Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sabrî Ok: Divê PDK dev ji zimanê xwe yê sûcdarkirinê berde

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok destnîşan kir ku PDK divê dev ji zimanê xwe yê sûcdarkirinê berde ku ji êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengal û Başûr PKK'ê berpirsyar nîşan dide. Sabrî Ok got ku dê êzidî li hemberî êrîşan bi paş ve gavê neavêjin

Navenda Nûçeyan |

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok tev li bernameya taybet a li Stêrk TV bû û bûyerên li Kurdistan û Rojhilata Navîn diqewimin nirxand.

Sabrî Ok bi bîr xist ku berxwedana ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehan dest pê kir, ketiye meha 10’an û li Mexmûr û Yewnanistanê jî bi heman rengî berxwedanek heye.

Ok diyar kir ku dewleta tirk bi şidandina tecrîdê dixwaze bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan gavê bi paş ve bide avêtin û wiha got: “Bi taybetî dixwaze têkiliya navbera Rêberê me û gelê me qut bike. Bi vê yekê hewl dide ku gelê me bêhêvî bihêle, tevgera me bêperspektîf bihêle û bike ku nikaribin bersivê bidin pêvajoyê. Êrîşên dewleta tirk a dagirker û têkoşîna li dijî van êrîşan bi salan e dewam dike. Lê belê ji sala 2015’an û vir ve êrîş li her qadê bênavber dewam dikin.

Rêber Apo 23 sal in tecrîdkirî ye. Ev rewşeke normal nîne, berevajî pêvajoyeke awarte ye. Nerazîbûn û nêzîkatiya me jî divê bi vî rengî awarte be. Rê û rêbazên vê yekê jî pêwendiya xwe bi kûrbûneke xurt heye. Lewma di serî de kadroyên tevgera me û gelê me divê rojane di nava kûrbûn û lêgerînekê de bin. Gel dikare dakeve qadan û rabe serhildanê, yan jî mîna salên 1990’î jiyanê rawestîne. Herikîna jiyanê dikare bê rawestandin. Dikare neçin kar, dakevin qadan û jiyanê li tevahiya Kurdistanê rawestînin.

Ji roja destpêkê ve ya ku bi serê gelê kurd tê anîn, tiştên normal nîne. Nasnameyek, jiyanek, paşerojek, zimanek tune hatine hesibandin. Mînakeke bi vî rengî li deveke din a cîhanê nîne. Ji ber ku rewş bi vî rengî ye, bersiva bê dayîn jî divê di asta herî bilind de be. Yanî divê ev êrîşên dijmin neyê qebûlkirin û tol bê hilanîn. Bi vî ruhî rê û rêbaz dikarin bêne peydakirin. Lewma divê gelê me berxwedana 10 mehan a li zindanan û tecrîda li ser Rêber Apo bibîne û li gorî vê yekê gel û ciwan rê û rêbazên xwe diyar bikin. Weke me got, dikare biherike qadan an jî jiyan bê rawestandin. Bêguman bi vî rengî em dikarin bi dijmin gavê paşve bidin avêtin.”

Rejîma AKP-MHP’ê li ber qendandinê ye

Di axaftina xwe de Ok ragihand ku êrîşên li ser Başûr, Rojava û Şengalê bênavber dewam dikin û destnîşan kir ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ji bo desthilatdariya xwe biparêze roj bi roj hîn bêhtir zext û zilmê dike. Ok bi bîr xist ku dewleta tirk êrîşî Îran, Iraq, Sûriye û gelek welatên cuda dike lê kes dengê xwe jê re nake.

Sabrî Ok diyar kir ku du sedemên dernexistinê heye, sedema destpêkê NATO ye, sedema duyemîn jî dewleta tirk e û wiha domand: “Dewleta tirk sala 1925’an bi Plana Şark Islahat komkujî û qirkirin li gelê kurd ferz kir. Ev êrîş û komkujî heta vê serdemê dewam kir. Hêzên navneteweyî ku berê li pêşberî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta tirk bêdeng man, îro jî heman siyasetê dimeşînin. Her kes zane ku demên herî êrîşkar ên rejîmên faşîst ew dem in ku herî zêde li ber windakirinê ne. Rejîma AKP-MHP’ê jî di rewşeke wiha de ye. Êdî li ber dawiyê ne. Lewma hem li hundir hem jî li derve helwesteke êrîşkar nîşan dide. Lê belê dawiya faşîzma AKP-MHP’ê êdî hatiye. Her kes bi vê zane.”

Xelkê êzidî dê bi paş ve gav neavêje

Sabrî Ok di dewama axaftina xwe de Seîd Hesen bi bîr anî ku çend hefte berê di êrîşa dewleta tirk de li Şengalê şehîd bû û ev tişt anî ziman: “Beriya her tiştî kesên ku li Şengalê li nexweşxaneyeke Şengalê di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînim. Seîd Hesen yekî hêja bû ku bi malbata xwe, bi eşîra xwe ji dil û can tev li vê têkoşînê bûbû. Dema ku diçû hevdîtina bi Kazimî re şehîd xistin. Ya yekemîn; ger tiliya hikûmeta Iraqê di vê êrîşê de tune be, diviyabû têkildarî vê yekê daxuyaniyek bida, peyama şermezarkirinê bida û sersaxî ji civaka êzidî re bixwesta.

Ya duyemîn; helwesta PDK’ê ye. Ji kêliya ku êrîş pêk hat û pê ve rayedarên PDK’ê gotin ku nexweşxane navenda PKK’ê ye. Ya yekemîn; ev yek derew e! Ya duyemîn; we çima ji xwe re kirine kar ku daxuyaniyek wiha bidin? Ev rewş xizmetê ji çi re dike? Ya sêyemîn; dewleta tirk ne xwediyê xaka Iraqê ye. Çawa dixwaze bi wî rengî bombeyan dibarîne. Ya çaremîn jî komkujî û qirkirin li êzidiyan bû, berdêlê giran dan, têkoşîneke mezin meşandin. Xaka xwe neterikandin. Bi vî rengî li ber xwe dan. Dewletên Yekitiya Ewropayê qirkirina xelkê êzidî nas dike lê belê li pêşberî êrîşên dewleta tirk bêdeng in ku dewleta tirk hewl dide ya ku DAIŞ’ê nîvco hişt, temam bike. Xelkê êzidî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe da, wê li hemberî van êrîşan jî li ber xwe bide. Dê tu carî paş ve gavê neavêje.”

PDK divê ji bo yekitiya neteweyî bi rol û misyona xwe rabe

Ok nerazîbûn nîşanî nêzîkatiyên PDK’ê da ku ji êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê û başûrê Kurdistanê PKK’ê berpirsyar nîşan dide û wiha pêde çû: “Şaşitiyeke gelekî mezin e ku PKK’ê ji her tiştî berpirsyar dibîne. Divê rayedarên PDK’ê dev ji vî zimanê sûcdarkirinê berdin. Pêwîst e PDK nekeve xefika dijmin. Ji bo yekitiya neteweyî divê bi erk û mîsyona xwe rabe. Derfetên vê yekê niha hene. Gelê kurd jî mîna gelên din ên cîhanê divê bi nasname û statu bi rengekî azad bijî. Em hêvîdar in ku PDK wê li gorî vê yekê tevbigere. Pêwîst e li pêşiya gelê kurd nebe asteng. Jin, ciwan, nivîskar û rewşenbîrên kurd nerazîbûneke mezin nîşanî dagirkeriyê dan. PDK li şûna ku bibe asteng divê wan teşwîq bike.”

Pirsgirêkên li Afganistanê bi sîstemeke demokratîk dikare çareser bibe

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok encamên gengaz ên vekişîna DYE’yê ji Afganistanê ku di encama lihevkirina bi Talîbanê re ev yek kir û şêweyê nû yê hevsengiyên li Rojhilata Navîn nirxand û wiha got: “Li Afganistanê demeke dirêj e şer diqewime. Ji Sowyetan heta DYE’yê hemû li gorî berjewendiyên xwe nêzîk bûn. Fatûreya vê yekê jî li xelkê Afganistanê bi taybetî jî li jinan birîn. Ev rewş hîn jî dewam dike. Mixabin xuya ye dê hîn jî dewam bike.”

Her wiha Ok bi bîr xist ku Talîbanê ragihand, dê li gorî pîvnên şerî tevbigere, li dijî demokrasiyê ne, jin jî tenê li gorî pîvanên şerî xwedî maf e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nepêkan e ku Talîban neteweyan, olan, mezheban, çandan hemûyan hembêz bike yan jî bi rengekî demokratîk nêzîk bibe. Rêbertî gelek caran diyar kir ku çareserî tenê bi civaka demokratîk dibe. Ger ev nebe dê li Afganistanê pirsgirêk dewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar