Polîsan li Enqereyê bi ser malan de girt û di serdegirtina malan de 2 rojnameger û li Qersê jî dixtorek binçav kirin
Polisan li Enqereyê di saetên serê sibehê de bi ser malan de girt. Di serdegirtinê de polisan nûçegîhanê PÎRHA’yê Cebraîl Aslan û Feryal Yazici binçav kir. Polisan li Qersê jî Endamê Berê yê Lîjneya Rêveberiya Odeya Bijîjkan a Enqereyê (ATO) Dr. Onûr Nacî Karahanci binçav kirin. Hat hînbûn ku polisan Karahanci ji heman dosyayê binçav kirine û dê ji Qersê bînîn Enqereyê. ENQERE