Navenda Nûçeyan
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di rojên 10 û 11’ê sibatê de li gundên herêma başûrê Dêra Zorê operasyon lidar xistine. HSD’ê da zanîn ku wan di 10’ê sibatê de 8 terorîst û 11’ê sibatê de jî 1 çete girtine.
Li gorî daxuyaniyê, heman operasyonê de hinek çek, cebilxane û cihazên peywendiyê jî hatine desteser kirin.