Şervanên HSD’ê di çarçoveya bersivdayînê de derban li hêzên dagirker dide. Hat zanîn ku di encama şer û pevçûnan de 2 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn
Şer û pevçûnên di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên dagirker ên artêşa tirk û çeteyên wê yên li seranserî sînorê rojavayê Kurdistanê didomin. Li gorî agahiyên ji herêmê, di encama şer û pevçûnan de 2 leşkerên artêşa tirk hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.
Di heman demê de hat zanîn ku di navbera şervanên HSD’ê û komên çete yên El Nusrayê de yên ku dixwestin bikevin gundê Eyn Dîwar ê Dêrikê de şerekî dijwar diqewime. Têkildarî encamên êrîşên heta niha agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Her wiha artêşa tirk a dagirker derdora Girtîgeha Cerkîn a li gundewarên Qamişloyê ku xetertirîn çeteyên DAIŞ’ê lê tên girtin jî topbaran kir. Tê gotin ku dewleta tirk hewl dide ku çeteyên DAIŞ’ê rizgar bike. ANHA