Di rojên ku em tê de ne siyaseta Tirkiyeyê ji gelek aliyan ve dikare bê nirxandin. Ev rewşa han dikare bi gelek cildan bê nivîsandin. Lê aliyekî wê yê balkêş heye, divê bê nirxandin, ew jî terz û awayê siyasetê ye; xitabeta sosret.
Sê siyasetmedarên tirk Erdogan, Bahçelî û Soylu sergovendiyê vê xîtabeta sosret in. Her yek her roj ew qas gotinên sosret dibêjin ku raya giştî ya Tirkiyeyê êdî hîn bûye-hatiye hînkirin ku êdî çi bêjin kes ne li ser disekine, ne jî balê dikişine. Jixwe dîktatorî û faşîzm tiştekî wisa bi gel dide qeblkirin. Her çi be divê gel nebine, nebihîse, nizanibe; ango kor be, ker be, bêfêm be da ku ew desthilatdariya xwe li ser van yekan bikaribin ava bikin.
Di serî de hêmayên vê sosretiyê qubedetî- qabadayîtî ye. Hûn hinekî lê kûr bibin hûn ê qîrîna wan a ‘hêyt be!!!!’ bibihîsin. Gava Erdogan mîkrofon ditîye, çend caran ji serok dewletên biyanî re gotiye, ‘tu kî yî ûlan’ her kesî bihîstiye. Yê pehîn avêtiye welatiyekî hûn baş dizanin. Ev yek belkî di cîhanê de mînaka pêşî ye ku lîderê dewletekî pêk anîbe. Hîtler, Franko, Salazar, Pînoşe xwîna milyonan mirovan rijandine lê nefikirîne pehînekê li welatiyekî xwe bixin. Gotin û helwestên wî ne weke yên serokdewletan e. Terz û awayekî qubede diyarî siyaseta Tirkiyeyê kiriye. Jê re dibêjin awayê Qasimpaşa. Her roj der barê reqîbên xwe de gotinên xwîn jê dinûqutin dibêje. Gefan dixwe.
Bahçelî êdî kalemêrekî dir e. Wî jî xîtabeta xwe li ser qubedetiyê ava kiriye. Gava har dibe, derdikeve kursiyê koma meclîsê ya partiya xwe, her tiştî ji bîr dike. Terz û awayê ‘heyt be!!!’ wî aniye meclîsê. Her rojên sêşeman raya giştî hînî dengê wî yê dir dibihîse. Ulkûdaşê wî singan-qazixan çêdike, ew jî singên ulkûdaşê xwe bi rûnê zeytûnê û kreme rûn dike, raberî serokê partiya kemalîstan dike. Tu car şerm û fedî nake. Kefa devê wî heta rûyê Erdogan diçe lê ew jî pişta qabadayîdaşê xwe mist dide. Çimkî pêşiyan gotiye, gûşiyên tiriyan li heman darê rengê xwe digirin. Yek reş be divê yê din jî reş be.
Suleyman Soylu belkî terzê Qaragumrûkê, belkî terzê binpiran li hev aniye ji xwe re sentezek çêkiriye. Wî zatî belaxeta xwe raxistiye ser asfalt an jî kevirên sûk û kolanan. Carinan weke topbazên taxa berdûşan, carinan weke meyxurên şevan bê nota û bê pergal diaxive. Kê dengê xwe derdixe, bi devê sûkê gef lê dixwe. Ne exlaq, ne qayde, ne teşe qebûl dike. Gotina, ‘geberrtîk’ wî ser gerdena siyaseta Tirkiyeyê weke kurmên birîneke xedar daliqandiye. Ev gotin, li hember vê gotinê ‘asker yan yatmak îçîn mî kişlaya gîdîyor?’ çiqas yek meqam in! Her du jî çiqas hîcaz kurdî ne, ne wisa?
Ne hewce ye em mînakên bi rengî zêde bikin, ji bo her yekî bi hezaran mînak wê jixweber bên bîra xwîneran.
Gelek bala min dikişîne van her sê siyasetmedaran faşîzm jî bêrûmet kirine. Helbet asteke faşîzmê jî heye, her çend hîmê wê ser derew û bêexlaqiyê ava bibe jî. Dibe mirov bibêje ku faşîzm û zordestî ev qas erzan nîn e biradercan, her çend dilê mirov vê gotinê raneke jî. Ew qas derew, ew qas bêastî, ew qas bêrûmetiyê dibe ku pêşrevên faşîzmê jî qebûl nekin.
Çiqas bê rexnekirin jî berê asteke siyaseta Tirkiyeyê hebû, ne wisa? Lê teşe, şêwaz û terzê van siyasetmedaran hem faşîzm erzan kir, hem jî Tirkiye ji navê ve pûç kir, rizand. Ji her derê Tirkiyeyê bêhna genî tê, birîn tev kurmeşîlafî bûne, nayên hev. Îdeoljiya Hîtler û Franko hebû ew li ser text hîştin. Hîtler û Musolînî ne ji bê îdeoljibûnê têk çûn, bi hêza ji derve ve têk çûn. Mebesta her sê siyasetmedaran jî bê dawî mayîna li ser desthilatdariyê ye. Lê şalvarên wan li ser wan dişiqite. Bi bi rastî êdî bê şalvar mane. Lê…
Bi vê rewşa xwe ji aliyekî ve bi ser ketine. Di esasa xwe de sing-qazixê raberî kemalîstan kirine, raberî gel kirine, bêhna gel çikandine, jiyana gel jehrî kirine. Xizan, xebatkar û karker jiyaneke qetrehm re bi serê xwe mane. Kurd û gelê weke wan bindest bi qetlîaman re hatine derbaskirin. Tirs Tirkiyeyê bi rê ve dibe. Ne ji aliyê hundir, ne ji aliyê derve ve kes nikare rexnekeyekê bike, dengekî cihê derxe. Bi hezaran mirovên siyasî di zindanan de ne. Îşkence û zilm bê hesab e.
Û….!
Û siyaseta sereke ya Tirkiyeyê dewsa ku pêşengiyê bike bi tirs û ‘hêyt ûlan’a her sê siyasetmedaran weke mirîşkên kûrkê melisiye, nîqaşa kuştin û sûîqastên pêşengên xwe temaşe dike. Ji ber vê ye ku li gel pûçbûn û rizîna Tirkiyeyê hê hêzên desthilatdar para mezin ji gel erêkirinê dibînin. Muxalefet hê jî li paş e, kêm daketina wan jêr weke serkeftin dibîne û rastiyê nabîne ku gelo çima wisa ye?
Bi rastî jî rewşa Tirkiyeyê ev e. Ji bilî muxalefeta kurdan leq tune ye. Ma ne rast e ku heta muxalefeta sereke melîsî be garantiya hêkên bin wê jî wê tune be?
Bila heytbaz ew qas netirsin, heta ku lîderê kemalîstan mîna eloka deng derxe, sê qubede wê dîkên taxa wî bin.