Navena Nûçeyan |
Êrîşên hêzên rejîma Îranê yên li ser kolberan dewam dikin. Li gorî nûçeya Kolbernewsê, duh hêzên rejîma Îranê, li herêma Bozî Mêrgesir a li Binarê Qendîlê, êrîşê komek kolber kirine. Di encama êrîşê de kolberê bi navê Îbrahîm Ebubekîr ê xelkê gundê Nemincê ya ser bi Pîranşarê jiyana xwe ji dest daye.
Heman çavkaniyê ragihand ku hêzên rejîma Îranê duh li herêma Çaldiran a ser bi parêzgeha Urmiyeyê, êrîşê komek kolber kirine. Hate gotin ku di encama vê êrîşê de jî kolberê bi navê Ziyad Hatemî hatiye kuştin.