Mala Êzdiyan a Hesekê du jinên êzdî ku demek berê ji hêla şervanan ve hatibûn rizgarkirin, radestî Weqfa Jinên Êzdî ya Şengalê kirin
Mala Êzdiyan a Hesekê îro 2 jinên êzdî ku ji aliyê şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hatibûn rizgarkirin, radestî Weqfa Jinên Êzdî ya Şengalê kir.
Welatiya bi navê Rena Ebas (20) li gundewarên Minbicê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hate rizgarkirin. Elmaz Sebrî (19) jî beriya niha bi demekê ji aliyê HSD’ê ve hatibû rizgarkirin û di kampa Holê de di ma. Ji rêveberên Mala Êzdiyan a Herêma Cizîrê Ziyda Şêx Evdal têkildarî mijarê axivî û da zanîn ku her du welatî ev nêzî du meh in li cem wan in.
Evdal got ku ew dê îro her du jinan radestî Weqfa Jinên Êzdî ya Şengalê bikin û piştre jî dê radestî malbatên wan bên kirin.
Weke ku tê zanîn şervanên HSD’ê bi dehan jin û zarokên ji Şengalê rizgar kirin û radestî Mala Êzdiyan kirin. Mala Êzdiyan jî welatî radestî malbatên wan kirin. HESEKÊ