Di nav pelên dîroka têkoşîna azadiya kurdistanê de her têkoşer xwediyê çîrokeke cuda ye. Her têkoşer ji aliyekî Kurdistanê xwe tev li xebatên azadiyê kiriye.
Li Amedê Ahmet Koyûn û Fehmî Ozpamûk ku hevaltiya wan di temenê zaroktiya wan de destpêkiribû piştî ku rastiya zext û tunehesibandina li ser kurd û Kurdistanê dibînin berê xwe didin xebatên rizgariyê.
Herdû heval tevî ku zewicandî û xwedî zarok in jî li dijî hemû astengiyan gavê paş de navêjin. Fehmî Ozpamûk ji ber xebatên azadiyê tê girtin û demekê di girtîgehê de dimîne. Piştî tê berdan dinêre ku nikare li bajêr têkoşîna xwe bidomîne ji ber vê yekê berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û tev li refên gerîla dibe.
Ji bo têkoşîna azadiyê hemû qad qadên berxwedanê ne. Bi qasî têkoşîna çiyê têkoşîna li bajaran jî girîng e. Li ser vî esasî Fehmî ji bo xebatên bajêr tê peywirdarkirin.
Fehmî xebatên xwe yên li bajêr bi hevalê xwe yê zarokatiyê Ahmet Koyûn re dimeşîne. Dewleta tirk a ku ji her alî ve hewl dide nokeriyê di nav civakê de bi pêş bixe; di vê mijarê de gelek caran encam jî girtiye.
Herdû hevalên hev yên zarokatiyê û rêhevalên têkoşîna azadiyê jî di encama nokeriya di nav civakê de tên îxbarkirin û di 21 gulana 1995’an de li Kolana Goçmenler a Rezan a Amedê tên şehîd xistin. Rêhevalên Fehmî û Ahmet piştî bi dehan salan jî têkoşîna xwe bi soza ku li ser berxwedana wan dane didomînin.