Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Salı - 26 Kasım 2024

200 parêzer tev li berxwedana Malbata Şenyaşar bûn

Di daxuyaniya ku li ser navê 200 parêzerên ku tev li Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar bûn hat dayîn de li dijî bêdengiya darazê bertek hat nîşandan û hat gotin ku daxwaza malbatê daxwaza wan e

Di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz bi ser dikana malbata Şenyaşar de girtin û 3 ferdên malbatê qetil kirin. Nobeta Edaletê ya ku Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar li dijî vê zilma ku li hemberî wan pêk hat di 9’ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dan destpêkirin ket roja 200’an.

Li ser banga Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê 200 parêzeran îro piştgirî dan Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar. Parêzerên endamên OHD’ê, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û serokên baroyan jî di nav de 200 parêzer hatin ber Edliyeya Rihayê û bi Emîne û Ferît Şenyaşar re daxuyanî dan çapameniyê. Beriya daxuyaniyê polîsan parêzeran bi mertelan dorpêç kirin.

Bêhiqûqî bi destê darazê tê domandin

Serokê OHD’ê ya Rihayê Alî Arslan, di bin dorpêça polîsan de daxuyaniya hevpar ku hatibû amadekirin xwend û spasiya baro û parêzerên ku piştgirî dan malbata Şenyaşar kir.

Arslan diyar kir ku bêhiqûqî û bêedaletî bi destê darazê tê domandin û girîngiya piştevaniya di vê pêvajoyê de anî ziman. Arslan ji roja ku êrîş pêk hatiye heta geşedanên dawîn ên li dijî malbatê serpêhatiya malbata Şenyaşar vegot û destnîşan kir ku bi pêkanînên li dijî wan hewl tê dayîn ku malbata Şenyaşar bê tepisandin û dev ji têkoşîna xwe ya edaletê berde.

Daxwaza malbatê daxwaza me ye

Arslan da zanîn ku berdewamkirina dosyaya malbata Şenyaşar nîşaneya berdewamkirina polîtîkaya bêcezahiştinê ye û ev tişt anîn ziman: “Em qala dosyayeke 3 sal in biryara nepeniyê li sere dikin û nizanin di kîjan astê de ye. Li dijî bêdengiya saziyên edlî ya ji bo daxwazên malbata Şenyaşar ku dest bi nobeta edaletê kiriye daxwazên malbata Şenyaşar daxwazên me hemûyan e. Em ê bibin dengê dayika Emîne. Ji bo ku ji zilmê re bibêjin bes û bi dawî bikin em îro bi cibên xwe li vir in.”

Piştî daxuyaniya hevpar parêzerê malbata Şenyaşar Bulent Tûran, Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û Alîkarê Serokê Baroya Wanê Hamza Çîftçî jî axaftin kirin. Di axaftinên xwe de bal kişandin ser zilma ku li malbata Şenyaşar tê kirin û peyamên piştevaniya malbatê dan.

Ev edaleteke çawa ye?

Herî dawî Ferît Şenyaşar axivî û tiştên li dikana wan û Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi serê wan de hatine vegot.

Şenyaşar diyar kir ku bavê wî li ber çavên wî lînç kirine û wiha got: “Birayên min ên bi 24 guleyan birîndar qetil kirin. Ev mertal wê nikaribin sûcê mirovahiyê veşêrin. Hûn bi van mertalan nikarin sûc veşêrin. Ev sûcekî mirovahiyê ye. 2 ewladên dayikekê û hevjînê wê hatine qetilkirin. Em li ber deriyê edliyeyê rûdinên. Nikarin bikevin edliyeyê. Ev çawa dibe deriyê edaletê?”

Piştre parêzer bi malbatê re derbasî Nobeta Edaletê bûn. Bi hinceta ku serdozger di destûrê de ye parêzeran negirtin edliyeyê.

Çalakiya parêzeran bi çepikan bi dawî bû. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar