’an  li Komîteya Xaça Sor a Navnetewî û organên din ên têkildar kiriye.

Di dewamê de

  1. PKK di şerê dijî hêzên dewleta tirk ji bo rêveberiya şer û parastina mexdûrên şer xwe dide ber ku hurmetê bide Peymanên Cenevreyê ya 1949’an û Protokola Pêşiya 1977’an û xwe dide ber ku van binbariyan û li qadên hêzên xwe û di bin kontrola hêzên xwe de ji hêla hiqûqî ve bi cih bîne.
  2. Ji bo ku tu şik û guman li ser neyê hiştin, PKK, komên li jêrê weke hêzên ewlehiyê yên tirk dibîne û ji ber vê jî weke hedefên meşrû yên êrîşê dibîne.

a- Endamên hêzên çekdar ên tirk;

b-Endamên hêzên kontrgerîla yên tirk;

c-Endamên Serwîsa Îstîxbarî ya Tirk (MÎT);

d-Endamên Jandarma yên tirk;

e-cerdevan

PKK, heta ku nekevin nav kategoriyek ji van ên jor, memûran weke endamên hêzên ewlehiyê nabîne.

Êsîrên di nav şer de

  1. PKK wê miemeleya şer bi êsîrên endamên hêzên ewlehiyê yên tirk dike.
  2. PKK wê vê daxuyanyê, Peymana Cenevreyê ya 1949’an û rêzên Protokolya Pêşî ya 1977’an li hêzên xwe berbelav bike û ji ICRC’ê alîkariyê bixwaze. Ji bo ku ev rêgez werin bicihanîn û kesên ku ev binpêkirin were cezakirin pergaleke disîplînê qebûl kiriye. Berpirsyariya fermanbariyê qebûl dike.
  3. PKK bang li hikûmeta tirk dike ku heman qewlan bide û bang li ICRC’ê dike ku teklîfa xizmetê qebûl bike.

Herî dawî; PKK bang li Peymana Cenevreyê, NYE’yê, RHEE, Konseya Ewropayê û ICRC’ê dike ji bo ku şer rawestîne an jî dewleta tirk û PKK li gorî binbariyên çarçoweya navneteweyî biçin gavên hewce bavêje.

Çavkanî: ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar