PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Pazar - 24 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Sembola berxwedan û rûmetê; Mandela

Mehmet Şahîn

Di 5’ê kanûna 2013’yan de mirovahiyê, parêzerê yekemîn ê reşikê Başûrê Afrîkayê, sembolê berxwedana li dijî nîjadperestiyê, mehkûmê herî navdar ê cîhanê, şoreşegerê xwediyê xelata Nobelê Nelson Mandela, bi navê xwe yê di nava qabîlaya xwe de Madîba winde kir.

Mandela ji bo azadiya civaka xwe ya reşikên Başûrê Afrîkayê serî hilda û têkoşiya. Weke parezerê civaka xwe derket rê lê îro hemû civakên bindest wî weke parêzerê xwe dibînin, hemû şoreşger û têkoşerên azadiyê wî weke rêhevalê xwe dibînin. Di dîroka mirovahiyê de gelek pêşêng û serok derketin ser dika dîrokê lê kêm kes weke Madîba di dilê mirovahiyê de bûn xwediyê payeyeke bilind û bi rûmet. Bêguman ev netesetufî bû. Di berdêla wê de bexşkirina jiyaneke berxwedêr heye, şorşgeriyeke bêhempa heye, sekneke bi nirx û bi rûmet a bê tawîz heye.

Manadela di 18’ê tîrmeha 1918’an de ji dayika xwe dibe. Malbada wî ji kabîleya Tembû ye û bi zimanê kosayê diaxive. Bavê wî rêberê (Şefê) kabîleyê Gadla Henrî Mandela ye.

Mandela, piştî dibistana navîn ji bo perwerdehiya hiqûqê diçe Zanîngeha Fort Hare. Ev zanîngeh yekane zanîngeha ku reşîkan qebûl dike. Di pêvajoya xwedekariya zanîngehê de cudakariya desthilatdariya hikûmeta Apartheîd faşîst li dijî civaka xwe ya reşik dibîne û ji bo berxwedana li dijî cudakariyê tevilê refên civanên şoreşgerên reşik dibe. Ji ber tevilbûna wî ya çalakiyeke boykotê, bi hinceta plansaziya boykot çêkiriye û pêşengî ji boykotê re kiriye ji zanîneghê tê dûrxistin. Mandela neçar dimîne perwerdehiya xwe ya hiqûqê ji derve ve dewam bike. Di sala 1942’yan de beşa hiqûqê diqedîne û dibe parêzerê reşik ê yekemîn ê Başûrê Afrîkayê.

Mandela piştî dest bi parêzeriyê dike tevilê Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) dibe. Di encama ked û sekna xwe ya têkoşêr û berxwêder de di demeke kin de di asta herî jor de tê erkdarkirin. Di salên 1950’yan de êdî weke pêşeng û aktoreke herî girîng ê ANC’ê derdikeve pêş. Berxwedana NAC’ê ya li dijî desthilatdariya faşîst û cudakar roj bi roj mezintir dibe. Civaka reşik roj bi roj hişyar dibe û piştgiriya xwe ya berxwedanê xurtir dike. Xurtbûna berxwedana reşikan desthilatdariya faşîst dixe nav tirs û fikaran. Zext û zorên li ser Mandela jî roj bi roj zêdetir dibin. Mandela ji ber liv û tevgara xwe ya şoreşger û berxwêder bi dehan caran tê girtin. Qada siyasetê li wî tê qedexekirin û liv û tevgerên wî gav bi gav tên şopandin.

Di sala 1956’an de Mandela tê girtin. Bi 155 hevalên xwe re bi sûcdariya herî giran, bi tewanbariya xiyanetkariya welat tên darizandin. Piştî daraza 4 salan doz bê encam bi dawî dibe û Mandela tê berdan.

Di sala 1960’ tan de liv û tevgera ANC’ê bi temamî tên qedexekirin û rêxistina ANC’ê weke rêxistineke der hiqûqî tê îlankirin. Mandela dibîne ku qada siyaseta legal li wan tê girtin û di qada legalde şert û mercên têkoşînê nemane dest bi amadekariyên têkoşîna çekdariyê dike.

Di sala 1961’an de ji bo têkoşîna çekdariyê di bin sêwana ANC’ê de rêxistina Umkhonto we Sizwe’yê (MK) ava dike. Şoreşgerên reşik di bin pêşengiya MK’ê de li dijî desthilatdariya Apartheîdê dest bi têkoşîna çekdariyê dikin. Hikûmeta Apartheîde bi tevî hemû sazî û dezgehên xwe êdî di hedefa êrîşên wan de ne.

Mandela ji bo piştgiriya qada navneteweyî bigire di sala 1962’yan de derdikeve derveyê welat. Dewletên parzemîna Afrîka û Ingîlistanê jî di nav de li dewletên sosyalîstan yek bi yek digere. Ji gelek dewletan piştgiriya çek, cebilxane û aborî digire. Piştî vegera xwe ya welat bi hinceta bêyî destûra rayedarên dewletê derketiye derveyê welat û gel teşwîkê serhildanê kiriye û li dijî hêzên dewletê çalakiyên sabotoajê pêk anîne ew û hevalên xwe tên girtin û dariza wan dest pê dike.

Di sala 1962’yan Yekitiya Dewletên Sovyetê Xelata Azadiyê ya Navneteweyî ya Lenîn dan wî. Lê ji ber ku di girtîgehê de bû nekarî xelata xwe werbigre.

Di sala 1964’an de, di encama darazeke derhiqûqî de bi hinceta ‘gel rakiriye serhildanê û xwestiye hikûmeta heyî ji holê rake’ cezaya heta hetayê li Mandelayê 46 salî têbirîn. Ji sala 1964’an heta sala 1982’yan 18 salan li Zindana Girava Robben (Fok) tê girtin. Di sala 1982’yan de wî sewqê girtîgeha Pollsmoorê dikin û heta berdana xwe ya sala 1990 di vî zindanê de dimîne.

Di pêvajoya ku Mandela di zindanê de dimîne berxwedana ANC qels nabe û dawî lê nayê. Roj bi roj xurtir dibe. Bi awayek xurt dewamkirina berxwedanê rê li muzekerayan vedike. Deshilatdariya Apartheîdê neçar dimîne Madîba muxtab bigire rê û rêbazên çareseriyê pê re nîqaş bike. Serkeftina berxwedana bi dehan salan di encama wan nîqaş û muzakereyan de tê bidestxistin.

Di destpêka salên 1980’yan de li gelemperiya cîhanê pêla têkoşîna li dijî nîjadperestiyê bilind dibe. Di wê pêvajoyê de Mandela jî dikeve rojeva cîhanê. Di heman pêvajoyê de ji bo berdana Mandela kampanyayeke navneteweyî dest pê dike. Gelek şexsiyetên girîng û rayedarên dewletan jî piştgiriya kampanyayê dikin. Di encama wê kampanyayê de zext û zorên dewletan li ser hikûmeta Apartheîdê zêde dibin. Hinek dewlet neçar dimînin têkiliyên xwe qut bikin û ambargoyan deynin ser hikûmeta Apartheîdê.

Di encama zext û zor û ambargoyên navneteweyî de serokê hikûmeta Apartheîdê FW de Klerk, piştî 27 salan di 1990 de, bê şert û şûrt Mandela berdide. FW de Klerk di heman demê de qedexeya li ser ANC jî radike. Mandela dibe serokê ANC û ANC’ê weke rêxistineke temsîlkarê civaka reşik tê qebûlkirin û di qada siyasî ya legal de dest bi xebatên xwe dike.

Mandela û FW de Klerk ji bo avakirina pergaleke demokratîk dest bi xebatan dikin. Di destpêkê de ji bo avakirina mecliseke hemû deng û rengên civakên Başûrê Afrîkayê temsîl bike dikevin nava liv û tevgerê.

Di sala 1993’yan de Mandela û FW de Klerk ji ber hewldanên xwe yên avakirina pergaleke demokratîk û pêkanîna aştiyeke mayinde layiqê xelata Aştiyê ya Nobelê tên dîtin.

Xebatên wan ên avakirina pergaleke demokratîk û pêkanîna aştiyeke mayinde di 10’ê gulana 1994’an de bi hilbijartineke demokratîk a yekemîn tên tacîdarkirin. Di hilbijartina 10’ê gulana 1994’an de cara yekemîn namzetên hemû etnîsîteyên Başûrê Afrîkayê bi awayeke azad dikarîn tevilê hilbijartinan bibin. Cara yekemîn hemû deng û reng bi awayeke azad temsîlkarên xwe dibêjêrin.

Di hilbijartinên 10’ê gulana 1994’an de şervanê azadiyê, mehkûmê herî navdarê ku 27 salê xwe di zindanê de derbas kiribûn Nelson Mandela (Madîba) bi rêjeyeke gelek bilind dibe serokdewletê Başûrê Afrîkayê. Cara yekemîne ku kesek ji civaka reşîk dibe serokdewlet. Ev bi tena serê xwe bi qasê şoreşekê girîng û watedar bû. Êdî dawî li desthilatdariya Apartheîd a faşîst hatibû.

Mandela di pêvajoya serokdewletiya xwe de makezagoneke nû ya demokratîk amade dike, reforma erd pêk tîne, polîtîkayên têkoşîna li dijî xizaniyê dixe meriyetê û ji bo lêkolîna bûyerên derhiqûqiyên ku di pêvajoya berxwedanê de hatine jiyîn lijneya heqîqetê ava dike. Li gel hemû daxwaz û israran di hilbijartinên duyemîn de nabe namzet û cihê xwe dihêle ji alîkarê xwe Thabo Mhekî re.

Mandela weke rêbereke navneteweyî heta dawiya jiyana xwe di têkôşîna li dijî xizanî û nexweşîna AIDS di xizmeta mirovahiyê de cih digire. Di heman demê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên navneteweyî lijneya aqilmendan ava dike. Li başûrê Afrîkayê weke ‘bavê netewê’ tê pênasekirin.

Mandela di nirxandineke xwe de wiha dibêje; “Têkoşîn jiyana min e, heta dawiya emrê xwe ez ê ji bo azadiya civaka xwe ya reşik têbikoşim. Heke hewce bike ez ê bêfikar canê xwe jî bidim”. Mandela li dijî tahakuma deshilatdariya Apartheîd a faşîst a li ser civaka reşik têkoşiya û bi ser ket. Lewre, ew li dijî hemû desthilatdariyên faşîst û tahakuman bû. Bi wî sekna xwe ya birûmet weke lêheng û şervaneke azadiyê di dilê mirovahiyê de cihê xwe girtibû.

Mehkûmê herî navdar Mandela edî keseke herî bi qimet û rûmet bû. Di pêvajoya berxwedaniya xwe ya 40 salan de xelata Aştiyê ya Nobelê jî di nav de nêzikê 250 xelatên herî bi nirx û rûmet wergirtibûn.

Piştî destpêkirina têkoşîna çekdariya Tevgera Azadiya Kurd a 15’ê tebaxa 1984’an dewleta tirk li Kurdistanê dest bi qirkirinan kiribû. Bi hezaran gund hatibûn valakirin û bi hezaran kurd hatibûn qetilkirin. Dewleta tirk ji bo şerê xwe yê kirêt û bêpîvanê ku li Kurdistanê dimeşîne binuxumîne xwest navê Mandela yê herî bi qedir û qîmet ji xwe re weke amûr bikar bîne. Bi wê mabestê di sala 1992’yan de rayedarên dewleta tirk biryar dan ku Xelata Aştiyê ya Ataturkê bidin Mandela.

Di 12’yê gulana 1992’yan de berdevkê partiya ANC’ê Gill Marcûs ragihand ku Mandela ji ber şerê dewleta tirk a li Kurdistanê û ji ber binpêkirina mafên mirovan û cotstandartiya li dijî civaka kurd wergirtina xelatê red kiriye. Cara yekemîn Xelata Azadiyê ya Ataturkê dihat redkirin. Biryara Mandela dewleta tirk şaşwazî kiribû. Rûpoşa dewleta tirk xistibû xwarê û di qada navneteweyî de ew teşhîr kiribû. Bi kurtahî bi redkirina xelatê Mandela ev peyam da bû cîhanê, ‘Bi dayîna xelatên azadiyê dewlet nabin azad û nabin demokrat’. Her wiha, Mandela di axaftineke xwe de bi hevoka xwe ya “ji bo ku hûn zilma dewleta tirk fêm bikin tenê rojek bibin kurd bes e” bala cîhanê kişandibû ser faşîzma dewleta tirk. Mandela bi wî helwesta xwe ya bi rûmet nîşan da ku tenê ne şervan û parzavanê azadiya civaka xwe ye, şervan û parzavanê azadiya hemû civakên bindest e.

Dûre parêzer û berdevkê Mandela Essa Moosa got; “Mandela xwestiye di lijneya hiqûqê ya ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Ocalan bêavakirin de cih bigire lê tenduristiya wê destûr nedaye wê daxwaza xwe bîne cih”.

Bêguman ê ku Mandela kiriye hezkiriyê dilê mirovahiyê ew sekna wî ya berxwedêr û bi rûmeta ku di her şert û mercî de tu caran ji nirx û pîvanên xwe tawîz nedaye.

Kesên ku bi sekna xwe, bi têkoşîna xwe, bi fikr û ramanên xwe di dilê civakan de cih bigirin tu caran namirin. Bi awayeke fizikî tune bin jî ew her tim dilê şopdar û heskiriyên xwe de dijîn. Mandela jî ji yek ji wan kesan e.

Her çiqasî zalim û zordar nexwazin navê wî were bibîranîn jî, dê civakên evîndarên azadiyê tu caran wî ji bîr nekin û di şopa wî de ber bi azadiyê ve bibezin û dê her tim di dilê rêhevalên xwe yên şervanên azadiyê de bijî û her tim bi rêzdarî were bibîranîn.

Belê, Madîba bi awayeke fizikî dê ne di nava me de be lê dê heta hetayê di dilê me de bijî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar