Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Şoreşger û lehengê gelê xwe; Vedat Aydin

Mehmet Şahîn |

Dîroka Kurdistanê li ser du xetî pêşketiye. Yek li dijî dagirkerî, zilm û zordariyê berxwedan,  lêhengî, fedekarî û pakrewanî ye, ya din jî li ber dijminê xwe çong danîne, radestbûne,  îxanet, bêbextî û xwînmijiye.

Dakirkerên Kurdistanê dîroka xeta yekemîn a berxwedanê, lêhengî û pakrewaniyê her tim nixumandine û ji kurdan veşartine. Nehiştine civaka kurd dîroka xeta berxwedêr bixwîne û di derbarê wê xetê de şareza bibe û lêhengên ku tu carî serî li ber dakirkeran netewandine binasin û ji vîn û baweriya wan a ji pola sûdê werbigrin. Ji bo xeta berxwedêr û lêhengên wê neyên bibîranîn tirbên wan lêhegan jî  tune ne.

Lê xeta duyemîn a çong danîne, radestbûne,  îxanet, bêbextî û xwînmijiye jî weke qedereke nebixêr bi me dane jiberkirin. Ji bo hêvî û baweriya me ya serkeftinê bişikînin û em cesaret nekin careke din rabin ser pêyan  dîroka xeta duyemîn bi serê bizmarê zengarî di bin hişmendiya me de kolane.

Vedat Aydin jî yek ji wan lêhengên wê xeta berxwedêr ê ku tu carî serî li ber dijminê xwe netewandiye û hewceye tu caran neyên jibîrkirin. Qetilkirin û definkirina lêhengê şoreşger Vedat Aydin her yek destpêka pêvajoyeke nû ne.

Dewleta tirk di 5’ê tîrmehê de bi qetilkirina Vedat Aydin di şerê dijî kurd de derbasî qonaxeke nû bû. Civaka kurd jî di 10’ê tîrmehê de di merasîma definkirina cenazeya Wedat Aydin de bi serhildaneke bêhempa bersiva dewleta tirk da û ket pêvajoya serhildanan.

Tevgera Azadiya Kurd di 15’ê tebaxa  1984’an de dest bi şerê çekdarî kiribû û gihiştibû qonaxeke gelek girîng. Şêrgeleyên ku di 15’ê tebaxa 1984’an de bi guleyên xwe tarîtiya ser Kurdistanê qelişandibûn di 7 salan de bi berxwedana xwe ya bêhempa gihiştibûn radeyeke gelek girîng. Ew şêrgeleyên ku di destpêkê de weke 4-5 kesên çimtazî  dihatin pênasekirin û temenê wan bi çend rojan dihat diyarkirin, di sala 1991’an de li hemû Kurdistanê belav bibûn û hejmara wan gihiştibû sed hezaran.

Ew agirê azadiyê ku roj bi roj bi tevilbûna sedhezaran li çar hêlê welat belav dibû tirs û xofeke mezin dixist dilê desthilatdarên tirk.

Bi geşbûna agirê serhildanê re mixabin hovîtî û bêexlaqiya desthilatdariya dewleta tirk a sed salan jî mezintir dibû. Edî li Kurdistanê şereke bêpîvan û bêexlaq hebû. Hişmendiya dewleta tirk a qirker, wêranker û talanker a sedan salî bi hemû dijwariya xwe di meriyetê de bû. Weke hemû serhildanên berê dixwestin careke din civaka kurd bi qirkirinê bêdeng bikin. Pêvajoya qirkirinê jî bi qetilkirina lêhengeke weke Vedat Aydin da destpêkirin.

Dewleta tirk, di 5’ê tîrmeha 1991’an de bi revandina Wedat Aydin ê serokê HEP’ê yê bajarê Amedê şerê xwe yê li dijî kurdan derbasî qonaxeke herî bê exlaq û bêpîvan kir.

Belê, qetilkirina Vedat Aydin destpêka qonaxeke nû bû. Destpêka di bin navê kujer nediyar de qetilkirina bi hezaran kurdî bû. Bêguman ji bo destpêka wê qonaxê hilbijasrtina Wedat Aydin jî ne tesedufî bû. Wedat Aydin, bi têkoşîna xwe ya parazvaniya mafê mirovan, bi berxwedana xwe ya di qada siyasetê de, bi sekna xwe ya şoreşger û têkoşer a bêtawîz bibû leheng û hezkiriyê dilê gelê xwe. Bi kurtahî bûbû şêrgele.

Di şexsê Vedat Aydin de dixwestin careke din vîn û baweriya civaka kurd a azad bişikînin. Tirs û xofa xwe ya bê exlaq li ser civaka kurd bidin ferzkirin û careke din bi kurdan cong bidin danîn.  Lê hesabên wan ên şaş ji bircên Amedê vegeriyan.

Vedat Aydin di 5’ê tîrmehê de ji hêla hêzên dewletê yên ku di destên wan de bêtel hebûn û xwe polîs dabûn nasîn ve ji mala xwe hatibû girtin. Piştî 5 rojan di 10’ê tîrmehê de cenazeyê Vedat Aydin li navçeya Maden a Xarpêtê di bin pîrekî de hat dîtin. Şopên îşkenceyên li ser laşê wî nîşan didan ku Vedat Aydin ji ber ku li ber wan cong dananiye û ji vîna xwe ya ji pola tawîz nedaye di encama îşkenceyeke hovane de hatibû qetilkirin.

Agahiya qetilkirina Vedat Aydin di demeke kin de li hemû Kurdistanê belav bû. Ew agahiya dilsoj weke xencereke zengarî dilê civaka kurd de çikiya bû. Beşa civaka kurd a ku hetanî wê rojê haya wî ji berxwedana kurd û ji hovîtiya dewleta tirk tunebû ew jî di nav de civaka kurd hemû bi yek dengî û bi hêrseke mezin rabû ser pêyan. Hemû dilên xwedî wijdan ji bo Wedat bibûn yek û bi yek dengî lêdidan.

Di 10’ê tîrmehê de, bi 10 hezaran kesî ji bo cenazeyê bigirin berê xwe dan navçeya Madenê. Bi konvoya ku ji hezaran wesayitan pêk dihat cenazeyê Vedat Aydin ji Medenê girtin û berê xwe dan bajarê qedîm, paytexta berxwedanê, paytexta dilê kurdan Amedê.

Di 10’ê tîrmeha 1991’an de li Amedê jiyan rawestiya. Dilê sedhezaran tenê ji bo Vedat lê dida. Sed hezaran kesî li ser rêya Erxeniyê cenazeya şêrgeleyê xwe pêşwazî kir. Ji Ofîsê hetanî Derê Mêrdînê bi sed hezaran kes weke lehiya biharê ber bi goristana Derê Mêrdînê ve diherikiya. Kujeran yek Vedat qetilkiribûn û xwestibûn di şexsê wî de civakê teslîm bigirin lê Wedat bibû bi sed hezaran û li dijî hovîtiya wan rabibû ser pêyan. Xwedî derketineke wisa bi heybet û bibiryar a li cenazeyê hesabê wan ên kirêt serûbino kiribû. Tirs û xofa ku qatilan xwestibû bikin dilê civaka kurd li wan vageriya bû û ketibû dilê wan.

Hişmendiya ku ji yek Wedatî re tehamul nedikir dê ji sedhezarî re qet tehamul nekira. Hişmendiya ku dixwest bi kuştina Vedat civakê bitepisîne dê ji rabûna sed hezaran Vedatî re qet tehamul nekira.

Hişmendiya dewletê ya tarîparêz û qirker bê tehamuliya xwe ya li dijî sed hezaran Vedatî, di hemû hewldanên xwe de, di liv û tevgera xwe de bi awayeke aşkera nîşan dida. Li der û dora Derê Mêrdinê li ser kelheya Amedê hêzên xwe yên tarî yên bi maske bi cih kiribûn. Wan qatilên bi maske li ser sed hezarên ku dimeşiyan gule dibarandin. Dixwestin bi gulebarana xwe gel bi tirsînin û vîn û baweriya ku derketiye holê bişikînin û girseyê paşve vegerînin.

Lê gelê Amedê carek rabibû ser pêyan, dawî mirinbûya jî veger tune bû. Ji girseya meşê bi dehan kes bi guleyên şevşevokên tarîprestên ku ji ronahiya civakê ditirsiyan di nava xwînê de sor bûn û li erdê dirêj bûn. Lê bi qasê serê derxziyê tirs û xof bi yek kesî re çênebû. Girseyê ji milekî ve brîndar û cenazeyên xwe radikir ji milê din ve bi awayeke bêtirs û bêfikar bi biryardariyeke mezin û vîna xwe ya ji pola ber bi goristanê ve dimeşiya. Her ku gulebaran zêde dibû bi ewqasî hêrsa girseyê jî zêde dibû û dengê berxwedana sed hezaran xurtir dibû.

Bi dehan şehîd hatin dayîn lê girse bi biryardariyeke mezin hetanî ser goristanê meşiya, peywira xwe ya dawîn li hember lêhengê xwe yê nemir Wedatê xwe yê şêrînê dilan anî cih.

Celatên xwînmij li hember biryardariya gelê Amedê bêzar û dîn û har bûbûn. Di dema vegera ji goristanê de Derê Mêrdînê girtin û carek din li gel gule barandin. Bi rêbaza pêkanîna komkujiyê êrîşê gel kirin. Destûr nedan girse bikeve nav bajêr. Ji ber êrîşa hovane ya gulabaranê piştî bi dehan şehîdan bi sedan kes neçar ma xwe ji dîwarê 10-15 m bilind a milê bexçeyên Hewselê de bavêjin xwarê. Di encama xwe ji dîwar avêtinê de bi 10’an kes bi giranî birindar bûn. Yên pişt şikestî, yên pê şikestî, yên çîm şikestî, yên ji serî birîndar û birîndarên cûr bi cûr li erdê di nava êş û janên dijwar de diliviyan.

Di ola îslamê de ji bo dinya din a axretê her tim qala roja mehşerê tê kirin. Lê hêzên dewleta tirk wê rojê li Amedê li ber çavên hemû mirovahiyê di vê dinyayê de roja mehşerê bi kurdan dabûn jiyîn.

Belê gorî daxuyaniya dewletê ya fermî wê rojê 3 kesan, di pirtûka xwe de li gorî li xwe mikurhatina midurê îstixbaratê yê Amedê wê demê Hanefî Avci 23 kesan, li gorî saziyên sivîl zêdeyê 35 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi sedan kes jî birîndar bûbûn.

Ji ber fikara girtinê bi sedan kes nekarî here nexweşxaneyan lewre dê tu carî hejmara kesên birîndar û yên jiyana xwe ji dest dane bi awayeke zelal tam neyên zanîn.

Lê ew roj tiştek gelek zelal derketibû holê. Hesabên ku hêzên tarî li ser qetilkirina Vedat Aydin kiribûn ji birçên Amedê û ji vîna kurdên azad vegeriyabûn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar