Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê xwezaya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêşkêşî alîgirên xwe dike û bêserûber li her derê kanên madenê vedikin. Bi vekirina van kanan hem xweza tê wêrankirin û hem jî ji ber bêtevdîrê jiyana karkeran dikeve xetereyê. Li navçeya Palo ya Xarpêtê di kana madenê ya kromê de hezaz çêbû. Li gorî agahiyên ewil 4 karker di bin axê de man. Karkerek bi derfetên xwe ji bin axê derket. Piştî xebatan 2 karkerên din jî hatin xilaskirin. Xebatên ji bo xilaskirina karkerê di bin axê de maye, didome.