Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Şêniyên Kobanê ji bo pîrozkirina 1’ê Mijdarê daket qadan

Bi sedan şêniyên Kobanê tevî şandeyeke bajarê Reqayê bi boneya Roja Kobanê ya Cîhanê daketin qadan û 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin

Bi sedan şênî Kobanê ji bo pîrozkirina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daketin qadan. Şêniyên Kobanê li Qada Jina Azad kom bûn û bi dirûşma ‘Bi ruhê 1’ê Mijdarê em ê berxwedan û têkoşîna li hemberî dagirkerî û hovîtiyê berdewam bikin’ meşiya.

Beriya ku meş destpê bike, şandeyeke Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê li Kobanê daxuyaniyek da. Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Reqayê Rîhab El-Nafi daxuyanî xwend û ev tişt anî ziman: “Dema vîna gelan bû yek, ev roj wek roja piştevaniya Kobanê hat diyarkirin. Bi van moralên pîroz, dema ku hinek gotin wê kobanê bin bikeve, bi bin neket û ji hemûya re îsbat kir ku bi saya vîna û berxwedana ciwanên herêmên cuda yên Sûriyeyê di nava YPG û YPJ’ê de û bi desteka şervanan enternasyonalîst ji hemû warên cîhanê, serî ji kesekî re natewîne.

Kobanê bûye paytexta berxwedanê ji ber ku sembola azadiyê, demokratiyê û destpêka bidawîbûna DAIŞ’ê dijminê mirovahiyê bi giştî ye. Kobanê yekitî û çaresnûsa hevbeş a gelê Sûriyeyê bi awayekî rastîn da rûniştandin.”

Her wiha hat destnîşankirin ku jinên Kobanê ji hemû jinên li cîhanê bûne sembola berxwedanê û vîna azad û bi saya wê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê li ser asta leşkerî bi ser ket.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku bi saya berxwedana Kobanê, Girê Spî, Minbicê, Reqa, Tebqa û Dêrazor ji DAIŞ’ê xilas bû û der barê gefên li dijî Kobanê jî ev tişt hat gotin: “Her êrîşek li ser Kobanê, ev êrîş li dijî hemû erdnîgariya Sûriyeyê, civaka sivîl û ya navneteweyî û hemû dewletan e. Ew deyndarên vê berxwedanê ne ku rê li pêşiya sûcên hovane û yên dermirovî girt.”

Piştre meşvan ji Qada Jina Azad heta Qada Şehîd Egîd meşiyan û sloganên li ser girîniya vê rojê ji bo gelên herêmê berz kirin. Di meşê de wêneyên şehîdan hatin rakirin.

Li Qada Şehîd Egîd, meş veguherî mitîngê. Li wir Heveserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Êto axivî û ev roj li şehîdan û li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û wiha got: “Dema em behsa 1’ê Mijdarê dikin, 15’ê Tebaxê û 19’ê Tîrmehê tên bîra me. Berxwedana gelên azad li ser vê xaka pîroz a Kobanê tê bîra me ku vî bajarê biçûk ji tevahî cîhanê re îsbat kir ku ew keleha berxwedanê ye.”

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Şêx Mihemed Nûr El-Zêb jî 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê li tevahî gelê Kobanê pîroz kir û ev tişt anî ziman: “Ji vê derê, serkeftin li pey hev pêk hatin, ji Reqayê heta Tebqa û Baxozê cihê herî dawîn ên çeteyên DAIŞ’ê. Wekî gelê Sûriyeyê, li hemberî dijiminên mirovahî em yek in.”

Endama Koordînasyona Kongreya Star Felek Yûsif jî di mitîngê de axivî û diyar kir ku 1’ê Mijdarê roja berdewamkirina berxwedanê û Şoreşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û wiha lê zêde kir: “Şoreşa ku bi şoreşa jinan hat nasîn, heta roja îro bi berxwedan û têkoşîna jinan dewam dike.”

Felek Yûsif piştrast kir ku bajarê Kobanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berxwedana li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û dewleta tirk a dagirker, bûne sembola jiyanê. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar